Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî

img

ÎZMÎR - Di sala 1992'an de Rahşan Demîrel, li dijî biryara qedexeya Newrozê dibêje: "Ez agahî didim Îsmet Sezgîn, wê Newroz bê pîrozkirin" û agir berî laşê xwe dide û Newrozê pîroz dike. Rexmî ku di ser vê çalakiya Demîrel re 30 sal derbas bûye jî bandora wê hê jî li Kadîfekale û qadan heye. 

 
Agirê Newrozê ku Kawaya Hesînkar vexistiye bi daxwaza azadiyê ya kurdan geş dibe. Mezlûm Dogan ku weke "Kawayê Hemdem" ê kurdan tê pênasekirin, li dijî îşkenceyên giran di 21'ê Adara 1982'yan de bi 3 darikên niftikê agir berî laşê xwe da û Newroz pîroz kir. Piştî Mezlûm Dogan li dijî zext û komkujiyên ku di salên 1990'an de derketin asta herî jor gelek kesên mîna Zekiye Alkan, Ronahî û Berîvan agir berî laşê xwe dan û laşê xwe kirin agir. Rahşan Demîrel ku li taxa Kadîfekaleyê ya Îzmîrê dijiya jî yek ji van kesan e. Rahşan, li dijî qedexeya dewletê ya Newrozê di 22'ê Adara 1992'yan de li Kadîfekaleyê agir berî laşê xwe da û Newroz pîroz kir. 
 
JINA KU XWE LI KADÎFEKALEYÊ KIR NEWROZ 
 
Rahşan, di 15'ê tebaxa 1975'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik dibe û dema ku hê yek salî ye malbatê wê ji ber zextên dewletê û sedemên aborî koçî Îzmîrê dike. Heta ku ji destê wan tê malbata Rahşan tê Nisêbînê û destê zarokên xwe ji xaka xwe nakin û wan bi hişê welatparêz mezin dikin. Ji ber vê sedemê hê di zarokatiya xwe de Rahşan ji zexta dewletê nas dike û di ferqa nasnameya xwe de ye. Heta dema ku jê re kinc tên kirîn timik dixwaze rengên kincên wê kesk, sor û zer bin. Rojek dema ku bi kincên xwe yên bi rengên kesk, sor û zer diçe dibistanê mamosteyê wê sîlekê lê dixe. Lê Rahşan bersiv dide mamoste û zextên li xwe qebûl nake. 
 
Di salên 1990'an de Rahşan, serhildanên li Nisêbîn û Cizîrê ji Îzmîrê dişopîne û li dijî vê gelek bi hirs dibe û bi çalakiyên ku li dar dixe serhildanan vediguhêze Îzmîrê. Di sala 1992'an de rojek berê Newrozê ji televîzyonê hîn dibe ku pîrozkirinên Newrozê hatine qedexekirin. Wezîrê Karên Hundir ê demê Îsmet Sezgîn dibêje, "Wê îsal Newroz neyê pîrozkirin. Kesên ku pîroz bikin jî çi hewce bike wê ji bo wan bê kirin." Li ser vê daxuyaniyê de Rahşan di 17 saliya xwe de di 22'ê Adara 1992'yan de serê sibehê derdikeve ser keleha Kadîfekaleyê û agir berî laşê xwe dide û Newrozê pîroz dike. Berî ku ji malê derkeve Demîrel, li ser kaxizekî ev tişt dinivisîne: "Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz. Neçar im ku bersiva Cizîrê, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Li min xwedî derkevin. Agahî didin Îsmet Sezgîn wê Newroz bê pîrozkirin...Lastîk nebin jî wê bi canê me bê pîrozkirin."
 
30 SAL DERBAS BÛ 
 
Piştî vê çalakiya Demîrel Newrozên ku li Îzmîrê tên pîrozkirin girseyî dibin. Wisa ku agirê Newrozê yê Demîrel vêxist derbasî navenda bajaran dibe û bi beşdariya bi deh hezaran tê pîrozkirin. Rexmî ku di ser vê çalakiya Rahşan re 30 sal derbasî bûye jî Newrozên ku li Îzmîrê tên pîrozkirin ruhê demê digihînin îro. Weke her sal wê îsal jî jin li keleha ku Rahşan xwe lê kir Newroz agirê Newrozê vêxin. Kadîfekaleyî çalakî û bandora çalakiya Rahşan vegotin. 
 
HETA ÇALAKIYA RAHŞAN BI DIZÎ HATIYE PÎRZOKIRIN
 
Halîme Kaygisiz (65) ku malbata wê di sala 1960'î de ji Nisêbîna hatiye û li Kadîfekaleyê bi cih bûye, diyar kir ku dema li taxê bi cih bûne kurd li taxê tunebûne û ji ber vê yekê malbatê wê bi çand û zimanê tirkî mezin kiriye û ev tişt got: "Em şibiyan kesên li vir. Me ji çand, ziman û kincên xwe gelek tişt dan. Heta dema ku ji me re digotin, 'hûn qet naşibin kurdan' xweşa me diçû. Me digot qê ev tiştekî xweş e. Lê niha em dibînin ku ev heqareke li me. Bi şiyarbûn û têkoşîna kurdan em jî bi xwe hesiyan û çand û zimanê xwe hîn kir. Dema me heta salên 1990'an jî Newroz bi dizî dihat pîrozkirin. Dema ku agirek biçûk jî dihat vêxistin polis dihatin ditemartin. Heta ku Rahşan xwe şewitand jî wiha bû. Çawa ku me çalakiya wê bihîst em çûn ba mala wan û ji vir jî em çûn cihê çalakiyê. Dema ku em çû polisan wir dorpêç kiribû. Heta ku cenazeyê wê rakirin jî em li vir man. Serhildaneke mezin çêbû. Heta niha min merasîma cenazeyeke wisa nedîtiye. Rojeke mehşerî bû."
 
CIWANAN SERÎ HILDA
 
Di berdewamê de Kaygisiz, destnîşan kir ku Rahşan ji bo gel xwe şewitandiye û wiha got: "Vê bandorê li herkesî kiribû. Ji wê şûn de ciwanan tu qedexeyî guhdar nekir. Ciwanan ji dewletê gelek zext û tundî dît. Lê dîsa jî her sal agirê Newrozê vêxistin. Bi taybetî jî piştî Rahşan ciwanan serî hilda. Bi saya wê me berxwedan û têkoşînê hîn kir. Wê demê em gelek ditirsiyan. Lê niha em natirsin. Ev bi saya Rhaşan bû. Piştî çalakiya Rahşan rexmî qedexe û zextan jî gel li kelehê Newrozê pîroz kir. Agir dihat vêxistin û polis dihatin ditemartin. Gel dîsa jî agir vêdixist. Niha jî mitîngên Newrozê çêdibin. Lê tu tişt cihê agirê ku li kelehê dihat vêxistin nagire. Ez ê ji bo xatirê kesên ku di rêya têkoşînê de canê xwe ji dest dane û ji bo pêşeroja zarokan tevlî Newrozê bibim. Hêvî dikim ku Newroza îsal biratî û azadiyê bîne."
 
'SERDEMA NÛ DA DESTPÊKIRIN'
 
Ramazan Kaygisiz jî da zanîn ku çalakiya Rahşan ji bo kurdên li Îzmîrê bûye serhildaneke mezin û ev tişt anîn ziman: "Çalakiya Rahşan gel rakir ser piyan. Çalakiyek û girseyeke wiha nehatibû dîtin. Gel bi xwedîderketine mezin li çalakiya Rahşan xwedî derket. Bi deh hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Gel bi dûrişmeyan ber bi Kadîfekaleyê ve diherikî. Berteka gel mezin bû. Cara yekemîn dewletê ji ber vê çalakiyê di paş de gav avêt. Nikaribûn gel zevt bikin. Bi çalakiya Rahşan kadîfekaleyiyan serdemeke nû ya têkoşînê dan destpêkirin. Gelek ciwan ji Rahşan bibandor bûn û tevlî têkoşînê bûn. Gel tirsê ji ser xwe avêtibû û di paş de gav nediavêt. Timik li ser piya bû. Piştî Rahşan serî netewand. Di Newroza Îzmîrê de ruhê Rahşan tê jiyandin. Bi Newrozê agirê Rahşan tê geşkirin. Girseyîbûna Newroza Îzmîrê nîşan xwedî derketina li çalakiya Rahşan e. Em her sal serdana cihê çalakiyê dikin û Rahşan bi bîr tînin. Wê timik Rahşan di hişê me de zindî be û bi çalakiya xwe di têkoşîna kurdan de bijî. Rahşan tu demê nemir û hê jî li qadên Newrozê weke ruhê bi milyonan dijî."
 
'ZAROKEKE WÊREK BÛ'
 
Hevalê Rahşan ê zarokatiyê Firat Încî jî bi lêv kir ku dema zarokatiyê bi Rahşan re gok leyîstiye û wiha got: "Rahşan gelek ji fûtbolê hez dikir. Dema zarokatiya xwe jî serhildar û xwedî sekneke baş bû. Gelek dihat hezkirin û wêrek bû. Piranî zarokên keç ji zilaman ditirsin lê zilam ji Rahşan ditirsiyan. Rexmî ku zarok bû herkesî hîfza xwe jê dikir. Beriya çalakiya Rahşan her şev bi ser malan de digirtin û welatiyan binçav dikirin. Guhdarkirina me ya stranên kurdî jî dibû sedema binçavkirinê. Difkirim ku ev zext bi Rahşan re hirsê çêkirin. Çalakiya wê bi qasî xemginiyê hirsê jî bi ciwanan re çêkir û serhildanê bi xwe re anî. Mirovên ku berê ditirsiyan û xeber nedidan bi çalakiya Rahşan deng derxistin û li dijî dewletê derketin. Piştî Rahşan gelek ciwanan guhdariya stranên kurdî kirin. Rahşan di ciwanan de hişek ava kir. Bû sedem ku xwe û nasnameya xwe nas bikin. Îsal jî ji bo ku ruhê Rahşan bidim jiyandin ez ê tevlî Newrozê bibim."
 
Newroza Îzmîrê wê di 20'ê Adarê de saet di 13.00'an li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin. 
 
MA / Semra Tûran
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin