Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye

img
STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku li Tirkiyeyê têkoşîna yekbûyî êdî pêdivîyek bivê nevê ye û got: "Lewma niha dem dema zexmkirina berxwedanê û serkeftinê ye." 
  
Newroza Stenbolê îsal dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Li bajêr xebatên ji bo pîrozbahiyê bênavber didomin. 
 
Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, destnîşan kir ku Newroza 2022'yan xwedî girîngiyeke dîrokî ye û rasterast girêdayî geşedanên li cîhanê ye û lewma divê her kes berê xwe bide qada Newrozê. 
 
STARTA KOMARA DEMOKRATÎK
 
Çîçek, destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê di nava krîzekê de ye û sedemeke sereke ya vê krîzê jî têkoşîna wan a civakî ye. Çîçek got: "Em xwedî hêzeke civakî û polîtîk in û me bi vê têkoşînê desthilata AKP-MHP'ê pir tengijandiye. Lewma em dibêjin 'dem dema serkeftinê ye.' Belê, em faşîzmê dihejînin, em li Tirkiyeyê denklema siyasetê diguherînin. Em pêvoya Newrozê û 1'ê Gulanê wekî starta pêvajoya avakirina komara demokratîk jî dibînin ku dê ev yek faşîzmê têk bişikîne." 
 
‘PÊŞENGÊ NEWROZÊ OCALAN'
 
Çîçek, bibîr xist ku dê di Newroza 2022'yan de daxwaza ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bilindkirin û got: "Pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê ya li hemberî Birêz Ocalan, a rast bi feraseta rêvebiriya faşîst a AKP-MHP'ê re eleqedar re. Çima Birêz Ocalan hedef tê girtin? Ji lew re Birêz Ocalan bi fikirê têkoşîna civakî ruhekî li Newrozê bar kiriye, pêşengtiya têkoşîna civakê dike. Lewma ev tecrîd rasterast ne bi Birêz Ocalan, ji ber fikirên wî ne." 
 
Çîçek destnîşan kir ku Newroz ji bo wan tenê ne mîtîngek û rojek e û got: "Newroz bîra têkoşînê, hişmendiya têkoşînê ye. Agirê serîhildanê yê Kawayê Hesinkar û agirê ku niha karker di grevan de vêdixin heman agir e. Agirê kesên li çiyayên KAzê li ber xwe didin û agirê Kawayê Hesinkar ji hev ne cuda ne. Lewma divê em ji vir dest pê bikin û agirên serîhildanan, agirê berxwedanan bînin cem hev du û veguherînin têkoşîneke civakî ku rejîmê û aqilê faşîst bibizdîne." 
 
LI QADÊN NEWROZÊ MIL BI MIL
 
Çîçek, destnîşan kir ku divê hemû gel, hemû nasnameyên bindest li qadên Newrozê bên cem hev du û li dijî faşîzmê hêrsa xwe bînin ziman û got: "Gel divê li qada Newrozê wêneyê neserîtewandinê bidin der. Li her derî berxwedan heye. Pêdivî bi anîna cem hev a van berxwedanan heye. Lewma qada Newrozê di warê dîtina zeximbûn û mezinbûna destkeftî û têkoşîna me ya civakî de girîng e. Ger Newroz agirê serîhildanê yê gelan be, nexwe divê hemû kesên ehlê jiyanê, li fabrîkeyan, li dibistanan, li tevahiya qadên jiyanê li qada Newrozê bibin yek beden û bên cem hev du." 
 
‘EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN'
 
Çîçek, diyar kir ku têkoşîna yekbûyî êdî pêdiviyek e û got: "Te dît, em tim dibêjin 'xelasiya bi tena serê xwe tune ye.' Bi rastî jî niha em mecbûr in bên cem hev û bi hev re bi ser bikevin. Di vir de tenê wê kesek bi ser nekeve, em ê bi bi hev re bi ser bikevin. Hêzên li hemberî me tevahiya lîstikê bi vî awayî dilîzin. Lewma em dibêjin tifaqa bindestan, tifaqa Rêya Sêyem a li dor HDK û HDP'ê kom bûye, gelek destkeftî bi dest xistine. Sedema êrişên li hemberî me ev destkeftî ne. Tekane rêya berterefkirina vê êrişê jî destpêkirina pêvajoya rewa ya demokratîk e. Em ê ne bi parastinê, bi pêngavan vê yekê bikin." 
 
DEM DEMA MEZINKIRINA BERXWEDANÊ YE
 
Çîçek di dawiya axaftina xwe de got: "Newroz ji xalên navendî yên herî biqîmet ên vê pêvajoya pêngavî ye. Me bi têkoşîna xw ekîmyaya desthilatê xera kir. Me li Tirkiyeyê çarenivîsa xw eya bêyom guheand. Me têkildarî pêşeroja demokratîk a gelan selek serkeftinên mezin bi dest xistin. Êdî pêvajoya parastina destkeftiyan û avakirina rêxistinbûyîna civakî ya demokratîk e. Lewma niha dem dema mezinkirina têkoşînê, dem dema serkeftinê ye." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin