Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye

img
ÎZMÎR  - Girtiyê edlî Sezer Alan ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê sibatê de bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Alan, rojek beriya mirina xwe bi malbata xwe re axivî û got ku heke bimire, ji mirina wî rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. 
 
Girtiyê edlî Sezer Alan ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê sibatê de bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Alan ku di sala 2011’an de li Îzmîrê hatibû girtin, di demên piştre ji ber sûcên cuda hatibû girtin. Ji ewil li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bucayê dihat ragirtin û piştre jî sirgûnî Menemen, Odemîş û Xarpêtê hate kirin. Herî dawî jî di tebaxa sala 2021’an de şandin Girtîgeha Tîpa S a Îdirê. Alan, di hevdîtinên bi malbata xwe re de diyar kir ku li her girtîgehê rastî zext û tundiya fîzîkî dihat. Herî dawî jî di 19’ê sibatê de bi malbata xwe re hevdîtin kir. Rojek piştî vê hevdîtinê jî hat diyarkirin ku Alan xwe kuştî ye. Lê di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îdirê de hat destnîşankirin ku Alan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye. 
 
 
Têkildarî mirina biguman a Alan, malbata wî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyanî dan. Dayika Alan, Selma Karadere di daxuyaniyê de axivî û ev agahî dan: “Kurê min li her girtîgehê rastî zext û tundiya gardiyanan dihat. Dewlet, tundiya li girtîgehan jinedîtî ve tê. Ji kurê min re digotin psîkopat û ji girtîgehekê dişandin girtîgeheke din. Min gelek caran bo Wezareta Edaletê daxwazname şandin lê tu encam jê derneketin. Ev 7 sal bûn ku min rûyê kurê xwe nedîtibû. Kurê min digot ku her tim qedexeya hevdîtinê heye. Daxwaznameyên kurê min xwendine û zexta li ser hîn girantir kirine. Jixwe bersiv jî nedidan daxwaznameyên wî. Her cara ku telefon dikir, ji min re digot; ‘dayê heqê xwe li min helal bike. Zexta psîkolojîk li min dikin. Heke tiştek bi serê min were, heqê min bixwaze.’ Dema kurê min dihat sirgûnkirin, agahî jî nedidan me. Carnan bi mehan pê re nediaxiviyam.” 
 
‘KURÊ MIN KESEKÎ QELS NEBÛ’
 
Di berdewamê de Karadere qala axaftina dawî kir û wiha domand: “Di hevdîtina dawî de ji min re got; ‘Dayê ez ê bimrim. Heqê min bixwaze. Êdî taqeta min nemaye.’ Xwîşk û birayên wî li girtîgehê geriyan lê tevdîrek nehat girtin. Her tim heqaret li kurê min dikirin. Ez ê heta dawiyê heqê kurê xwe bipirsim. Kurê min ne kesekî ewqas zeîf bû ku xwe bikuje. Lê gelek zext li ser hatin kirin. Piştî mirinê, cenazeyê kurê min li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê ma. Rewşa me ya madî baş nebû lewma me nekarî biçin cenazeyê wî bigirin. 3 roj piştre me ji dozgeriyê re faks şand û wan jî cenaze wisa şandin. Bila siyasetmedar dev rexnekirina hev berdin û li malên xizanan binihêrin bê ka çi dikeve van malan û li girtîgehan çi diqewime.” 
 
AGAHIYAN NADIN MALBATÊ
 
Xwîşka Alan, Yasemîn Alan jî got ku têkildarî mirina birayê wê tu agahî ji wan re nehatine dayîn û ev tişt anî ziman: “Rapora mirin û otopsiyê nedan me. Tenê ji me re gotin; ‘poşetek xistiye stûyê xwe û mirî ye.’ Dema me sedema wê ji dozgeriyê pirsî, tu agahî nedan me. Birayê min ji xwe li nava çar dîwaran cezayê xwe dikişand. Çima gardiyan bi taybet jî wiha nêz dibûn. Em dixwazin ku otopsiya birayê min dîsa li Îzmîrê bê kirin. Lê bersiva neyînî dan. Weke malbata wî em dixwazin bizanin bê ka birayê me çima mirî ye. Guman heye ku hatibe kuştin. Heke rewş ev be, em ê gilî bikin. Heke hatibe kuştin, divê kiryar cezayê xwe bikêşin.”
 
‘BERPIRSYARÊ MIRINA MIN RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ YE’ 
 
Rojek beriya mirina xwe, Sezer Alan di hevdîtina li ser telefonê de wiha gotibû: “Em mafên xwe yên ku Wezareta Edaletê ya T.C. dayîne me ji vê saziyê dixwazin lê bersivekî nadin me. Mamosteyê komê li ser min îfade da ye ku min derew kirine. Vê jî kir ku ez xwe bibirim û bikevim rojiya mirinê. Berpirsyarê vê jî midûrê 1’emîn ê saziyê ye. Ji mirina min amirê saziyê, rêveberiya girtîgehê û mamosteyê saziyê berpirsyar e. Ev, sepanên ku min ber bi xwekuştinê ve dibin têxin meriyetê. Ji roja yekşemê saet 11.00’an ve min xwest xwe bigihînim wî û min bi serkarmandê vardiyayên saziyê re hevdîtin kir. Wî jî bi vî karmendî re hevdîtin kiriye û jê re gotiye; ‘bila di nava hefteyê de daxwaznameyê binivîse û em ê hevdîtinê bikin.’ Lê min ji xwe gelek daxwazname nivîsandibûn. Lê bersiva tenê yekê jî nedan. 
 
‘EZ Ê XWE BIKUJIM’
 
Ev du roj in xwîn ji destava min tê. Êş tê de heye. Ez ê ji dest û lingan bikevim lê haya wan jê nîne. Ez ê îro xwe bikujim. Ev kes ji mirina min berpirsyar in. Dixwazim ji Wezareta Edaletê û Serdozgariya Komarê re ragihînim. Alavên min ên li vê girtîgehê û li Girtîgeha Xarpêtê hene. Wan jî bixwaze. Dayê, min nedixwest tiştekî wiha bi serê te bînim. A rast, ez mirovekî bisebrim. Lê dema carekî gotinek ji devê min derket, êdî jê venagerim. Min sond xwar. Tu serî li cihên pêwendîdar bide. Piştperdeya wê lêpirse. Xwe bigihîne cihên pêwîst. Min tu tiştekî derqanûnî nexwestiye. Min tenê mafên xwe yên qanûnî xwestin. Min nexwest tenê yek tiştekî şexsî bi dest bixim. Bi van gotinan dixwazin xwe mafdar derxînin. Heke li xala 63’yemîn a Qanûna Midûriyeta Girtîgehan a Wezareta Edaletê binêrin dê bibînin ku daxwazên min daxwazên qanûnî ne.”
 

Sernavên din

21/03/2022
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin