Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê

img
AMED - Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku rêveberiyên girtîgehan di mijara binpêkirina mafan de hemû biryarên AYM’ê paşguh dikin û wiha got: “Tenê mafê geştê dikare li girtîgehê bê binpêkirin. Ji bilî vê nabe ku yek mafê girtiyan bê binpêkirin.” 
 
Binpêkirinên weke lêgerîna tazî, astengkirina berdana girtiyan, tundiya fîzîkî û psîkolojîk, sirgûn, muayeneya bikelemçe, sînorkirina pirtûkan û astengkirina çalakiyên civakî yên li girtîgehan berdewam in. Li hêla din, girtiyên ku nexweşiyên wan giran jî nayên berdan. Gelek rêxistinên civaka sivîl û hiqûqê ji ber van binpêkirinan bang dikin lê belê ev bangên wan nayên guhdarîkirin. Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED DUHAD-FED) Yûsûf Çakas têkildarî binpêkirinên li girtîgehan bi ajansa me re axivî. 
 
SEPANA LÊGERÎNA TAZÎ
 
Yûsûf Çakas, anî ziman ku divê sepanên li girtîgehan baş bên fêmkirin û rola li girtîgehan hatiye barkirin baş bê dîtin. Çakas, diyar kir ku hêj di ketina girtîgehê de binpêkirin dest pê dikin û wiha got: “Heke kesên ‘bişens’ hebin, di dema ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê nayê ferzkirin. Lê hemû girtiyên din rastî vê sepanê tên. Rayedar çi dibêjin bila bibêjin lê sepaneke bi vî rengî heye ku mirovan biçûk dixîne. Ewlekariyê jî weke hincet nîşan didin. Lêgerîna tazî, sepaneke rûmetşikandinê ye lewma nayê qebûlkirin. Girtiyên ku vê sepanê red dikin jî yan tên derbkirin an jî derheqê wan de lêpirsîn tê destpêkirin. Ev sepan, weke pêşwazîkirina ‘bixêrhatinê’ tê binavkirin.” 
 
'TENÊ GEŞT DIKARE BÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Çakas destnîşan kir ku di dema şewbê de binpêkirinên heyî zêdetir bûne û wiha pê de çû: “Sepana karantînayê, yek ji van binpêkirinan e. Cihên karantînayê qirêjî ne û tu pêdiviyeke girtiyan nayê pêşwazîkirin. Her wiha dema wan dirêj e. Di girtîgehên Tîpa S girtî bi tena serê xwe tên ragirtin. Ev jî bes nake ku di her serdegirtinê de dest danin ser radyo, pirtûk, helbest û çîrokan. Derheqê we de lêpirsîn tê destpêkirin. Lê di girtîgehê de ji bilî mafê geştiyariyê, tu mafên din nikare bê binpêkirin.” 
 
'GUH NADIN BIRYARÊN AYM’Ê’
 
Bi domdarî Çakas daxuyand ku rêveberiyên girtîgehan tevî biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) jî di kirinên xwe de israr dikin û ev agahî dan: “Girtî nikarin rojnameya kurdî wergirin, medyaya muxalîf bişopînin an jî kovarekî bistînin. Nikarin li gorî daxwaza xwe hevdîtinekê bikin. Pêvajoya ku em weke tecrîd û îzolasyonê binav dikin ji vir dest pê dike. Midûrekî girtîgehekê digot; ‘çima nayên girtin, ez jî nizanim.’ Ev yek bi tena serê xwe tiştekî tirsnak e. Dixwazin li girtîgehan mirovên yektîp ava bikin. Pergala wan li gorî vê armancê hatiye sazkirin.” 
 
REWŞA GIRTÎGEHAN
 
Parêzer Çakas, diyar kir ku pêşîlêgirtina nexweşbûna girtiyan berpirsyariya dewletê ye û wiha got: “Ji ber ku qawîş baş nayên hewedarkirin, tav jê nagire, xwarin û vexwarina wan bi tendurist nîne û mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin. Ev jî rê li ber nexweşiyan vedikin. Dema girtiyên siyasî dişînin girtîgehê jî li ser dosyaya wan ‘teror’ dinivîsin. Girtî bi kelemçeyî û li gel cendirmeyan tên dermankirin lewma jî naxwazin tedawî bibin. Ev sepan, ne li gorî Qayîdeyên Mandela ye.” 
 
‘ZEXTA POŞMANTIYÊ LI GIRTIYAN DIKIN’
 
Çakas, anî ziman ku di demên dawî de bi destê Lijneyên Çavdêriya Îdarî nahêlin girtiyên cezayê wan xelas bûye bên berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zexta ‘poşmantiyê’ li girtiyan ferz dikin. Lewma jî mafê berdana bi şertê kontrola edlî hate binpêkirin. Bi lêgerîna tazî re dibêjin ‘bi xêr hatî’ û bi lijneya çavdêriyê re jî dibêjin; ‘nikarî derkevî.’ Gelek girtî hene ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ne. Zêdetirî 100 girtî jî tevî cezayên wan xelas bûye jî nayên berdan.”
 
JI BO GIRTIYAN BANGEWAZÎ
 
Çakas, bi bîr xist ku ji bo Halîl Guneş rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hatibû amadekirin lê Guneş piştre di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Çakas, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hewceye hinek kes li dijî van binpêkirinan derkevin. Mirina Guneş, raporên ATK’ê dîsa kir mijara nîqaşê. Yên ku ji bo Mehmet Emîn Ozkan û Ramazan Ozyîgît rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ didin, gelo heke sibe du sibe tiştek bi serê van were dê berpirsyartiyê li xwe bigirin? Divê Qanûna Înfazê bê guherandin. Bi dehan kesan di van demên dawî de jiyana xwe ji dest dan. Lê binpêkirin û mirinên li girtîgehan bi xema wezaretê nîne. Divê ne dewlet lê jiyana mirovan û azadiya wan pîroz bê dîtin. Di şexsê hemû girtiyan de banga min bo hemû kesî ew e ku bibin aliyekî vê pêvajoyê. Bila van binpêkirinan bibînin û bibin dengê malbatên di Nobeta Edaletê de.” 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin