Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê

img

ÎZMÎR - Li Îzmîrê Newroz gelemperî li taxên ku kurd lê dijiyan dihat pîrozkirin. Lê belê piştî ku Rahşan Demîrel di sala 1992’yan de li Kadîfekaleyê bedena xwe da ber agir, Newroz girseyîtir bûn û veguhêzî navenda bajêr. 

Agirê Newrozê ku di salên 90’î de li taxên Îzmîrê dihat vêxistin, bi demê re girseyîtir bûn û êdî li navenda bajêr hatin pîrozkirin. Bi taybet piştî ku Zekiya Alkan a li Îzmîrê dijiya di sala 1991’an de li Keleha Amedê û Rahşan Demîrel jî di sala 1992’yan de li Kadîfekale ya Konakê bedena xwe dan ber agir, Newrozên li Îzmîrê hîn girseyîtir bûn. Gelê kurd ku di van salan de bi dirûşma “Azadî ji Kurdistanê re” dadiketin qadan, li dijî zilmê qadên Newrozê tije dikirin. 
 
BI BANDORA RAHŞANÊ GIRSEYÎTIR BÛN
 
Hêj di demên pir zû de li Îzmîrê Newroz dihat pîrozkirin lê cara ewil di sala 1991’an de bi awayekî girseyî li taxan hate pîrozkirin. Vê salê li taxên Kadîfekale ya Konakê, Menemen û Asarlikê û li navçeyên Karabaglar, Karşiyaka û Bucayê bi girseyî hate pîrozkirin. Newroza sala 92’yan a Îzmîrê, qonaxeke girîng bû. Rahşan Demîrel li Kadîfekaleyê bedena xwe da ber agir û vê jî kir ku Newrozên Îzmîrê girseyîtir bibin û li taxên din jî belav bibe. Li hemberî gefên wan kesên ku li ser televîzyonan digot; “Newroz qedexe ye, qedexeye ku lastîk bên şewitandin”, Rahşan Demîrel a 17 salî bi çalakiya xwe bersiv dida û bû agirê serhildanê. Rahşan Demîrel wiha digot: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz. Ez neçarim ku bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez agahî didim Îsmet Sezgîn, ev Newroz dê were pîrozkirin...Heke bi lastîkan nebe jî, dê bi canê xwe pîroz bikin!” Rojek piştre cenazeyê Rahşan Demîrel bi tevlibûna 20 hezar kesan ber bi Nisêbîn a Mêrdînê ve hate oxirkirin. 
 
1993: HEM DI ŞER DE HEM JÎ DI AŞTIYÊ DE EM BI TE RE NE 
 
Piştî çalakiya Rahşan Demîrel, bi taybet jî li taxên Menemen, Asarlik, Buca, Karabaglar, Gazîemîr û hwd. ku gelek kurd lê dijiyan, Newroza 93’yan bi girseyî hate pîrozkirin. Bi taybet jî li Kadîfekaleyê ewqas bi girseyî derbas bûbû ku girseyekî wiha qet li wir nehatibû dîtin. Biryara agirbestê ya wê salê ketiye meriyetê jî mohra xwe li Newrozê da. Dirûşma wê Newrozê ev bû; “Di aştiyê de jî di şer de jî em bi te re ne Ocalan.”
 
MITÎNGA EWIL DI 1998’AN DE HAT KIRIN
 
Newroza ku li taxan dihat pîrozkirin, di sala 1994’an de êdî veguhêzî navenda bajêr. Bi hezaran kes bi dirûşma “Agirê Newrozê bila li Konakê be”, li pêşiya avahiyên Partiya Demokrasiyê (DEP) yên bajêr û navçeyan kom bûn û Newroza xwe pîroz kirin. Di salên 1995-96-97’an de jî gel di nava rojê de diçû pêşiya avahiyên partiyê û bi şev jî li taxan Newroz pîroz dikirin. Mitînga Newrozê ya yekemîn jî di sala 1998’an de li ser bangewaziya Partiya Gel a Demokratîk (HADEP), Partiya Azadî û Demokrasiyê û Partiya Kedê, li Qada Cumhuriyetê ya Konakê hat pîrozkirin. Nêzî 15 hezar kesan tev li mitîngê bûn û dirûşma “Azadî ji Kurdistanê re” derket pêş. 
 
1999: HÛN NIKARIN ROYA ME TARÎ BIKIN 
 
Ji ber Komploya 15’ê Sibatê, destûra Newroza 1999’an nehat dayîn. Lê belê bi tevlibûna hezaran kesan, Newroz li taxan hate pîrozkirin. Di Newroza vê salê de dirûşmên “Hûn nikarin roya me tarî bikin” û “Bimre komploya navneteweyî” derketin pêş. Welatiyan xwestin ji Kadîfekaleyê ber bi Qada Konakê ve bimeşin. Lê polîsan êriş kir û nêzî 100 kesan hatin binçavkirin. 
 
SALÊN 2000’Î: BERXWEDAN DERKET PÊŞ
 
Di salên 2000'î de gelemperî ji bo pîrozbahiyên Newrozê destûr hate dayîn. Serlêdanên ji bo Qada Gundogduyê hatibûn redkirin. Li ser vê yekê jî bi pêşengtiya HADEP’a Îzmîrê ve li Qada Hîpodrom a Bucayê mitînga “Newroz Aştî” hat lidarxistin. Li gel mitîngê, di saetên êvarê de jî li Kadîfekale, Agora, Narlidere, li Sondurak a Balçovayê, li Perşembe Pazari ya Balçovayê, li Yamanlar a Karşiyakayê û li Guzeltepe ya Çîgliyê bi tevlibûna HADEP û EMEP’ê pîrozbahî hatin lidarxistin. 
 
CARA EWIL LI QADA GUNDOGDUYÊ 
 
Mitîngên di navbera salên 2001-2005’an de li Hîpodrom a Bucayê hatin lidarxistin û yekemîn car di sala 2006’an de li Qada Gundogdu ya Konakê hate pîrozkirin. Destûr nehat dayîn ku gel bi dirûşmên Newrozê ji taxan ber bi qadê ve bimeşe. Di encama êrişa polîsan de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Lê tevî vê yekê jî gel herikî Qada Gundogduyê û Newroza xwe pîroz kir. Ji wê dîrokê û şûnde jî Qada Gundogduyê ji pîrozbahiyên Newrozê re hate qedexekirin. Di salên 2007 û 2008’an de destûra pîrozkirina Newrozê nehat dayîn lê belê tevî vê yekê jî gel herikî Qada Gundogduyê. Her wiha polîsan li Asarlik, Kadîfekale, Yamanlar û Bucayê êrişî pîrozbahiyan kir. Tevî êrişan jî gel bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz kir. Bi taybet jî di sala 2008’an de pîrozbahiyên Newrozê li seranserî welêt berbelav bûn û agirê Newrozê hat vêxistin. 
 
AN AZADΠAN AZADΠ
 
Pîrozbahiya Newroza 2009’an jî li Hîpodrom a Bucayê hate lidarxistin. Newroza ku hefteyek beriya hilbijartinên herêmî hate pîrozkirin, di heman demê de veguherî mitînga hilbijartinê. Di sala 2010’an de jî zêdetirî 50 hezar kes beşdarî Newroza li Hipodroma Bucayê bû. Şaredarên wê salê hatibûn girtin û girtiyên din, mijara sereke ya vê Newrozê bûn ku dirûşma wê jî “Em ê kelemçeyan bişikînin” bû. Di pîrozbahiya sala 2011’an a Bucayê de jî bi hezaran kes amade bûn. Pîrozbahî, di demekî nêzî hilbijartinan hatin kirin û peyama “yekitiyê” derket pêş. Pîrozbahiyên Newroza 2012’an ji hêla pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ên Îzmîrê ve hate organîzekirin û li Hîpodrom a Bucayê hatin kirin. Pîrozbahiya ku bi dirûşma "An azadî an azadî" hatibû lidarxistin de bi hezaran kes amade bû. 
 
2013-2014: AZADÎ JI OCALAN RE 
 
Ber bi sala 2013’an ve êdî dirûşma “Azadî ji Ocalan re, statû ji Kurdan re” derket pêş. Pîrozbahiya ku ji hêla Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve hatibû organîzekirin, li Qada Akincilar a Şîrînyer a Bucayê hat lidarxistin. Vê salê jî li gel pîrozbahiya mitîngê, her wiha li Kadîfekale û Asarlikê jî bi tevlibûna hezaran welatiyan agirê Newrozê hate vêxistin. Mijara sereke ya Newroza 2014’an ku ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû organîzekirin, “Em ê xwe û bajarên xwe birêve bibin” bû. Bi tevlibûna bi hezaran kesan, li Hîpodrom a Bucayê bi daxwaza “Azadî ji Ocalan re” pîrozbahî hate kirin. 
 
2015: PÎROZBAHIYA HERÎ GIRSEYΠ
 
Girseyîtir Newroza Îzmîrê jî di sala 2015’an de li Qada Gundogduyê hate kirin. Nêzî 80 hezar kes tev li pîrozbahiyê bû û peyama sereke ya mitîngê jî ev bû; “Azadiya Ocalan, azadiya tevahiya gel e.” Bi hezaran kesên ji taxan ber bi qadê ve diherikiyan, bi yek carê aştî dixwestin. Di pîrozbahiyê de ji jinên yoruk ên bi cil ên bergên xwe yên rengîn heta ji gelek neteweyên din, bi hezaran kesên ji neteweyên cuda beşdarî pîrozbahiyê bûn û peyamên aştî û yekitiyê dan. 
 
2016: TEVÎ GIRTINAN JÎ HATE PÎROZKIRIN
 
Di sala 2016’an de ji ber girtina hevserok û rêveberên HDP’ê, li Îzmîrê mitîngeke girseyî nehat lidarxistin. Lê tevî girtinan jî di serî de li Kadîfekaleyê, li gelek taxên din bi tevlibûna bi hezaran kesan pîrozbahî hatin kirin. 
 
2017: REFERANDÛMÊ MOHRA XWE LÊ DA 
 
Newroza 2017’an bi pêşengtiya HDP’ê li Qada Gundogdu ya Alsancakê hat pîrozkirin. Guherandina Qanûna Bingehîn mohra xwe li Newroza vê salê da. Pîrozbahiyên ku li tevahiya rojê berdewam kirîn de peyama derketî pêş jî ev bû: “Em gel in, hêza me yekitî û gotina me na ye.” 
 
2018: EM Ê TEQEZ BI SER KEVIN
 
Di Newroza sala 2018’an de jî bi hezaran kes li Qada Gundogduyê kom bûn. Di dema pîrozbahiyên Newrozê de zêdetirî 60 kes hatin binçavkirin. Di sala 2019’an de jî Rêxistina HDP’a Îzmîrê bi dirûşma “Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê hilweşînin” û bi tevlibûna bi dehhezaran kesan li Qada Gundogduyê Newroza xwe pîroz kirin. 
 
2021: BI AGIRÊ NEWROZÊ EM AZAD BIBIN 
 
Ji ber rewşa pandemiyê, di sala 2020’an de pîrozbahiyên girseyî nehatin kirin. Lê li taxan weke sembolek agir hat vêxistin. Di sala 2021’an de bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin”, li Qada Gundogduyê hate pîrozkirin. Tevî şert û mercên hewayê nebaş jî, bi hezaran kes tev li mitîngê bû û daxwaz rakirina tecrîdê di pîrozbahiyê de derket pêş. Ji gelek netewe û baweriyên cuda bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
PÎROZBAHÎ DI 20’Ê ADARÊ DE YE 
 
Newroza îsal dê li çar aliyên Tirkiyeyê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Newroz dê 29 jê bajar, bi giştî li 72 navendan bê pîrozkirin. Yek ji van navendan jî Îzmîr e. Newroza Îzmîrê dê di 20’ê adarê saet di 13.00’an de li Qada Gundogdu ya Alsancakê bê pîrozkirin. Li bajêrê ku gelek kurd lê dijîn, di heman demê de li taxên Konak, Kadîfekale, Karşiyaka, Yamanlar û Menemen, Asarlik û li navçeyên Torbali, Buca û Çîgliyê jî were pîrozkirin. 
 
Amadekariyên ji bo Newrozê yên li bajêr berdewam in. Kesên ku şahidiya pîrozbahiyên Newrozê yên berê kirine, ji ajansa me ra axivîn. 
 
‘HER TIM OCALAN DERKET PÊŞ’ 
 
Hacey Yilmaz ku ji sala 1990’an heta niha her tim di komîteya amadekar de cih girtiye dibêje ku sembola Newrozê, Rahşan Demîrel e. Yilmaz, anî ziman ku ji wê dîrokê ve êdî Newroz li Îzmîrê bi girseyî hatin pîrozkirin û wiha got: “Dema li tax û qadan qala Newrozê tê kirin, Kawa û Mazlum Dogan ji ewil tê bîra her kesî. Lê dirûşma herî zêde di Newrozan derdikeve pêş, birêz Ocalan e. Ev yek li derveyî îradeya komîteya amadekar pêş dikeve. Gel dema tê qadê, dibêje ‘hûn nikarin roya me tarî bikin.’ Azadiya Ocalan dixwazin. Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan jî êdî li vê daxwazê zêde bûye.” 
 
NEWROZA 2015’AN JI BÎRA WÊ NAÇE
 
Yimaz, diyar kir ku Newroza 2015’an bo wê xwedî girîngiyeke mezine û wiha domand: “Di axaftina destpêkirinê de min got; ‘Em vê Newrozê diyarî birêz Ocalan dikin.’ Piştî vê gotina min, 10 deqeyan bênavber çepik hatin lêxistin û tililî hatin avêtin. Ev qet ji bîra min naçe. Min wê demê baş fêm kir bê ka ev gel çiqasî girêdayî Ro’ya xwe ye. Di sala 2013’an de jî dirûşma Newrozê ‘Azadî ji Ocalan re’ bû. Komîteya Amadekar pankarteke bi qasî 15 mîtroyan li pişta dikê hilayîst. Piştre jî ciwanan rûyên xwe ghirtin û bi posterên Ocalan derketin ser dikê. Demîrtaş li ser dikê got; ‘Ciwanîno, hewce nake hûn rûyê xwe bigirin. Ji ber ku li ser dikê wêneyê mezintir heye.’”
 
MEŞA BER BI AZADIYÊ VE
 
Di berdewamê de jî Yilmaz anî ziman ku Newroz ji bo hemû bindestan roja serhildan û raperînê ye û wiha pê de çû: “Zilma Deheqan û serhildana li hemberî wan hêj îro jî berdewam e. Newroza îsal dê cuda be. Em ji vê îktîdarê re dibêjin êdî here. Lewma me dirûşma Newrozê kir ‘Dema serkeftinê.’ Gel, ne bi ruhê muxalefeta ku gazincan dike lê dê bi ruhê serkeftinê dakeve qadan. Gelê me dê bi vê coşê biherike qadên Newrozê. Her wiha 30’emîn salvegera çalakiya Rahşan Demîrel e. Bi vê wesîleyê bang li gel dikim ku ji bo xwedîderketina li bîranîna Rahşan Demîrel û azadiya Ocalan biherikin qada Newrozê.” 
 
ŞEWITANDINA GUNDAN
 
Ahmet Alagoz ku di demên berê de rêvebertiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û HDP’ê kiriye jî da zanîn ku bi valakirina gundan re di salên 90’î de Newrozên li Îzmîrê girseyîtir bûn. Alagoz, daxuyand ku çalakiya Rahşan Demîrel bandoreke mezin li gel kir û wiha derbirî: “Di wan salan de mirovan bêhtir azadî, aştî û azadiya Ocalan dixwestin. Em li metropolan dijiyan lê dîsa jî kelecana Newrozê mezin bû. Kesên gundên wan dihatin şewitandin, xizmên me bûn. Daxwazên wan, daxwazên me jî bûn. Ji wan rojan ve şêweyê Newrozê guherî. Êdî li seranserî cîhanê dihat pîrozkirin û dawaza azadiyê ya gelekî dihat qîrîn. Di demên ewil de kesekî gelê kurd nas nedikir lê niha hemû cîhan nas dike. Dê Newroza îsal cuda be. Hemû kesên ji ber nêrîna xwe ya siyasî êş dikişîne, ji rûxandina hawirdorê aciz, li dijî qetilkirina jinan û yên ku ji kedxwariyê aciz divê bi hev re biherikin qada Newrozê.” 
 
MA / Semra Turan - Tolga Güney
 

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin