Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîp Erdoganê AKP'î nirxand û got: "Bi van hevdîtinên dawîn re amadekariyên êrişeke topyekûn tên kirin."
 
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî di 12'ê Adarê de li Antalyayê hevdîtinek çêkirin. Barzanî ku di çaçroveya Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê de hat Antalyayê ewilî hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû re kir û bi dû re hevdîtin bi Erdogan re kir. Di hevdîtinê de tişta balkêş Wezîrê Parastinê Hûlûsî AKar, Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin, Cîgirê Serokkomar Fûat OKtay û Serokê Ragihandinê ya Serokkomartiyê Fahrettîn Altûn jî hebûn. 
 
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîp Erdogan ê AKP'î nirxand. 
 
SÎNYALA ÊRIŞAN
 
Huseyîn, diyar kir ku Tirkiye gava bixwaze êrişê bibe ser kurdan dixwaze unsûreke kurd jî li cem wê be û got: "Hem êrişên li Başûrê Kurdistanê hem yên li ser Şengal û Rojava bi tevkariya PDK'ê hatin kirin. PDK, bi hêzên wekî Roj daxilî nava plansaziyên Tirkiyeyê bû." Tara Huseyîn, bilêv kir ku Tirkiye berê jî bi dehan caran êriş kirine, lê ev êriş bi berxwedana gelê kurd hatine pûçkirin û got: "Tirkiye vê carê dixwaze bigihê armanca xwe. Ji bo vê jî dixwaze bi awayekî dorfireh êrişê bibe ser Qadên Parastina Medyayê, Şengal û Rojava. Dixwaze kurdên îxanetkar û çeteyan bi destê PDK'ê dîzayn bike û wan jî daxilî nav van êrişan bike. Baş dizanin bêyî piştgiriya kurdên îxanetkar dê nikaribin bi ser bikevin. Ji bo vê jî wan li dor PDK'ê berhev dike." 
 
ROLA NÊÇÎRVAN
 
Huseyîn, got: "Nêçîrvan Barzanî ne vîna gelê me ye. Di hevdîtinên hatin kirin de Erdogan wekî waliyekî xwe li Nêçîrvan Barzanî mêze dikir û li gor wê hereket dikir. Di hevdîtina dawî de alaya Kurdistanê jî tune bû. Alaya tirk a li pişt Nêçîrvan û li piştî Erdogan vê yekê nîşan dide. Erdogan dixwaze bibêje, 'ez rêvebirê we hemûya me.' Erdogan, Başûrê Kurdistanê wekî parêzgehek xwe dibîne. Destkeftiyên kurdan ên bi bedêlên giran bi polîtîkayên PDK'ê re ber bi xetereyê ve diçin." 
 
AMADEKARIYA DAGIRKERIYÊ
 
Tara Huseyîn bibîr xist ku berê jî di nava Tirkiye û PDK'ê de tifaqek hebûye û got: "Şengalê wekî talûkeyekê dibînin. Rêvebiriya Demokratîk a alternatîf a li Şengalê ne li gor hesabê wan e. Her wiha Kampa Mexmûrê jî wisa ye. Tirkiyeyê gelek caran êriş birin ser Şengal û Mexmûr, lê ev êriş bi vîna gel hatin şikandin. Di van hevdîtinên dawî de jî ji bo van herêman bi temamî tune bikin amadekariyên êrişan tên kirin. Mijareke din a vê hevdîtinê jî xaza xwezayî ya li Başûr e. Tirkiye dixwaze xaza Başûr têxe bin kontrola xwe. Tirkiye dixwaze bi her awayî Başûr dagir bike. Lê kurdên îxanetkar naxwazin vê yekê bibînin û piştgiriya Tirkiyeyê dikin. Siyaseta Erdogan fêm nakin an jî tenê ji bo berjewendiyên xwe pêwendiyê datînin. Ger rojekê Tirkiye Başûr dagir bike, ewilî dê rêvebirên PDK'ê ji holê rabike. Divê ev bê zanîn." 
 
Huseyîn, bilêv kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê û Îran jî ji ber van polîtîkayên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re nerihet dibin û got: "Çend roj berê Îranê bi moşekan  êriş bir ser Hewlêrê. Polîtîkayên PDK'ê dijî berjewendiyên Iraq û Îranê ne. Îran naxwaze li xaka Başûr li dijî wê kar û barên sîxurtiyê û plansaziyên cuda bên kirin. Lewma êriş bir ser Hewlêrê. Ev yek jî nîşan dide ku siyaseta PDK'ê ne ji bo berjewendiyên gelê Başûr, ji bo berjwendiyên çend malbatan e." 
 
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK 
 
Tara Huseyîn, destnîşan kir ku ji bo li Herêma Kurdistana Federe aştî û aramî çêbibe divê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re dîplomasî bê kirin û ji bo berjwendiyên gelê Iraqê û gelê Herêma Kurdistana Federe divê pergala konfederalîzma demokratîk bê avakirin. 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin