Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye

img

ŞIRNEX/MÊRDÎN - Li Herêma Botanê ku di pîrozbahiyên Newrozê de daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş, bi hezaran kesan diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. 

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê û li navçeyên Qileban û Basa yên Şirnexê bi hezaran kes bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” daketa qadên Newrozê. 
 
JI KERBORANÊ PEYAMA BERXWEDANÊ 
 
Bi hezaran kes li qada Newrozê ya li ser Cehdeya Kismetê ya Kerboranê hatin ba hev. Di pîrozbahiyê de Meclisa Dayikên Aştiyê, malbata Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest dabû, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Veysî Parilti, Hevseroka Partiya Kesk û Çep a Mêrdînê Leyla Kaya, Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altindag û aktîvîstên TJA’yê amade bûn. Tevî hewayê sar û barîna berfê jî bi hezaran kes herikîn qadê û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. 
 
’GELÊ KURD SERÎ NATEWÎNE’
 
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Ebrû Gunay axivî. Gunay, Newroz li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz kir û wiha got: “Em tevek jî ji bo azadî û yekitiya gelê kurd li dora agirê Newrozê xelekên govendê digerînin. Li hemû qadan jî banga têkoşînê dikin. Divê destilatdarî, daxwazên gelê kurd ên li van qadan tên qîrin bibihîze. Ev daxwaz jî azadî, aştî û yekitî ye. Yên ku van daxwazan paşguh dikin, ew kes in ku polîtîkayên tecrîd û şer ferz dikin. Lê qadên Newrozê aştî û azadiyê dixwazin. Niha dema dema serkeftina jin û ciwanan e. Gelê kurd serî natewîne û divê vîna gelê kurd bê naskirin. Çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. Yên ku çareseriyê dixwazin, divê bi Îmraliyê re hevdîtinan bikin. Dê nekarin bi polîtîkayên qeyûm û şer bi ser kevin.” 
 
Tevî barîna berfa zêde jî piştî axaftinan girseyê agirê Newrozê vêxist. Piştre jî hunermend derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan xelekên govendê gerandin. 
 
QILEBAN BI AGIRÊ NEWROZÊ GERM BÛ 
 
Hêj di saetên zû yên serê sibehê de xelkê Qilebanê ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi qada Newrozê ya li Xeraca Koylerê ve herikî. Welatiyan cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kiribûn. Barîna berfa zêde li pêşiya xelkê Qilebanê nebû astengî. Beriya destpêkirina pîrozbahiyê, ciwanan li qada Newrozê xelekên govendê gerandin û dirûşm berz kirin. Malbatên Roboskê, Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag, aktîvîsta TJa’yê Gulistan Sonuk û parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
JINA AZAD, CIVAKA AZAD 
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk axivî. Sonuk, Newroz di serî de li kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane û gelê kurd pîroz kir. Sonuk, piştre jî bal kişand ser tecrîda li ser Îmraliyê û wiha got: “Tecrîda giran a li Îmraliyê ev 24 sal in didome. Vê tecrîdê bi xwe re şer, krîza aborî û kûrkirina pirsgirêka kurd anî. Kesên vê tecrîdê disepînin, hewl didin bedela vê bi gel bidin kirin. Lê dê bi ser nekevin û AKP-MHP dê têk biçin.” 
 
Parlamenter Hasan Ozguneş jî destnîşan kir ku Dehaq, Nemrûd û Sedam hatin û çûn û wiha berdewam kir: “Kawayên hemdem her tim li ser pêya bûn û dê her tim li ser pêya bin jî. Serfermandarên ku pesnê xwe didan û digotin; ‘Em ê kurdan tune bikin’ bila baş li vê qadê binêrin. Tevî vê tofanê û berfa zêde jî gelê me li ser pêyan e û li ber xwe dide. Dê têkoşîna jin û ciwanên Kurdistanê we biavêje ser sergoya dîrokê.” 
 
Di dema axaftinan de girseyê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. 
 
Piştî axaftinan jî agirê Newrozê di nava tililiyan de hate vêxistin. Piştre hunermend Baran Çelebî derket ser dikê. Bername bi stranên hunermend Umut Botan berdewam kir. Xelkê Qilebanê li ber stranên hunermendan xelekên govendê gerandin. 
 
BASA: LI QUNTARÊ GABARÊ PÎROZBAHIYA NEWROZÊ
 
Pîrozbahiya Newroza Basayê li Qada Bazarê hate lidarxistin.  Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç û rêveberên HDP’a Basayê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Bi sedan welatî tevî barîna berfê û sermayê jî herikîn qada Newrozê. 
 
BI KIRAS Û FÎSTANAN DAKETIN QADA NEWROZÊ 
 
Xelkê Basayê bi rojan bû amadekariyên Newrozê dikirin. Hêj di saetên zû yên serê sibehê de kiras û fîstan, şel û şepikên xwe li xwe kirin û ber bi qada Newrozê ve herikîn. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û peyamên Newrozê hatibû xemilandin. 
 
PIŞTÎ 8 SALAN AGIRÊ EWIL
 
Pîrozbahiya Newrozê bi stranan dest pê kir, gel li ber stranan xelekên govendê gerandin û her ku diçû coşa xelkê zêdetir bû. Piştî 8 salan, cara ewil bû ku li Basayê agirê Newrozê hate vêxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokên HDP’a Basayê Ahmet Aktug û Bediya Îmre axivîn û Newroza gel pîroz kirin. Hevserokan di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku tenê Ocalan dikare ji bo şerê heyî rêyeke çareseriyê pêş bixe û pîrozbahiyên Newrozê jî weke nîşaneya vê rastiyê diyar kirin.
 
‘OCALAN DIKARE ŞER BIDE RAWESTANDIN’
 
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî di pîrozbahiyê de axivî. Kaçmaz, ji ewil Mazlum Dogan û kesên di Newroza 92’yan de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Newroz, berxwedana li dijî zilm û zordariyê ye. Tevî berf û baranê jî em herikîn qada Newrozê. Wateya Newrozê ji bo gelê kurd cuda ye. Hevalên me li girtîgehan dîl hatine girtin. Bi taybet jî hevalên me yên nexweş nayên berdan. Di şexsê Aysel Tugluk de em dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Zilma AKP’ê ji her demê bêhtir zêde bûye. Me çawa îro agirê Newrozê gur kiribe, em ê têkoşîna xwe jî mezintir bikin. Yên ku dawî li pêvajoya çareseriyê anîn, dê winda bikin. Yên ku gelê kurd tune dihesibînin dê têk biçin. Yên ku dibêjin em ê vê sedsalê jî kurdan bêstatû bihêlin, bila baş bizanin ku berxwedan û têkoşîna vî gelî mîna girê Newrozê bilind dibe û em ê bi ser kevin. Em ê teqez lê teqez bi ser kevin.”
 
Piştî axaftinan, mitîng bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

24/03/2022
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan