Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!

img

WAN - Agirê yekemîn ê Newroza Serhedê li Erdîşê hat vêxistin. Bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn û bi vêxistina agir re coşa li qadê derket asta herî jor. 

 
Agirê Newrozê ku bi şîara "Dem Dema Serfektinê ye" destpêkê li navçeya Elkê ya Şirnexê hat vêxistin, îro bi navçeya Erdîşê ya Wanê berdewam kir. Di saetên serê sibehê de bi hezaran kesî ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan qada Newrozê ku li Hala Zêrzewatan tê pîrozkirin. Kesên ku hatin qadê di 2 nuqteyên kontrolê re derbasî qadê bûn. Qada Newrozê bi alên DBP û HDP'ê hatiye xemilandin. Piraniya wan jin û ciwan nêzî 10 hezar kes qada Newroze têje kirin.  Jinên ku bi kincên xwe yên herêmî li qada Newrozê govend digerînin û reng didin qada Newrozê. Dayikên Aştiyê li refên pêş ên qadaê cihê xwe girtine. Li qada timik dûrişmeyên mîna "Bijî Newroz" , "Dem dema serkeftinê ye", "Bijî Berxwedana zindanan", “Bijî Serok Apo” tên berzkirin. 
 
 
NEWROZA ERDÎŞIYAN PÎROZ KIRIN
 
Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi sedan kesî bi hev re sirûda Çerxa Şoreşê xwendin. Dema xwendina sirûdê dûrişmeyên "Bijî Serok Apo" , "Bijî Berxwedana YPG’ê" hatin berzkirin. Piştre Serokê Komîteya Amedekar a Newrozê Nîhat Macît derket ser dikê û axaftina vekirina bernameya Newrozê kir. Piştî Macît Hevserokê HDP'a Erdîşê Bayram Çîçek, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û Hevseroka HDP'ê ya Bajar a Wanê Handan Karakoyûn derketin ser dikê û bi axaftinên kurt Newroza gelê Erdîşê pîroz kirin. 
 
 
'EM Ê TEQEZ QEZENÇ BIKIN'
 
Piştre Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin derket axaftin kir. Avci, diyar kir ku Newroz li dijî zilmê serhildanê ye û wiha got: "Agirê Newrozê ku Mezlûm Dogan li dijî feraseta faşîst a Zindana Amedê vêxistin îro gihîştiyeke merheleyeke din. Em bejna xwe li hemûyan ditewînin. Ji wê rojê ve em ji tirsê natirsin tirs ji me ditirse. Vîna we hatiye desteserkirin û qeyûm hatiye tayînkirin. Em ê li dijî zilmê rawestin. Newroz li her derê li dijî zilmê berxwedan e. Kê xwe wanî û erdîşî zanibe û qeyûm meşrû bibîne, em ê li dijî wê ferasetê bisekinin. Gund û malên me şewitandin û me sirgûn kirin. Ji me re yekitî pêwîst e. Heke em bibin yek em ê careke din vegerin cihên me ji sirgûn kirine. Em ê teqez qezenç bikin û wê zalim têk biçin."
 
AGIRÊ EWROZÊ HAT VÊXISTIN
 
Piştî axaftinan Koma Aryen derket ser dikê û stranên xwe got. Bi konserê re agirê yekemîn ê Newroza Serhedê jî li Erdîşê hat vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re coşa li qadê derket asta herî jor. Erdişiyan li dora agirê Newrozê govend gerand. 
 
'WÊ NEWROZ BIBE WESÎLEYA AZADIYA OCALAN'
 
Piştî ku agirê Newrozê hat vêxistin Parlamenterên HDP'ê yên Wan Mûazez Orhan û Mûrat Sarisaç jî axaftin kirin. Orhan, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîn û berxwedana kurdan a di Newrozê de û diyar kir ku wê dev ji berxwedana xwe bernedin û got ku wê Newroz bibe wesîleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. 
 
'YEKITIYÊ NIFTEYA SERKEFTINÊ YE'
 
Parlamenter Mûrat Sarisaç jî destnîşan kir ku Newrozê bi 3 darikên niftikê dest pê kiriye û ji aliyê bi hezaran kesî ve li qadan tê geşkirin û wiha got: "Newroz ji bo me ne tenê hatine biharê ye. Di heman demê de cejna azadî û berxwedanê ye. Her cure zilm li gelê me yê Zîlan hat kirin. Ma Komkujiya Geliyê Zilan tê jibîrkirin? Rexmî van hemû zilman jî gelê Erdîşê serê xwe netewandiye û têkoşiyaye. Armanca me ya sereke tifaqa kurdan e. Heke em vê tifaqê pêk bînin wê careke din Geliyê Zîlan û Roboskî nebin. Yekitî nifteya serkeftina kurdan."
 
'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'
 
Sarisaç jî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û derbarê mijarê de ev tişt got: "Polîtîkaya dijminane tê meşandin. Li ser birêz Ocalan tecrîd tê meşandin. Heta ku tecrîd ranebe bila kes nebêje ez azad in. Dema ku Ocalan diaxive aştê çêdibe. Ocalan ne kesek ji rêzê ye, paradîgmaya wî ji bo hemû dinyayê bû mînak û alternatîf. Tenê rakirina tecrîd têr nake divê azadiya fizîkî ya Ocalan jî pêk bê."
 
Piştî axaftinan Newroza Erdîşê bi stranên hunermend Talat Yeşîl bi dawî bû. 
 

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin