Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in

img
ÎZMÎR - Rêvebera Şaxa DERÎTEKS a Îzmîrê Aysel Turan da zanîn ku bi ser 8’ê Adarê re 165 sal derbas bûn lê belê hêjta daxwazên wan nehatine pêşwazîkirin. Turan, got ku divê têkoşîna azadiyê ya jinan û têkoşîna kedê bi hev re bê meşandin. 
 
Tenê hefteyek ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re ma ye. Bi nêzbûna 8’ê Adarê re, li çar aliyên welêt jî jinan lez dan xebat û amadekariyên pîrozbahiyê. Li dijî şer, qeyran, tundî, komkujî, tacîz û destdirêjiyê, dê jin têkoşîna xwe mezintir bikin û li dijî polîtîkayên ku jinan tune dihesibînin jî dengê xwe bilindtir bikin. Ji bo şert û mercên xebatê yên baştir û wekheviyê, 40.000 karkerên jin ên tekstîlê di 8’ê Adara 1857’an de daketibûn qadan. Jinên kedkar jî vê 8’ê Adarê li gelek bajaran bi heman daxwazan pêşwazî dikin. Pirsgirêkên weke mobîng, newekheviya zayendî û xebata bêtemînat ên jinan, hêj di roja me de jî berdewam in. 
 
Qîrînên ku li bajarê New York a DYA’yê li febrîqeyekê ji nava pêtên agir bilind dibûn, bû wesîleya 8’ê Adarê ku li seranserî cîhanê sembola berxwedana jinan e. Bi ser 8’ê Adarê re 165 sal derbas bûn lê hêjta daxwazên karkerên tekstîlê yên jin ên weke 8 saetên xebatê, wekhevî û heqdestê wekhev nehatine pêşwazîkirin. Bi berxwedana heta niha re gelek destkeftî hatin bidestxistin lê têkoşîna li dijî şert û mercên xerab ên kar û xespkirina mafan, hêjta weke rojeva yekemîn a eniya kedê berdewam dike. 
 
SALA 165’EMÎN A BERXWEDANÊ
 
Şer, bêkarî û çalakiyên devberdana ji kar a li dijî zeman, mohra xwe li rojeva îsal da. Pêşengtiya gelemperiya van berxwedanan jî jinan kir. Di kargeha Alphîn Çorapê ya Stenbolê de jin û zilaman heman kar dikir lê belê mûçeyê jinan kêmtir dihat dayîn. Jinên ku li dijî vê neheqiyê derketîn, nîşanî her kesî dan ku şert û mercên xebatê yên 165 sal berê, îro jî li ser jinan tên ferzkirin. Her wiha di berxwedanên Farplas Otomotîv, Mîgros û gelek berxwedanên din de jî jinan pêşengtî kirin. 
 
Rêvebera Şaxa Sendîqeya Karkerên Veçînîn û Tekstîlê (DERÎTEKS) a Îzmîrê Aysel Turan, têkildarî 8’ê Adarê û pirsgirêkên karkerên tekstîlê bi ajansa me re axivî. 
 
PIRSGIRÊKÊN KU QET NAGUHARIN 
 
Turan, 23 salan di karê tekstîlê de xebitî. Turan, dibêje ku 8’ê Adarê dîrokeke girîng e û wiha domand: “Lê belê ji wê dîrokê heta niha di sektora tekstîlê de tiştek neguheriye. Karkerên jin, hêj jî ji bo heman daxwazan têdikoşin. Bi taybet jî xebatên bêsendîqeyî li karkeran tên ferzkirin ku ev jî bêtemînatiyê zêde dike. Heta çûyîna wan a destavê jî bi deqeyan tê diyarkirin. Li hêla din, pirsgirêkên weke tacîz, mobîng û nexweşiyên pîşeyî hene. Hem di nava hefteyê û hem jî dawiya hefteyê de dema dirêj a xebatê, heqdestên kêm, bêyî sedemekî nîşan bidin derxistina ji kar, nerazandina tam a prîmên sîgortayê û hwd. çend pirsgsirêkên din in ku hêj berdewam in.” 
 
GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINΠ
 
Di berdewamê de Turan anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî mezin, dema xebatê ya dirêj e û wiha pê de çû: “Li gelek febrîqeyan dema xebatê gelek dirêj e û ev mesaî tê ferzkirin. Mesaiyên ku heta 20.00’an berdewam dikin, carnan heta serê sibê tên dirêjkirin. Girîng e ku li dijî vê têkoşîneke hebe. Dema zext li jineke karker tê kirin, divê jinên din jî dengê xwe derxînin û bibin yek. Di sala 2005’an de dema em li febrîqeyeke tekstîlê dixebitiyan, her şev heta saet 12.00’an dexibitiyan. Demekî şûnde êdî her deverê spî dibînî. Axaftinên li nêz tên kirin, bo te weke ku ji dûr ve hatibin kirin dibihîzî. Rojekî berpirsyarê beşê di dest de kaxizek hat û got; ‘bi şev mesaî heye.’ Ez jî qîriyam û min got; ‘Ez namînim mesaiyê.’ Piştre jî hevalên din piştgirî dan. Me wê demê baş fêm kir bê ka têkoşîna birêxistinî çiqas girîng e.” 
 
‘JIN JI ZEXTAN NATIRSIN’
 
Bi domdarî Turan got ku jin û mêr di heman karî de wekî hev dixebitin lê heqdestê zilaman zêdetire û wiha derbirî: “Bi taybet jî di sektora tekstîlê de jin, weke ‘hêza kar a erzan’ tê dîtin. Krîza aborî û bêkarî jî bandorekî mezin li vê nêrînê dike. Nêrîneke ku ‘jin piştgiriyê didin malê’ heye. Lê tiştekî wisa nîne. Ji ber ku jin, debara malbata xwe dikin. Kengî ku jinan got ‘ez debara malbata xwe dikim’, wê demê dê têkoşînê pêş bixin. Heke îro em di vê rewşê de bin, sedema vê ew e ku me hêj têkoşîna xwe baş birêxistin nekiriye. Heke li kargehên sendîqeyî mînakên baş derbikevin, wê demê karker dê bi wêrektir tevdigerin. Ji ewil, weke karkera tûtinê min dest bi kar kir. Min wê demê ferq kir ku dema jin dest bi têkoşînê dikin, tu tiştek nikare pêşî li wan bigire. Bes ku wê gavê biavêjin. Ji ber ku jin gotina xwe dibêje û ji zextê jî natirse.” 
 
DAXWAZÊN 8’Ê ADARÊ
 
Turan dîsa bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê li sendîqeyan, ji taxan heta mal û saziyan, divê jin xwe di her qada jiyanê de birêxistin bikin. Banga min ew e ku jin li dijî kedxwariyê, cînayetên jinan, tacîz û destdirêjiyê dakevin qadan. Daxwaza karkerên tekstîlê ew e ku heqdestê wan were zêdekirin da ku jiyaneke mîna mirovan bijîn. Dixwazin saetên wan ên xebatê dakevin 8 saetan, yewmiyetî û hejmara parçeyan were qedexekirin, sîgortaya tam a her kesî hebe, mesaiya di dawiya hefteyê de rabe, du rojan bêhna xwe vedin, şert û mercên xebatê yên biewle hebin, ji bo cihên nêzî malên wan serwîs bên girtin, kreşa belaş hebe, li kargehan odeyeke mijandinê bên çêkirin û betlaneya reglê bê dayîn.”
 
MA / Semra Turan - Tolga Guney
 

Sernavên din

05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN