Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê

img
AMED - Li Amedê, welatiyan bertek nîşanî heqê rê ku 1,25 TL'yî hat zemkirin dan û gotin ku qezenckirina wan diçe heqê rê û ev tişt gotin: "Tenê bi em bi meşê biçin kar, wê me xelas bike."
 
Piştî zemên enerjî û sotemeniyê heqên rêyan jî di asteke bilind hatin zemkirin. Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME), heqê rêya hemû wesayîtên çûn û hatinê zem kir. Zema ku hat kirin di 28'ê sibatê de ket meriyetê. Piştî zeman heqê rêya bi otobusên şaredariyê; bilêta tam bû 3,5 TL, bilêta daxistî bû 3 TL, bilêta xwendekarn bû 2 TL. Dîsa heqê rêya bi otobusên taybet ên gel; bilêta tam bû 4 TL, bilêta daxistî bû 3,25 TL, bilêta xwendekarn bû 2,5 TL. Heqê rêya dormîşên nav başar ku beriya niha 3,25 TL bû derket 4,5 TL'yan. Bilêta xwendekarn jî derket 2,5 TL'yan. 
 
Niştecihên bajar ji zemên ku tên ser heqê û xwediyên wesayîtan jî ji zemên ku tên ser sotemeniyê bi gazind in. 
 
MÛÇE DIÇINE ZEMAN 
 
Welatiyê bi navê Serhat Çalişkan, diyar kir ku zemên zemên ceyranê ne besî wan bûne zemên heqê rê jî dane serê û wiha got: "Heqê rê divê 2-2,5 TL be. Niha bûye 4 TL. Wê di demeke nêz de bibe 5 TL. Siyasetmedar xerckirinên xwe ji nedîtî ve tên. Lê derfeta xerckirinê nadin gel. Perê ku bê xerckirin jî li holê ye."
 
'LI XWÎNA ME DIMIJIN'
 
Hatîce Yilmaz ku bi gotina "li xwîna me dimijin" bertek nîşanî zeman da, diyar kir ku nexweşa pençeşêra pêsîrê ye û her roj neçar e ku bi dormîşê biçe nexweşxaneyê û wiha got: "Rewşa me ya aborî ne baş e, em bi alîkariya xizmên xwe debara xwe dikin. Hevjînê min naxebite. Min jinbira xwe jî bi xwe re dibir. Lê ji ber ku heqê rê bûye 4,5 TL ez ê êdî wê bi xwe re nebim. Heke ez jinbira xwe bi xwe re bibin wê heqê rê bibe 18 TL. Fatoreyên me yên ceyranê yên 2 hezar TL'yî hene. Em nikarin razînin. Gaza me birîne. Bila çareyekê bibînin. Berê salê carekê zem dihat kirin. Li niha ji 2-3 mehan carekê zem tê kirin. Herî dawî di serê salê de zem hatibû kirin."
 
WÊ JI 4'AN YEKÊ QEZENCA MIN BIÇE HEQÊ RÊ 
 
Welatî Heval Bakir jî bertek nîşanî zeman da û xwest ku li meselê bê pirsîn û ev tişt got: "Rojê 4 caran karê min ê seferê derkeve û li dormişê siwar bibim dike 20 TL. Rojê bi 80 TL'yan dixebitin. Em ê çi bixwin û çawa kirê bidin. Tenê em bi meşê biçin kar wê me xelas bike. Daxwaza min ew e ku beyî derdê debarê bijîm."
 
DAXWAZA HILBIJARTINA PÊŞWAXT 
 
Xwendekarê zanîngehê Bedîrhan Boyraz, diyar kir ku bûrsa digirin wê biçe heqê rê û ev tişt anîn ziman. Rojê 4 caran li dormîşê siwar dibim. Belim du hefte şûn de bibe 6 TL. Bi rastî jî êdî mêjiyê min ranake. Wê mirov çawa bi heqdesta asgarî debara xwe bikin. Niha rewşa welat bi awayekî îdare dikin. Ez hilbijartina pêşwaxt dixwazim."
 
DEWLET BERPIRSYAR E
 
Esnaf Azîz Çelîk, destnîşan kir ku piştî gaz û sotemeniyê zema heqê rê wan bide zorê û wiah got: "Zema heqê rê zêde ye, lê sûc ne yê wan e. Bol bol zem tê ser mazor û benzînê. Berpirsyarê vê dewlet e. Jiyan gelek zor e. Em bi deynan debara xwe dikin. Hêviyeke me ji dewletê tune ye. Êdî bes e."
 
KESÊN TEMENÊ WAN DI SERIYA 65'AN DE JÎ BI GAZIND IN
 
Welatiyên temenê wan di seriya 65'an de ku rê ji wan re bêpere ye jî li dijî zeman bibertek in. Zekî Ûgûrlû yê 70 salî, da zanîn ku zem pirsgirêka tevahiya civakê ye û ev tişt anî ziman: "Heqê rêya min tune ye lê ya zarokên min heye. Rojê 3-4 wesayîtan diguherînin. Bi heqdesta asgarî dixebitin. Ev li herkesî bandor dike."
 
BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA
 
Mehmet Kabasakalli ku temenê wî di seriya 65'an de ye û teqewît e jî bi lêv kir ku zem ji aliyê qeyûman ve tên kirin û wiha bertek nîşan da: "Heke gel deng nede kes nikare tiştekî jî bike. Divê li dijî qeyûman weke gel em têbikoşin. Mesele aborî ye. Ji bo sererastkirina aboriyê divê nelirêtî neyê kirin. Divê em civakeke paqij ava bikin. Wê ev jî bi vîna gel bibe."
 
'HER TIŞTÊ PÊWISTIYA ME PÊ HEYE ZEM DIKIN'
 
Xwendekar Mûhammed Salih Nasir Son jî got ku rojê du caran li dormîşê siwar dibe û heqê ku ji stajê digire wê tev here heqê rêya wî û ev tişt gotin: "Heqê rêya min dike 9 TL. Wê 9 TL çawa têr bike. Her tiştê ku pêwistiyê me pê heye zem dikin. Kesên welat bi rê ve bidin biçin jî wê ev rewş zû bi zû sererast nebe."
 
'SÛCÊ ME ÇÎ YE?'
 
Giyasetîn Alinbay jî diyar kir ku rojê 3-4 caran li dormîşê siwar dibe û wiha pede çû: "Ji mûçeyê min ê teqawîtiyê 500 TL diçe heqê rê. Qeyûman tînin û piştre zeman dikin. Divê qê Tirkiye ket şer. Bi zanebûn dikin. Heke gel dengê xwe dernexe wê wiha bidome. Divê gel dengê xwe derbixe. Heke zem hatibe ser sotemeniyê sûcê gel çî ye? Divê dewletê vê bifikire. Mûçeyan zem kirin lê he bêtir zeman anîn ser pêwistiyan."
 
TIŞTA QEZENC DIKE DIÇE SOTEMENIYÊ
 
Ajokarê otobusê Ridvan Kayaş ku ji zarokatiya xwe ve ajokariyê dike jî ev tişt gotin: "Weke vê salê tu demê me zehmetî nekişandiye. Sala borî min mehê 10 hezar TL dida sotemeniyê. Îsal 25 TL didim. Heta êvarê dixebitî, tiştê qezenc dikî jî didî sotemeniyê. Tu wateya xebatê namîne. Em vê tehemûl nakin. Gel jî ji vê rewşê bibandor dibe. Heke piştî zeman gel dormîşa bi kar neyne em ê bêkar bimînin. Sotemenî gelek biha ye. Heke wiha biha nebe wê çerx bigere û wê milat ewqas zehmetî nekişîne."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN