Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin

img

STENBOL - Dayikên Şemiyê bang li rayedaran kirin ku faîlên Hasan Ocak ê beriya 27 salan hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin, bên aşkere kirin. 

Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza pirsîna aqûbeta xizmên xwe û faîlên wan bên dîtin her hefte li Qada Galatasarayê dihatin gelhev, ji ber şert û mercên pandemiyê vê hefteyê jî çalakiya xwe bi awayekî online pêk anîn. Dayikên Şemiyê di hefteya 886’emîn de faîlên Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de dema diçû mala xwe ya li navçeya Avcilar a Stenbolê, careke din agahî jê nehat girtin û piştî 58 rojên din cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hat dîtin, pirsîn. 
 
Di daxuyaniyê de ewilî ji malbata Hasan Ocak, Emîne, Masîde û Alî Ocak mafê axaftinê girt. Xwişka Ocak, Masîde Ocak bi bîr xist ku bi ser windakirina birayê wî ya di bin çavan de 27 sal derbas bûn û wiha got: “Danişîna doza ji ber daxuyaniya me ya hefteya 700’emîn derbarê me de hatiye vekirin, wê di 23’yê Adarê li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin. Çi dibe bila bibe di her şert û mercî de em dest ji lêgerîna windakiriyên xwe û parastina Galatasarayê bernadin.” Dayik Emîne Ocak jî wiha got: “Em Edalet û Qada Galatasarayê dixwazin.”
 
DESTNÎŞANKIRINA HEVRÛBÛNÊ
 
Kekê Hasan Ocak, Alî Ocak jî bal kişand ser bêedaletîyên di dosyaya birayê wî de û helwesta rayedaran û wiha got: “Derdê me pêkhatina hiqûq û edaletê ye. Her desthilata ku sûcdaran ceza neke, bi van kiryaran re hevrûnebe wê bibe hevkarê tiştên qewimîn. Kesên ku Hasan binçavkirin û qetilkirin, dernexistin holê û nehatin cezakirin. Lê em weke kesên ku pirsa aqûbeta kesên hatine windakirin dikin, dixwazin bên darizandin. Dixwazin tiştên qewimîne bidin ji bîr kirin û heqîqetê di nav tariyê de bihêlin.”
 
DMME’YÊ BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA
 
Pişt re parêzera malbatê Gulseren Yolerî axivî. Yolerî, bal kişand ser têkoşîna malbatê ya pirsîna aqûbeta Ocak û da zanîn ku malbat di encama vê têkoşînê de gihişt cenazeyê Ocak ê hat qetilkirin. Yolerî, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de di hiqûqa navxweyî de tu pêşveçûn pêk nehatin û diyar kir ku di serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî biryara binpêkirinê hat dayîn. 
 
LÊPIRSÎNEKE BI BANDOR NEHAT KIRIN
 
Yolerî, bi bîr xist ku ji bo faîlên Hasan Ocak bên tespîtkirin lêpirsîneke bi bandor nehat bi rê ve birin û xwest ku faîlên Ocak bên derxistin. Yolerî, xwest ku daxwazên wan ên di dosyaya lêpirsînê de bên bicih û destnîşan kir ku wê têkoşîna wan a hiqûqî bidome.
 
Dûre daxuyaniya hefteya 886’emîn xwarziya Hasan Ocak, Dîcan Acer xwend. Acer, xwest ku dewlet di dosyaya Hasan Ocak de dawî li bêcezatiyê bîne û pêvajoya ku Ocak windabûbû vegot. 
 
‘DEWLET MECBÛR E KU FAÎLAN TESPÎT BIKE’
 
Acer, da zanîn ku dosyaya Ocak 27 sal in li cem Dozgeriya Komarê ya Beykozê disekine û wiha got: “Kesên 27 sal in Hasan dan windakirin, bi zirxê bêcezatiyê tên parastin. Em di hefteya 886’emîn de careke din bi bîr dixin û daxwaz dikin; dewlet di rewşên binpêkirinên mafan de mecbûr e faîlên sûc tespît bike û wan ceza bike. Divê dewlet vê bêcezatiyê bidawî bike û lêpirsîneke bi bandor bimeşîne. Çend sal derbas bin bila derbas bibin jî em ê ji bo Hasan Ocak û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin, hiqûqê bi bîra dewletê bixin û dest ji Qada Galatasarayê ku 187 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”
 

Sernavên din

24/03/2022
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan