Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin

img

MELETÎ - Secan Kûrkût diyar kir ku Newroz ji bo her kesî cejn e, lê ji bo wê rojeke "êşbar" e û got: "Kesên îsal biçin Newrozê bila Kemal ji bîr nekin. Her cara ku agirê Newrozê bê vêxistin bila Kemal bê bîra wan, bila neyê jibîrkirin." 

Xwendekarê Fakulteya Ciwankariyê ya Zanîngeha Înonu ya Meletiyê Kemal Kûrkût (23), di 21'ê adara 2017'an de ji bo tevli Newroza Amedê bibe, li têketina Qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Waliyê Amedê yê wê demê têkildarî bûyerê daxuyandibû ku bûyereke "xwekujiyê" bûye, lê piştî rojnamevan Abdûrrahman Gok bi 8 wêneyan rastiya bûyerê eşkere kiribû, Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn dabû destpêkirin û ji bo vê guh li 72 polîsan hatibû kirin. Ji polîsan derbarê Yakûp Şenocak bi sûcê "kuştina qesdî" îdianame hatibû amadekirin. Çendî raporên krîmînal, pêzaniyê û Buroya Krîmînal a Neteweyî hebûn jî, doz bi îdiaya "kêmbûna delîlan" bi beraetê bi dawî bûbû. Her wiha heqê parêzerê polîsê kiryar Şencak jî ji budçeya Midûriyeta Giştî ya Polîsan hatibû dayîn.
 
Di dozê de polîsê kiryar beraet kiribû, lê ji bo wêneyên girtibûn polîsan du caran avêtibû ser mala rojnamevan Gok û derbarê wî de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Di dozê de hatibû xwestin ku 20 sal ceza li Gok bê birîn. 
 
Her wiha dadgehan qîma xwe bi vê jî neanîbû. Doza tazmînatê ya malbata Kûrkût ku bi hinceta "kêmaniya di xizmetê de" li Wezareta Karên Navxweyî vekiribû û dadgehê biryar dabû ku divê wezaret 256 hezar TL tazmînata madî û manewî bide malbatê di 12'ê çileyê de ji aliyê dadgeha îstinafê ve hatibû xerakirin. 
 
 
HÊ JÎ ŞÎNÊ DIGIRIN
 
Bi boneya salvegera qetilkirina Kemal Kûrkût me xwest em hevdîtinê bi dayik Secan Kûrkût re bikin. Piştî ku bira Ferhat Kûrkût diyar kir ku "Diya min êdî hew deyax dike biçe xaniyê ku odeya Kemal lê heye" me cihê civana xwe guherand û me pê re li mala wê ya li navçeya Battalgaziyê civana xwe kir. Her wiha bira Kûrkût bilêv kir ku piştî mirina birayê wî diya wî qet dest nedaye odeya birayê wî. 
 
Beyî ku em hevdîtinê bi dayik Kûrkût re bikin, em pêşî çûn xaniyê ku zarokatiya Kemal Kûrkût lê derbas bûye. Par beriya bîranînê em cardin hatibûn me li odeya wî mêze kiribû. Vê carê jî gava em çûn odeya wî me dît ku her tişt wek xwe ye, tu tişt neguheriye, ji xeynî tiştekî. Ew jî 13 wêneyên Kemal li odeyê hatine bicihkirin. 
 
Gava em çûn xaniyên wan ên li navçeya Battalgaziyê, me dît li vir tu wêneyên Kemal tune ne. Lê dayik Secan wêneyekî Kemal ê bi kemanê hatiye girtin, di paxila xwe de veşartiye. Dayikê ev wêne xist hundirê çarçoveyekê û dest bi qiseya xwe kir.
 
BI HESRETA BAV MEZIN BÛ
 
Dayik Secan, diyar kir ku gava Kemal 4 salî bûye bavê wî ji ber pençeşêra kezebê jiyana xwe ji dest daye û Kemal ji ber nexweşîna bavê xwe qet nikaribûye bavê xwe hembêz bike. Dayik Kurkût, anî ziman ku piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye tevî zarokên xwe Ercan, Cîhan, Ferhat û Kemal li nav zeviyên mişmişan xebitiye û bi vî awayî zarokên xwe mezin kiriye. Dayik Kûrkût ku got "me gelek eziyet kişand" ji bo Kemal wiha got: "Pir ji henekan hez dikir. Tim henek dikirin û em dikenandin. Şermokî bû. Tim digot, 'gava dibistan biqede ez ê stranan bibêjim.' Behsa xeyalên xwe dikir û ji min re digot, 'Te pir eziyet kişandiye, ez ê bikim ku tu li qesran bijî.'" 
 
KÊLIYÊN DAWÎ! 
 
Dayik Secan, diyar kir ku Kemal beriya Newroza Amedê bi 20 rojan jê re gotiye dê biçe Newrozê û wiha behsa kêliyên dawî yên bi kurê xwe re kir: "Ji min re got, 'Ez ê biçim Newrozê. Birayê min li Êlihê ye, ez ê biçim cem wî jî û du roj bi şûn de vegerim.' Min jî got, 'neçe'. Piştî min wisa got qet behs nekir. Beriya Newrozê bi rojekê bi şev li hewşê bi kûçik re dilîst. Dinya sar bû û min jê re got were hundir. Wê kêliyê, cara dawî bû ku min ew dît. Serê sibehê nîşeyek danîbû ber deriyê odeya xwe. 'Min nerihet nekin, berguhk di guhê min de ne.' Ez jî çûm nav erdê mişmişan. Êvarî gava ez hatim malê, mal qelebalix bû, lê kesî tiştek ji min re negot. Her dawî gava min israr kir gotin, 'Kemal qeza kiriye.' Serê sibehê em birin morgê, ez li wir hîn bûm." 
 
'ÇIMA?'
 
Dayik Secan, bilêv kir ku tahde li cenazeyê Kemal hatiye kirin û gava cenaze dihat şûştin av hat qutkirin, şaredariyê wesayîta cenaze nedaye û nehatiye hiştin li kêleka bavê xwe bê veşartin. Dayik Secan, diyar kir ku piştî 5 salan ji polîsên ku kurê wê kuştine pirsiye "Çima we ew kuşt?" û hê jî wêneyê ku rojnamevan Gok kişandine rê wê nedane. Dayik Secan, anî ziman ku tê gotin di wan wêneyan de Kemal tazî ye û got: "Kesên kurê min kuştin wekî tu tişt nebûbe ji xwe re digerin. Ez çûm dadgeha ewil û min got, 'ez gilî dikim.' Ez ê heya dawiyê gilî bikim."
 
Dayik Secan pirsa "Çi sûcê Kemal, Berkîn, Alî Îsmaîl û bi sedan zarokên din ên niha navê wan nayên bîra bûn hebû?" kir û wiha domand: "Ev çito edalet e? Ev çito dewlet e? Bila ceza li wan bê birîn. Dadgehê beraet da polîs û bi vî awayî careke din Kemalê min kuşt. Ez edaletê dixwazim. Bila ciwan nemirin. Bila ciwanan nekujin. Wan jî xeyalên xwe hene û dixwazin bijîn."
 
BANGAWAZÎ
 
Dayik Secan Kûrkût, destnîşan kir ku Newroz ji bo her kesî cejn e lê ji bo wê rojeke "êşbar" e û axaftina xwe wiha qedand: "Kesên îsal biçin Newrozê bila Kemal ji bîr nekin. Beriya her kesî bila navê wî bilêv bikin. Her cara ku agirê Newrozê bê vêxistin bila Kemal bê bîra wan, bila neyê jibîrkirin. Em ê di 20'ê adarê de cardin biçin ser gora wî. Çi qas qelebalix be em ê ew qas kêfxweş bin. Bila me bi tenê nehêlin." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

24/03/2022
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan