‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’

img
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan divê tavilê were berdan û wiha got: “Ozkan li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e.”   
 
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan heta niha 302 caran rakirina revîra girtîgehê, 374 caran şandine nexweşxaneyê û yek ji wan girtiyan e nexweşiya wî giran e. Ji bo berdana Ozkan, Serokwekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Oluç û endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê Fatma Kurtulan serî li Saziya Venihêrîna Cemaweriyê (Ombudsmanî) dabû. Lê serlêdana wan bi hinceta rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) hate redkirin. 
 
Tevî ku temenê girtiyê nexweş Ozkan zêde ye, gelek nexweşiyên wî hene û nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne jî lê dîsa nayê berdan. Ji bo Ozkan nexweşxaneyan heta niha gelek caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da ye lê belê ATK’ê ev rapor red kirin û raporên “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kirin û nehişt Ozkan ji girtîgehê derkeve. Parlamenter Meral Daniş Beştaş derheqê serlêdana ji bo Venihêrîna Cemaweriyê hatiye kirin, rewşa Ozkan û girtiyên nexweş de ji ajansa me re axivî. 
 
NIKARE BI TELEFONÊ BIAXIVE
 
Beştaş bi bîr xist ku Ozkan weke girtiyeke nexweş, bûye yek ji girîngtirîn rojevên Tirkiyeyê û wiha got: “Em qala girtiyeke nexweş ê ku nêzî 700 caran rakirin revîrê dikin. A rast, bi mirinê rû bi rû ye. Dibe ku di carekî de jiyana xwe ji dest bide. Pêwendiyên me her tim bi malbata wî re hene. Duh jî em bi keça wî re axivîn. Got ku êdî nikare li ser telefonê biaxive û xeber bide. 2 sal berê ez çûbûm serdana wî. Bi rastî jî pir kêm dibihîze û bi zor û zehmet diaxive. Bi kursiya biteker tînin eywana hevdîtinê.” 
 
'TERKÎ MIRINÊ HATIYE KIRIN Û EV CÎNAYETE’
 
Di berdewamê de Beştaş diyar kir ku Ozkan nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî û wiha domand: “Kurê wî li girtîgeheke din dima lê ji bo ku li bavê xwe binihêre anîn heman girtîgehê. Bi saya kurê xwe, xwe li ser pêyan digire. Nexwe nikare bi tena serê xwe bijî. ATK bi israr dibêje; ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Bi vê yekê jî terkî mirinê dikin. Bi vê yekê re jî dibêjin; ‘dikare bimre û weke bijîşk tu berpirsyariyeke me nîne. Em ji zanistê dûr ketine, me soza xwe ya bijîşktiyê ji bîr kiriye û li gorî daxwaza desthilatiyê tevdigerin.’ Kesek nikare jiyana mirovekî ewqas bi hêsanî terkî mirinê bike. Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin û ev cînayet e.”
 
'GIRTÎGEH VEGUHERÎNE WARÊN MIRINÊ’
 
Bi domdarî Beştaş anî ziman ku divê hiqûq ji mirovahî û wijdanê dûr nekeve û wiha pê de çû: “Li her devera cîhanê ev yek bi vî rengî ye. Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyên siyasî dibin. Bi bêwijdanî, dermirovî û derqanûnî nêzî Ozkan û gelek girtiyên din ên nexweş dibin. Bi aşkereyî mirovan terkî mirinê dikin. Dizanin ku heke ev kes neyên dermankirin û neyên berdan dê bimrin. Lê dîsa jî terkî mirinê dikin. Anku bi vekirî ber bi mirinê ve dişînin. Neberdana Mehmet Emîn Ozkan, rewşa ku Tirkiyeyê tê de ye baş vedibêje. Gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Niha jî dema dizanin ku girtî dê bimre, berdidin. Û ev kes jî li malên xwe jiyana xwe ji dest didin. Tenê ji bo kesek nebêje ‘ev kes li girtîgehê mirine’ vê sepanê dikin. Girtîgeh, veguherîne warên mirinê.” 
 
'DIKARIYA PÊŞNIYARA BERDANA OZKAN BIKIRA’ 
 
Beştaş, destnîşan kir ku Ombudsmanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hêla qanûnî de me tu encamek bi dest nexist. Weke rêya dawî me serî li ombudsmaniyê da. Parêzerên Ozkan cihek nema ku serî lê nedan. Gelek caran birin nexweşxaneyê. Qet nebe diviya bû ombudsmaniyê pêşniyara berdana Ozkan li ATK’ê bikira.  Lê serlêdana me red kir. Hat qebûlkirin ku Ozkan dîsa were darizandin. Şandeya dadgehê dikare biryara berdanê bide. Zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ye. Mirov fêm nake bê ka ev tola çi jê dihilînin. Veguheriye rewşa tolhildanê. Dewlet ne li pey tolê lê li gorî hiqûqê divê tevbigerin. Divê Ozkan di zûtirin dem de were berdan.”
 
‘BERPIRSYARÎ DI STÛYÊ DEWLETÊ DE YE’
 
Parlamenter Meral Daniş Beştaş axaftina xwe wiha qedand: “Heke tiştek bi serê Ozkan bê, berpirsyariya wê di stûyê hemû rayedar û saziyên têkildar de ye. ATK li gorî daxwaza siyasiyan biryaran dide. Desthilatdarî ATK’ê weke çekekî bi kar tîne. Tiştek bi serê Ozkan were berpirsyariya wê di stûyê ATK, Wezareta Edaletê û dadgehan de ye. Bi kurt û kurmancî berpirsyar dewlete.”
 

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin