‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’

  • rojane
  • 10:03 12 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Rêveberê SES’ê Mûrat Ozbey diyar kir ku AKP di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya ku hêj hîmê wê nehatiye avêtin dike û wiha got: “Pêdiviya xelkê Şirnexê ne bi nexweşxaneyên mezin lê bi hilberîna di tenduristiyê de heye.” 
 
Xelkê Şirnexê û navçeyên wê di hêla xizmetên tenduristiyê de zehmetiyên mezin dikişînin. Li hêla din Nexweşxaneya Bajêr a Şirnexê ku hêj hîmê wê jî nehatiye avêtin, di her hilbijartinê de ji hêla AKP’ê ve weke amûra propagandayê tê bikaranîn. Li gorî projeyê dê nexweşxaneya ku were çêkirin bi kapasîteya 500 cihan be. Ev proje di sala 2019’an de ber bernameya razemeniya sala 2019’an ketibû û di 18’ê sibata 2019’an de jî di Rojnameya Fermî de hatibû ragihandin. Dihat payîn ku nexweşxane li gundê Tilêlayê bê çêkirin lê piştî ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de AKP’ê Şaredariya Şirnexê bi dest xistî, ji gundê Tilêlayê veguhestin gundê Îkîzce yê girêdayî navendê. Projeya nexweşxaneyê veguhestin herêma kanên komirê û şantiyeyê û tê gotin ku ev yek bi mebesta “ranta siyasî” hatiye kirin. Tevî ku di her hilbijartinê de weke amûra propagandayê tê bikaranîn û bi ser re sal jî derbas bûne, hêj jî hîmê wê nehatiye avêtin. 
 
ÎHALE HATE BETALKIRIN 
 
Îhaleya nexweşxaneya ku tê payîn dê di hilbijartina pêş de jî çêkirina wê weke amûra propagandayê bê bikaranîn, çendek roj berê hate betalkirin. Rayedardan heta niha jî têkildarî îhaleyê û sedema betalkirina wê bi raya giştî re agahiyek parve nekirine. 
 
Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Şirnexê Mûrat Ozbey diyar kir ku çêkirina nexweşxaneyê di her hilbijartinê de weke amûreke propagandayê tê bikaranîn. 
 
REWŞA NEXWEŞXANEYÊ
 
Ozbey, destnîşan kir ku li seranserî Şirnexê hema hema kesek nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire û wiha got: “Tesîsên tenduristiyê yên heyî bi têrî nakin. Lewma hem li navenda bajêr û hem jî li navçeyan hejmara bijîşkan pir kêm e. Bijîşkên gelek beşan jî tune ne. Di gelek beşan de jî bijîşkek bi tena serê xwe hewl dide xizmetê bide tevahiya bajêr. Li rexa din ji ber qeyrana aboriyê derman nayên peydakirin. Heta gelek nexweşên ku diçin beşa lezgîn, ji ewil diçin dermanên xwe distînin û piştre tên dermankirin. Pirsgirêkên bi vî rengî di demên dawî de zêde bûne.” 
 
‘ÎHALE HATE BETALKIRIN’
 
Di berdewamê de Ozbey bi bîr xist ku bi salan e hikûmet soza çêkirina nexweşxaneyeke bi kapasîteya 500 cihan dide û wiha domand: “Ev bû çend sal lê hêj hîmê wê jî nehatiye avêtin. Çendek roj berê kete ber îhaleyê lê hate betalkirin. Derfetên baş nayên çêkirin ku gel bikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire. Di mijara cihê nexweşxaneyê de pirsgirêk heye. Divê cihê nexweşxaneyê ji bo rêvebirina xizmetên tenduristiyê û avakirina tesîsa tenduristiyê di cih de be. Nabe ku nexweşxane li kêleka kanên komirê bê çêkirin. Her wiha tê gotin ku dê di demên pêş de li wê herêmê santraleke termal bê çêkirin. Lewma ev herêm nabe.”
 
‘WEKE AMÛRA SIYASÎ TÊ BIKARANÎN’
 
Bi domdarî Ozbey anî ziman ku li hemberî tenduristiya gel tu hesasiyetek nîne û wiha bi dawî kir: “Mijara behsa xeberê rant e. Ji ber rantê, hinek derdoran derbekî mezin li xizmetên tenduristiyê dan. AKP di her hilbijartinê de mijara nexweşxaneyê weke amûra propagandayê bi kar tîne. Vaye bû du hilbijartin ku bi ser vê projeyê re derbas dibin. Lê hêj jî xelkê Şirnexê nikare xizmeteke baş a tenduristiyê bibîne. Bi nêzbûna hilbijartina nû re AKP’ê dîsa mijara nexweşxaneyê kir rojev. Pêdiviya xelkê Şirnexê ne bi nexweşxaneyên mezin lê bi hilberîna di tenduristiyê de heye. Divê xizmetên tenduristiyê nekin amûra siyasetê. Çêkirina nexweşxaneyê bi tena serê xwe têrî nake. Divê xebatkar, hemşîre û bijîşk tê de hebin. Tiştekî rast nîne ku tenê nexweşxane bê avakirin û weke amûra propagandayê bê bikaranîn.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

15/04/2022
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
14:46 Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin
14:39 Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
14:06 Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir
13:33 Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn
13:22 Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
13:22 Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin
13:04 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
13:01 Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin
12:38 SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
12:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:31 Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn
11:39 Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn
11:20 Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike
11:19 20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê
17:36 Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin
17:22 Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê
17:07 Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne
16:56 Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn
16:37 Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin
16:33 Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin
16:20 Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
16:20 Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn
14:39 'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin'