Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin

img

MERSÎN - Di Newroza bi coşeke mezin hat pîrozkirin de bi hezaran kesî daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. 

Îsal wê bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” li herêma Çûkûrovayê li 5 bajar û 2 navçeyan Newroz bê pîrozkirin. Amedekariyên Newrozê yên li herêmê temam bûn û îro bi Mersînê pîrozbahiyan dest pê kir. Pîrozbahiya Newrozê li Qada Tirmil bi çoşeke mezin pêk hat. Qada Newrozê bi flamayen reng rengî hat xemilandin. Pankartên "Em ê tecrîdê bişikînin û faşîzmê têk bibin" , "Newroz pîroz be" û "Kemal Kurkût nemir e" hatin daleqandin. Bi hezaran jin û zarok bi al û flamayên Newrozê yên kesk, sor û zer û bi tilîlî û dûrişmeya ""Bijî Newroz" ketin qada Newrozê. 
 
Jinên ku bi kincên xwe yên herêmî tevlî Newrozê bûn li qadê bi stran gotin û govend gerandin. Ji qada Newrozê timik dûrişmeyên mîna "Bijî Serok Apo" , "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gel, gel li vir e" , "Bijî berxwedana zindana" bilind bûn. HDK, DBP, TJA, HDP, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mersînê, parlamenterên HDP'ê yên Mersînê Fatma Kûrtûlan û Ridvan Tûran û Seroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekkirî Elîf Torûn Oneren, Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk, siyasetmedarê kurd Sirri Sakik û ji  7 saliyan heta 70 saliyan bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn. 
 
'SIBEROJ WÊ JI ÎRO BAŞTIR Û XWEŞTIR BE'
 
Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê herkesî bi yekdengî dûrişmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehît namirin" berz kirin. Axaftina vekirinê ya bernameyê Hevserokên HDP'a Mersînê Bedriye Kûş û Hoşyar Sariyildiz kirin û cejna Newrozê li beşdaran pîroz kirin. Piştî hevserokên bajar Parlamenterê HDP'ê yê Bajar Ridvan Tûran axivî got ku siberoj ji îro baştir û xweştir be. Piştî Seroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekkirî Elîf Torûn Oneren jî axivîn û bal kişandin ser têkoşîna yekkirî ya li dijî faşîzmê û peyamên xurtklirina rêya sêyemîn dan. 
 
'WE NEWROZÊ JI TUNEBÛNÊ AFIRAND'
 
Piştre siyasetmedar Sirri Sakik axivî û wiha got: "We Newrozê ji tunebûnê afirand. Em îro bi milyonan Newrozê pîroz dikin. Em dibêjin Newroz li jin û gelan pîroz be û bibe wesîleya yekitiya kurdan. Di Newroza sala 1992'yan de bi sedan kes hatin kuştin. Ji bo wan em ê îro agirê Newrozê careke din vêxin. Kesên ku vîna we HDP'ê nas nekin faşîst in. HDP gel e û gel jî li vir e. Em bi diran û neynokên xwe têkoşîna demokrasiyê didin. Hûn nikarin gel bi zextan bitepisînin. Hûn ê meseya aştiyê ava bikin."
 
'WÊ AŞTÎ JI ÎMRALIYÊ BÊ'
 
Parlamentera HDP'ê ya Mersîn Fatma Kûrtûlan piştî Sakik axivî û ev tişt gotin: "Newroz navê zindîbûn û berxwedanê ye. Em kurd di şopan Newroza sala 2013'an de diçin. Di Newroza 2013'an de birêz Ocalan deklerasyonek weşand. Di Newroza Amedê de birêz Ocalan çawaniya çareseriya Pirsgirêka Kurd ji dinyayê û Tirkiyeyê re ragihand. Em kurd ji bo pêkanîna deklerasyona ku birêz Ocalan pêşkêş kir heta dawiyê têbikoşin. Wê bi birêz Ocalan re biaxivin ji bilî vê çareyeke wan tuneye. Em ê bi rêya sêyemîn têbikoşin û aştiyê bînin vî welatî."
 
Piştî axaftinan hunermend Talat Yeşîl, Azad Bedran û Mehmet Aykût derketin ser dikê û stranên xwe gotin û bernameya Newrozê bi stranên xwe bi dawî kirin. 
 

Sernavên din

24/03/2022
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan