Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an der berdewam dike. Hat diyarkirin ku hevdîtinên duh li Belarûsê di navbera aliyan de dest pê kiribûn jî didomin. NY'yê ragihand ku heta niha 500 hezar welatiyên Ûkraynayê welatê xwe terk kirine û derbasî welatên rojavayî bûne. 
 
Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê da destpêkirin di roja 6'an de bênavber berdewam dike. Hat diyarkirin ku hevdîtinên duh li Belarûsê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dest pê kiribûn jî didomin. Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, diyar kir ku hê jî encama dixwazin ji hevdîtinan bi dest nexistine. Rûsyayê jî diyar kir ku wê hevdîtin bidomin. Amerîka û welatên Ewropayê jî bi danekirinan re alîkariya çekan jî didin Ûkraynayê. Tirkiye, rexmî ku du rojên gotinên xwe yên derbarê şer de guhertine jî dêalî lê dixe û vê helwesta xwe didomîne. Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku heta niha 500 hezar welatiyên Ûkraynayê welatê xwe terk kirine û derbasî welatên rojavayî bûne. 
 
Geşedanên şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de kêlî bi kêlî wiha ne:
 
22.42 ZELENSKÎ: EZ AMEDE ME JI BO HEVDÎTINA BI PÛTÎN RE
 
Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, anî ziman ku amade ye hevdîtin bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bike. 
 
22.17 WELATÊN ENDAMÊN NATO'YÊ WÊ JI BO ÛKRAYNAYÊ LI HEV KOM BIBIN
 
NATO'yê daxuyand ku wezîrên karên derve yên welatên endamên NATO'yê dê di 4'ê Adarê de demildest ji bo Ûkraynayê li hev kom bibin. 
 
20.30 ÛKRAYNA: DIBE KU EM ÊRIŞÊN BI FUZEYAN BIKIN
 
Sekreterê Konseya Ewlehî û Parastinê ya Ûkraynayê Aleksey Danîlov, diyar kir ku ger bivê dê Ûkrayna êrişên fuzeyî yên pêşîlêgirtinê bike li hemberî Belarûsê. 
 
20.27 LÛKAŞENKO: GUFTÛGO DIBE KU RÊ LI BER HEVDÎTINA PÛTÎN-ZELENSKÎ VEKE 
 
Serokê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko, diyar kir ku dibe ku guftûgoyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de rê li ber hevdîtina Pûtîn û Zelenskî veke. 
 
19.05 FIBA TÎMÊN RÛS MEN KIR
 
Federasyona Basketbolê ya Navnetewey, (FIBA) di musabeqeyên navneteweyî de cezayê menkirinê lı timön rüs bıri. 
 
13.08 YEWNANISTAN: EM AMADE NE KU PENABERAN QEBÛL BIKIN
 
Serokwezîrê Yewnanistanê Kîryakos Mîçotakîs, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya danekirinên Yekitiya Ewropayê (YE) yên li dijî Rûsyayê dikin û amade ne penaberên ji Ûkraynayê bên pêşwazî bikin. 
 
13.06:WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ RÛSYAYÊ DAXUYANÎ DA 
 
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, got ku heta ew bigihîjin hedefên xwe wê operasyona xwe ya li Ûkraynayê bidomînin. 
 
12.36 ŞÊWIRMENDÊ ZELENSKÎ: RÛSYA TOPAN DIAVÊJE NAVENDÊN BAJARAN 
 
Şêwirmendê Serokwezîrê Ûkraynayê Mîkaylo Podolyak, ev daxuyanî da: "Rûsya bi awayekî aktîf topan diavêje navendên bajaran, li yekîneyên cihwarbûn û avahiyên rêveberiyê dide. Armanca wan diyar e; avakirina panîkê, kuştina sivîlan û xesar dayîna binesaziyê." 
 
11.18 ‘DIVÊ RÛSYA BÊ TECRÎDKIRIN’

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dimitri Kuleba bang kir ku Rûsya ji tevahiya qada navneteweyî bê tecrîdkirin. Di hesaba xwe ya twîtterê de Kuleba têkildarî mijarê ev peyam parve kir: “Bi awayekî hovane moşekan li Meydana Azadiyê ya navenda Harkovê û xaniyan dibarînin. Putîn, dike û nake nikare Ûkraynayê parçe bike. Her ku hêrs dibe, bêhtir sûcên şer dike û sivîlên bêguneh dikuje. Mirovahî dikare tiştên zêdetir bike û divê bike. Zexta heyî zêde bikin û Rûsyayê tecrîd bikin.”

11.15 YOUTUBEYÊ SPUTNÎK Û RUSSIA TODAY ASTENG KIR

Ji ber şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, YouTubeyê biryar da ku hemû qenalên girêdayî Russia Today (RT) û Sputnikê asteng bike. Hat ragihandin ku dê biryara heyî di zûtirin dem de bikeve meriyetê.

11.16 LUKAŞENKO: PLANEKE ME YA TEVLIBÛNA OPERASYONAN NÎNE

Serokê Dewletê yê Belarûsê Aleksander Lukaşenko got: “Plansaziyeke me nîne ku beşdarî şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bibin.”

09.40 RÛSYAYÊ, BALAFIRÊN SWÎSREYÊ BISÎNOR KIR

Rûsyayê, hatin û çûna balafirên rêwiyan a Swîsreyê bisînor kir.

09.35 POLONYA: 350 HEZAR PENABER HATIN

Wezîrê Karên Hundirîn ên Polonyayê da zanîn ku nêzî 350 hezar penaber hatine welatê wan.

10.38 ÎRAN: DYA’YÊ EV ALOZÎ DERXIST

Serokê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney têkildarî şerê li Ûkraynayê axivî û wiha got: “Ûkrayna bû qurbanê aloziyên ku ji hêla DYA’yê ve hatine derxistin. Daxwaza me ew e ku şerê li Ûkraynayê bi dawî bibe. Lê divê bingeha vê pirsgirêkê were qebûlkirin.”

10.30 INGILISTANÊ BANGEWAZIYA JI BO QEDEXEKIRINA QADA HEWAYÎ RED KIR

Alîkarê Serokê Ingilistanê Raab, bangewaziya Ûkraynayê ya ji bo qedexekirina qada hewayî red kir û wiha got: “Em ê li ser Ûkraynayê qadeke ji balafiran re qedexe ava nekin. Em ê bi bêparhiştina ji piştgiriya aborî ve bi makîneya şer anku Putîn paşdegav bidin avêtin.”

Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy şevê din wiha bang kiribû: “Êdî dem hatiye ku dewletên rojavayî qadeke hewayî ya ji moşek, balafir û helîkopteran re qedexe ava bikin. Em dixwazin vê biryara xwe dîsa bifikirin.”

 
08.51 ARTÊŞA RÛS GIHÎŞT KHERSON
 
Artêşa Rûsyayê gihîşt bajarê Khersonê yê Ûkraynayê. Şaredarê Khersonê Igor Kolykhayev, da zanîn ku Artêşa Rûsyayê di têketina bajar de nuqteyên kontrolê ava dike. 
 
08.48 AVUSTRALYA ALÎKARIYA ÇEKAN KIR 
 
Avûstralyayê, aşkera kir ku bi nirxê 50 milyon dolarê Amerîkayê alîkariya çekan daye Ûkraynayê. Serokwezîrê Avûstralyayê Scott Morrîson, derbarê mijarê de diyar kir ku bi alîkariya çekan dixwazin ji ûkraynayiyan re bibin alîkar ku welatê xwe biparêzin. Her wiha hikûmeta Avûstralyayê, soz da ku wê bi qasî 25 milyon dolarî alîkariya mirovî jî ji bo Ûkraynayê bikin. 
 
08.21 ÇÎN WELATIYÊN XWE TEHLIYE DIKE 
 
Sefaretxaneya Çînê, dest bi tehliyekirina welatiyên xwe yên li Ûkraynayê kir. Sefaretxaneyê, diyar kir ku koma destpêkê duh ji Ûkraynayê hatiye tehliyekirin. 
 
08.03 LI KÎEVÊ DENGÊ ZINGILAN 
 
Li Kîevê ji nû ve dengê zingilan bilind bû. Hişyariya êrişa hewayî li bajar hat kirin. 
 
09.05 DÎMENÊN KONVOYA 67 KÎLOMETREYÎ YA RÛS HAT KIŞANDIN 
 
Dîmenên konvoyeke rûs a 67 kîlometreyî ku ber bi paytexta Ûkrayna Kîevê ve diçû hat weşandin. Maxar Technologîes ku dîmenan weşand, diyar kir ku dîmen li bajaroka Ivankîvê yê li bakurê Kîevê hatiye kişandin. 
 
08.45 SEFÎRÊ ÛKRAYNAYÊ: RÛSYAYÊ BOMBEYA VAKÛM BI KAR ANΠ
 
Sefîrê Ûkraynaye yê Amerîkayê, angaşt kir ku di roja 5'an a şer de Rûsyayê bombeyên vakûm bi kar aniye. Bombeya vakûm ku weke çeka termobarîk ango bombeya aerosol jî tê zanîn, ji bo ku hilweşandineke mezintir pek bîne ji atmosferê oksijenê dikişîne. 
 
07.57 DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ KET TEVGERÊ 
 
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, ji bo tespîtkirina tiştên Rûsya dike sûc in şer an na wê lêpirsîn bide destpêkirin.  
 
03.05 NY: 500 HEZAR KESÎ KOÇ KIR 
 
Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Berpirsyar û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martîn Grîffîths, diyar kir ku di rojên destpêkê de rêjeya windabûna sivîlan û hilweşandina binesaziyê bi fikar in. Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku hejmara mirovên ku terka Ûkraynayê kirine ji 500 hezarî derbas kiriye.  
 
02.20 ÛKRAYNAYÊ MAFÊ DERBASBÛNÊ DA ŞERVANÊN BIYANΠ
 
Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, biryara ku şervanên dildar ên biyanî dikarin bêyî vîze derbasî welat bibin îmze kir. Hat diyarkirin ku biryar ji bo welatiyên Rûsyayê ne derbasdar e. 
 
Her wiha Zelenskî, di axaftina xwe ya xîtabî gel dike de da zanîn ku hêzên rûs bi roketan li bajarê Harkîvê didin û got ku ev sûcê şer e. 
 
01.30 KANADAYÊ KIRÎNA SOTEMENIYÊ YA JI RÛSYAYÊ QEDEXE KIR 
 
Kanada, diyar kir ku wê tanksavar û cebilxane bidin Ûkraynayê û kirîna sotemeniya Rûsyayê qedexe kir. Rexmî ku Kanada 4'emîn welatê herî zêde xwedî rezervên sotemeniyê ye jî ji Amerîka, Erebistana Siûdî û Rûsyayê sotemeniyê dikire.
 
01.10 SERFERMANDARÊN 30 WELATÊN ENDAMÊN NATO'YÊ RÛSYAYÊ ŞERMEZAR KIRIN
 
Serfermandarên 30 welatên NATO'yê bi vîdeo konferansê hatin gelhev û êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê şermezar kirin. Li ser navê Tirkiyeyê Serfermandarê Artêşa Tirk Yaşar Guler jî tevlî civînê bû.
 
01.00 ZELENSKÎ: JI MUZAKEREYAN ENCAMEK DERNEKET 
 
Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, diyar kir ku hê jî encameka dixwazin ji muzakereyên ku bi Rûsyayê re dikin derneketiye. 
 
00.35 BÎDEN: BILA AMERÎKAYÎ GUMANA ŞERÊ NUKLEERÊ NEKIN
 
Serokê Amerîkayê Joe Bîden, derbarê daxuyaniya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a ji bo çekên nukleerê û moşekên hîpersonîk de daxuyanî da û got ku divê amerîkî gumana şerê nukleerê nekin. 
 
00.30 ERDOGAN, BI SEROKKOMARÊ BELARÛS LÛKAŞENKO RE AXIVÎ
 
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, bi Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko re bi telefonê axivî. Di hevdîtinê de muzakereyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de hatin nirxandin. Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, derbarê hevdîtinê de diyar kir ku wê ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiyê hewldanên xwe bidomînin. 
 
00.10 WÊ 12 DÎPLOMATÊN RÛS BÊN DERSÎNORKIRIN 
 
Berdevkê Qesra Spî Jen Psakî, angaşt kir ku 12 dîplomatên mîsyona NY'yê "endamên îstixbaratê" ne û ji ber vê sedemê wê wan dersînor bikin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN