Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be

img
ENQERE - Dîrokzan Mehmet Bayrak, diyar kir ku Newroz sembola serîhildana gelê mazlûm a li hemberî rêvebiriyên zilimkar e û got, Newroza îsal dê ne kêmî Newroza 2013'an be. 
 
Newroz ku xwe disipêre bi hezaran salan, her diçe agirê wê bi coşeke hîn mezintir gurtir dibe. Dîrokzan Mehmet Bayrak, anî ziman ku gelên wekî kurdan ên ji bo rizgariyê têdikoşin Newrozê wekî cejna vejîn, rizgarî û azadiyê bi nav dikin û Newroz bi taybetî ji bo gelê kurd pir girîng e. 
 
PEYAMA OCALAN
 
Bayrak, ewilî bal kişand ser Newroza 2013'an û got: "Gelê kurd li bajarê xwe yê qedîm Amedê bi beşdarbûna zêdetirî milyonek mirovan Newroz pîroz kir. Ev, belkî jî di dîroka vê çalakiyê de astek e. Her wiha axaftina Ocalan ku tê de peyamine girîng hebûn, xîtabeta rewşenbîrê kurd Dr. Abdullah Cevdet a di 1909'an de, nameya muxtirayê ya Dr. Şukru Sekban ku ji hikûmeta Enqereyê re şandibû û memorandûma rewşenbîrên kurd ên li dîasporayê ku di şexsê Îsmet Paşa de dabûn hikûmetê anîn bîra min. Bi taybetî ger danezana dawî ya piştî red û înkarekê esas bihatana girtin, dê neyînîyên piştî vê rû dan, yek jî çênebûna. Hêvîdar im peyama Ocalan esas bê girtin û em bigihên demokrasiyeke rasteqîn." 
 
WIJDANÊ CIVAKÊ 
 
Bayrak, anî ziman ku dîroka Newrozê xwe disipêre 2 hezar û 600 sal beriya niha û got: "Çavkaniyên nivîskî yên di dest me de wisa dibêjin. Belkî çavkaniyên mîtolojîk ên xwe disipêrin dîrokek hîn dûrtir jî hebin. Lê tê bawerkirin ku Newroz ji ber bûyereke 2600 sal berê li erdnîgariya Îranê çêbûye, rû daye. Civak her diçe ji Dehaq acis dibe û ji ber vê bêaramiyek rû dide. Ji bo xelasiya ji vê zordariyê civak serwext dibe. Kawayê Hesinkar ku wijdanê civakê temsîl dike, Dehaq ji holê radike û dibe lehengek." 
 
‘CEJNA RIZGARIYÊ'
 
Bayrak, destnîşan kir ku Newroz li cem gelên wekî kurdan ên doza rizgariyê dikin watedartir dibe û got: "Hin civakên Tirkiyê jî Newrozê wekî cejna biharê pîroz dikin, lê li gor civakên din li cem kurdan awayê pîrozkirina wê cudatir e. Lewma hem di mîtolojiya kurdan de hem jî di dîroka kurdan de heye. Mem û Zîn jî di nav de gelek helbestvanên kurd Newrozê wekî cejna rizgariyê, roja nû û ronahiyê esas girtine û helbest li ser çêkirine. Her wiha di stranên kurdî de jî xwedî cihekî cuda ye." 
 
‘SEMBOLA SERHILDANÊ'
 
Bayrak, destnîşan kir ku wijdanê civakî yê gelekî çi di xwe de bihewîne naveroka kelepûra wan jî li gor wê şikil digire û bal kişand ser wateya Newrozê ya ji bo gelê kurd û civaka elewî. Bayrak, bilêv kir ku bi kurtasî Newroz sembola serîhildana gelê mazlûm a li hemberî rêvebiriyên zilimkar e.
 
Bayrak, anî ziman ku rêveberê zalim Dehaq ji bo xwe bi xelasiyê bixe tevahiya civakê ji xwe re kiriye qurban, lê pêşî wezîrên wî û paşê tevahiya civakê li ber rabûne. Bayrak got: "Sirf ji bê fêdeya kesekî civak dihat fedakirin. Kawayê Hesinkar ku civakê temsîl dikir, Dehaq ji holê rakir. Piştî tarîtiyê ronahî tê. Çewisandin û tahde her tim dibin sedema bertekan. Ev bi geşedanên dîrokî û civakî sabît e. Newroza niha jî li gor vê rasteqîniya dîrokî û civakî tê pîrozkirin. Nehatiye dîtin ku zilm û zilimkar heta hetayê ne. Lewma helbestvan û ramanwer gotine, piştî tarîtiyê ronahî tê." 
 
NAVEROKA WÊ
 
Bayrak, destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê kurd xwedî naverokeke polîtîk e û lewma bi salan hatiye qedexekirin û got: "Wekî cejna bihar hat pêşkeşkirin, lê ev li bara kurdan bi awayekî din hat fêmkirin û pîrozkirin. Feraseyên ku ev yek dîtin rabûn ew qedexe kirin. Helbet ev yek li bara civakê bû cihê bertekên mezin. Ji lew re ev kelepûreke bi hezaran salan e. Îja gava bi wijdanê civaka kurd û gelên bindest re dibe yek, pîrozkirina wê bivê nevê ye." 
 
NEWROZA 2013'AN 
 
Bayrak, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê ew pîrozkirina bihişmet a 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di Newrozê de jî xwe bide der û wisa bawer dike ku dê Newroza îsal ne kêmî ya sala 2013'an be. 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin