Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pêkanînên Esat Oktay

img

AMED - Girtiyên di Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê de ragihandin ku gardiyanan gef li wan xwarine û gotine: "Xweda û pêxemberê vir ez im." Girtiyan ragihand ku jimariya li ser pêyan li wan tê ferzkirin û bi şewitandina înfazê gef li wan tên xwarin. 

Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), di 16'ê SIbatê de raporek daxuyandibûn û ragihandibûn ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê hin girtî bi îşkence, gefxwarin û mumeleya xirab re rû bi rû mane. Piştî daxuyandina raporê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê berpirsiyaran hat kirin. Di tevahiya raporê de tiştên girtiyan gotine, pêkanînên Esat Oktay ên li Girtîgeha Amedê ya dema 12'ê Îlonê bibîr xistin. 
 
DESTPÊKA ÊRIŞÊ
 
Li girtîgehê hevdîtin bi 7 girtiyan re hatiye kirin. Ji van girtiyan yek jê Emre Can Ergun, ragihandiye ku beriya wan 9 girtiyên din jî bi heman pêkanînan re rû bi rû mane. Ergun, diyar kiriye ku giliyê wan jî bê encam mane û got: "Gardiyan û îdare dixwazin girtiyan tehrîk bikin. Gava girtî li ber wan radibin bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Di 31'ê Çileyê de gardiyan hatin odeyê. Serxwebûn (girtî), ji bo hevdîtinê çû cem sergardiyan. Piştî wextekê gardiyanan ji me re got, 'Amûrên Serxwebûn û Firat berhev bikin, dê odeya wan bê guherandin.' Me jî gazî sergardiyan kir. 30-40 gardiyan hatin. Hê me merema xwe negitotibû, robokop ketin hundir. Wan ji Firat re digot, 'Derkeve derve, me jî digot dernekev.' Bi vî awayî mesele mezin bû." 
 
ODEYA BISÎNGER
 
Ergun, aniye ziman ku ji odeyan derxistine û gotiye: "4 gardiyan pêl pişta me kirin. Em bi êrişeke fizîkî re rû bi rû man. Ji paş de destên me kelemçe kirin, em serdevkî dirêj kirin. Her tişt li ber kamerayan çêbû. Li vira jî sergardiyan Ûgûr û Cîhan li me xistin. Ê ku 15-20 kulm li ser çavên min xistin Cîhan bû. Min birin revîrê. Min dewsa derban rê bijîşk da. Gava ji revîrê derketim, sergardiyan got, 'wî bi erdê ve kaş bikin.' Min û Servet birin odeya bisînger. Her derê Servet di nava xwînê de bû. Em bi qasî 3-4 saetan di odeya bisînger de man. Ava di paceyên hucreyê de dihat rijandin bi ser me de dihat. Em şil dibûn. Bariş û Heybet jî di odeya jimare 2'yan de bûn. Ew jî bi heman muameleyê re rû bi rû man. Nexweşîna epîlepsiyê bi Bariş re heye. Me xwest dest nedin wî. Lê bi ser me de hatin. Bi zorê kincên me derxistin. Piştî odeya bisînger ne ez birim revîrê ne jî enxweşxaneyê. Min nebirin qawîşê. Eşyayên min ên li odeyê anîn dan min. Gelek eşyayê min jî li wir man." 
 
PEHÎN LI NIGÊ BIRÎNDAR XISTIN
 
Girtî Ridvan Tonka jî ku di nigê wî yê rastê de platînek bi qasî 50 santîmî heye bi êrişa fizîkî ya gardiyanan re rû bi rû maye. Tonka, diyar kiriye ku nexweşxaneyê rapor daye wî û gotiye: "Tim bi pehînan li nigê min ê platîn tê de ye xistin. Nigê min werimî. Ji ber kulman çena min pir êşiya." 
 
ÊRIŞEKE PLANKIRÎ
 
Girtî Servet Ozçelîk jî ragihandiye ku gava ew ji nexweşxaneyê anîne xitine odeya karantînayê û li vir li cem kesên bi şewba Covîd-19'ê ketine maye. Ozçelîk gotiye: "Me ji qawîşê derxistin, em li maltayê li erdê dirêj kirin. Gava li me xistin, xeber jî ji hevalekî me re digotin. Min jî hew îdare kir û min li pişt xwe nihêrî. Min bertek nîşan da. Piştî vê cardin li min xistin. Paşê em birin odeya bisînger. Ji paş de destên me kelemçe kirin, kincên me ji me kirin. Ez bi tena şort mam. Em li erdê dirêj kirin û li me xistin. Em zêdetirî 3 saetan wiha man. Piştî odeya bisînger em birin revîrê, rapor nivîsandin." 
 
BI ŞEWITANDINA ÎNFAZÊ GEF LI WAN XWARINE
 
Girtî Firat Guzel ku ragihandiye ew û birayê xwe Serxwebûn di heman odeyê de bûne, gava gardiyanan xwestiye birayê wî ji odeyê derxin li ber wan rabûye. Guzel, bilêv kiriye ku paşê gardiyanê bi navê "Cîhan" êriş aniye ser wan û gef li wan xwariye. Guzel gotiye: "Berê ez çoka xwe ya rastê emeliyat bûbûm. Min ji wan re jî got, lê dîsa êriş kirin. Piştî vê min û hevalê min Servet Ozçelîk birin odeya bisînger û bi qasî 3-4 saetan em li wir hiştin. Bi şev dengê qîrîna mirovna tê. Tim îşkence dikin. Midûrê yekemîn deng ji xwe nayne, zilmê li extiyaran dikin. Sergardiyan Cîhan û sergardiyan Ûgûr bi şewitandina înfazê gefê li girtiyan dixwin." 
 
Girtî Abdulazîz Tektaş jî diyar kir ku ji ber êrişa fizîkî bi rojan êşiyaye û ji xeynî êrişên fizîkî heqaret lê hatine kirin û xeber jê re hatine gotin. Tektaş got: "Digotin 'Em hatine kurdan terbiye bikin.' Gardiyanê bi navê Cîhan ji bijîşk re digot, 'ên li ser çavên wan dewa birînen hebin neşînin nexweşxaneyê.' Wisa jî kir. Hevalê me yê nexweşîna epîlepsiyê pê re bû nebirin nexweşxaneyê. Her wiha gardiyan Cîhan û Ûgûr ji gardiyanan din re jî digtin herin rapora derbkirinê bistînin. Me dest nedaye kesî, jixwe destên me ji paş de kelemçekirî bûn. Tew di wê navê de gardiyanek li gardiyenekî din xistiye. Rapora qezaya kar dane wî. Eskerên ez birim nexweşxaneyê nehiştin bijîşk karê xwe bike. Gotin, 'serî rakirine.' Bijîşk ew derxistin derve û rapor da min." 
 
FERZKIRIN
 
Tektaş diyar kiriye ku gardiyanan bi zabitnameyan gef li wan xwarine û di dema tekmîlê de bi copan li deriyan xistine û gotiye: "Serê sibê û êvarê tekmîl tê kirin, wek nîzama eskerî. Pêl cihê me yê em lê nimêj dikin kirin. Gotin, 'paqij bikin.' Di dema çûn hatine nexweşxaneyê de pirsgirêk çêdibin. Piştî karantînayê me nabin qawîşên me. Piştî van bûyeran çûm cem derûnasê girtîgehê. Derûnas got, 'dibe ku kerba wan li girtiyên din rabûbe û li xwe xistibin.'" 
 
TAHDE LI GIRTIYÊ NEXWEŞ KIRINE
 
Girtî Bariş Avşar jî ragihandiye ku nexweşna epîlepsiyê pê re heye, lê dîsa jî tahde lê kirine û xeber jê re hatine gotin. Avşar got: "Di dema êrişê de diranên min di lêvên min re rabûn. Xwîn ji lêvên min hat. Ji bo xwîn xuya neke maske dan min. Min jî ji bo di kamerayan de xuya bike min tif kir maskeya xwe. Min berê xwe da kamerayê. Min nebirin nexweşxaneyê. Ji min re gotin ger gilî bikî, em ê cardin te bişînin Tarsûsê." 
 
Girtî Serxwebûn Guzel, diyar kiriye xwestiye ew û birayên xwe di heman odeyê de bimînin. Guzel, jî tiştên wekî yên girtiyên din ragihandiye û gotiye: "Min birin odeyeke din. Heya vê odeyê kamera hene. Her derê wê qirêj e. Ez biq asî 6-7 saetan di vê odeyê de mam. Ev mesele tim li girtîgehê rû didin. Gava meseleyek çêdibe, em nikarin hevdîtinê bi kesî re bikin. Mesela em dinivîsin, em dibêjin em dixwazin hevdîtinê bi dozger re bikin, lê nahêlin. Me dibin cem midûr. Midûr jî tim xwe dixeyidînin, bi ser me de dikin qîrîn. Dipirsin, dibêjin çima hûn daxwaznameyê dinivîsin." 
 
MA / Mehmet Guleş 

Sernavên din

05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN