Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin

img

AMED - Xwîşka Mazlum Dogan, Serap Mutlu destnîşan kir ku îşkenceyek giran li Mazlum hatibû kirin û li hemberî vê yekê bi moral hatibû hevdîtinê û ji malbatê re wiha gotibû: "Dê tiştên gelek xweş çêbibin".

Di salên 1980’yî de ku darbeya 12'ê Îlonê wek tariyek faşîzmê li ser welat belav bûbû, girtiyên Zindana Amedê jî li ber xwe didan. Yek ji van girtiyan jî Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mazlum Dogan bû. Dogan roja Newroza 21’ê Adara 1982’yan li dijî îşkenceyê dawî li jiyana xwe tîne. Dogan bi vê berxwedana xwe ya dîrokî wezîfeya Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaq pêk anî û ew bû wek Kawayê hemdemîn. 
 
Xwîşka Mazlum Dogan, Serap Mutlu ya ku şahidiya wê pêvajoyê kir hest û ramanên xwe bi wesîleya salvegera berxwedana kekê xwe ji ajansa me re parve kirin. Mutlu diyar kir ku birayê wê Mazlum ji ber ku malbata wê çûbû serdana wê tevî ku îşkenceyek giran jî lê hatibû kirin jî nedixwest malbat ji ber vê yekê xemgîn bibe. Mutlu got Mazlum Ji bo ku dilê malbatê xweş bike û hevî bide wan ji wan re vê mizginiyê dide: "Xeman nexwin, dê tiştên gelek xweş çêbin.”
 
‘DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN’
 
Mutlu derbarê hevdîtinek malbatê ya bi Mazlum Dogan re kir û wiha axivî: "Dema ku em çûn hevdîtina wî, me zanibû ku îşkence li wan hatiye kirin. Taybetî jî dema ku em diçûn serdanê tevî wî hemû girtiyên derdikevin hevdîtinê ji bo ku carek din malbat neyên, îşkence li wan dihat kirin. Me jî ji ber vê yekê jê re got ku hinek bi xebera wan bikin da ku îşkenceyê li we nekin. Wî jî ji ber vê yekê got, ‘Eger ku em bi gotina wan bikin daxwazên wan xelas nabin. Em wekî wan bikin em dê biqedin. Divê em li ber xwe bidin. Em encax bi vî awayî dikarin bi ser bikevin’.” 
 
‘XIZMATKARÊ GELÊ XWE ME’
 
Mutlu di hevdîtineke birayê xwe de qala niqaşekî ji bo berdana wî wiha got: “Dayik û bavê min ji bo ku Mazlum ji girtîgehê derbikeve jê re dibêjin ku hinekî li me jî binêre, bi malê re eleqedar bibe. Mazlum bersiva wan dide û dibêje, ‘Hûn 5-6 kes in lê gele kurd ne sed dused kes e, topyekûn gelê kurd e. Ez dixwazim xizmeta tavahiya gelê xwe bikim’. Mazlum di rêya xizmeta gelê xwe de canê xwe ji dest da.” 
 
‘RUHÊ BERXWEDANÊ XURT KIR’ 
 
Mutlu li ser polîtikayên wê demê rawestiya û wiha behsa bandora çalakiya Mazlum Dogan kir: "Mazlum li gor ruhê demê bû, dizanibû çi çax dê çi bê kirin. Di girtîgehê de bi îşkenceyan dixwestin ku kurd ji xwe şerm bikin û kes nêzî wana nebe. Bandora teslîmiyetê di nav gel de gelek belav bûbû. Mazlum got ku 'Teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê'. Bi çalakiya xwe ya fedaî windahiyên 20 salan da sekinandin. Ruhê berxwedanê xurt kir, bû hevî…” 
 
‘QESTA WÎ JI TIŞTÊN XWEŞ ÇALAKÎ BÛYE’ 
 
Mutlu bal kişand ser çûna dayik û bavê xwe ya ku hefteyek piştî çalakiya Mazlum Dogan çûne girtîgehê û wiha axivî: “Piştî ku Mazlum ji malbatê re gotibû dê tiştên xwe çêbin dê û bavê min li benda agahiyekî baş bûn. Dema ku hefteyek şûnde çûn serdanê, li girtîgehê gotegotek belav bûbû. Digotin ku yek ji Depê hatiye kuştin, pir jêhatî, pir heyf bûye. Bavê min dibêje Kebê (Kebîre) ev pir jehatî be, ji Depê be ev Mazlum e. Diya min jî dibêje Kazo (Kazim) tu ji ku dizanî ev Mazlum e. Em pişt re hînbûn ku Mazlum bûye û birayê min bi gotina 'tiştên xweş' vê yekê qest dikir.”  
 
‘XWEDÎ LI BERXWEDANA WAN DERBIKEVIN’
 
Mutlu da zanîn ku divê destketiyên kurdan ên bi bedelên giran hatine bidestxistin bên parastin û lazim e serkeftina kurdan bê teqezkirin û got: “Mazlum gel ronî dikir. Divê wekî Mazlum rastiya gel ji gel re bê vegotin. Bedelên hatine dayîn divê ji kurdan re bên parvekirin. Mazlum li dijî Esat Oktay sekinî. Divê em xwedî li berxwedana wî û hevrêyên wî derbikevin, em li ber xwe bidin, li şehîdên xwe xwedî derbikevin.”  
 
‘DIVÊ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞTIR BIBE’
 
Mutlu di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Dema ku ez agirê Newrozê dibînim Mazlum û hevalên wî tên bîra min. Divê agirê Newrozê her sal geştir bibe, tevlîbûna Newrozê xurttir bibe. Dema ku tevlibûn xurt be ev xurtbûn belavî hefsê jî dibe, belavî çiya jî dibe, belavî her derê dibe.” 
 
MAZLUM DOGAN KÎ YE?
 
Mazlum Dogan di sala 1955'an de li gundikê Seyîdan ê bi ser gundê Goman a navçeya Mêzgirda Dersimê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, dibistanên navîn jî li navçeya Depê ya Xarpêtê xwendiye. Pişt re ji bo lîseyê çû Dibistana Mamosteyan a li Dersimê. Dogan û komek hevalên xwe ji ber sekna xwe ya polîtîk sûrgûnî dibistana Mamosteyan a Balikesîrê tên kirin. Dogan di bin şertên sirgûnê de lîseyê diqedîne. Pişt re li Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê beşa aboriyê qezenc kir û ji ber ku tevlî xebatên polîtîk bibe zaningehê terk dike. Li Batmanê dest bi xebatanê rêxistinî dike. Demek şûnde dema ku derbasî Rihayê dibe, di navbera rêya Amed û Rihayê de tê girtin û wî dixin Zindana Amedê.
 
MA / Mahmut Altintaş - Racî Abî
 
 

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin