Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin

  • rojane
  • 17:10 12 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku êrişa dawî ya li dijî HDP’ê bi navê DAIŞ’ê hatiye kirin û wiha got: “Di operasyona dawî de kesên alîkariya mirovî didan Kobanê hedef hatin kirin. Xuyaye ku ev operasyon bi navê DAIŞ’ê hatiye kirin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de axivî. Buldan, da zanîn ku HDP’ê hêza xwe ya siyasetê di demên dawî de xurtir kiriye û hêviya xwe mezintir kiriye. Buldan, diyar kir ku HDP’ê nexşerêyek destnîşan kiriye û HDP alternatîfa demokratîk a guherînê ye. 
 
Bi domdarî Buldan ev tişt anî ziman: “Rêya herî girîng a xelaskirina civakê ya ji têkçûna heyî, HDP ye. Roj bi roj jî hêza xwe mezintir dike. Hêviya guherînê li her deverê belav kiriye. Dê xebatên me yên ji vir û şûnde jî bi heman israrê berdewam bikin. Em ne sekinîn! Ne rawestin, ne westin û em têk neçûn û dê têk neçin jî.”
 
‘XELK DI BIN ZILMA ENFLASYONÊ DE DIFETISE’ 
 
Di berdewamê de Buldan bal kişand ser rewşa aboriyê û ev tişt anî ziman: “Şewata li ser sifreya gelê me her ku diçe mezintir dibe. Desthilatdarî dibêje ku qeyrana heyî demkî ye lê ne wisa ye. Heta ku tifaqa qeyranê ya AKP-MHP’ê desthilatdar be, têkçûna heyî jî dê mayînde be. Siyaseta wan gelên me ber bi têkçûn, bihabûna jiyanê, zeman û pergala rizî ve dibe. Tu têkoşîneke van a li hemberî enflasyonê nîne. Sedema enflasyonê ew bi xwe ne lewma nikarin li dijî xwe têbikoşin. A din tenê gotinên vala ne. Xelk, li ber zilma enflasyonê ya Qesrê difetise lê li gorî wezîrê çandiniyê ‘êdî tu kes birçî nîne.’ Desthilatdariya we ev welat hilweşand û ji bilî zilmê tiştek neda vî miletî. Zîhniyeta ku ji xelkê re dibêje sebir bikin, bênavber îhaleyan didin alîgir û malbatên xwe. Ew dê bixwin lê ji xelkê re bibêjin sebir bikin. Ne şerm û fihêtî di van de nema ye. Êdî gel ji derewên we bêzar bû.” 
 
‘SERDEMA NÛ DÊ BIBE TÊKÇÛNA WE’
 
Bi domdarî Buldan gotina AKP’ê ya “Dê sala 2023’yan cuda be” bi bîr xist û wiha got: “Erê rast e dê 2023’yan cuda be. Dê serdemekî nû dest pê bike ku ew serdem dest pê kiriye jî. Em ê dawî li pergala talanê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin û rê li ber serdema demokrasî û edaletê vekin. Dê serdema hesabpirsîna ji vê desthilatdariyê dest pê bike. Em ê vê serdemê bi HDP’ê re dest pê bikin ku dest dide destê hemû derdorên cuda yên civakê û têkoşîna demokrasiyê ya hevpar dimeşîne. Dê desthilatdariya we tirsa herî mezin jî li ser sindoqan bijî.” 
 
‘PERGALA DARBEYÊ MAYÎNDE KIRIN’
 
Buldan, da zanîn ku pêvajoya têkçûna îro bi referandûma di 16’ê nîsana sala 2017’an de dest pê kir û wiha domand: “Bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re û bi konsepta şer re ev hilweşîn dest pê kir. Bi vê pergalê re ji ewil daraz bi dest xistin û xistin bin tehekûma xwe. Vîna parlamento û venihêrînê xesp kirin. Mekanîzmaya gensoruyê ji holê rakirin. Nexwe dê bi dehan wezîr bi saya gensoriyan li Meclisê hesab bidana. Lê bi hîleyên xwe rê li ber vê jî girtin. Ji bo ku haya xelkê ji rastiyan nebe, dest danîn ser medyayê jî. Bi destê qeyûman jî vîna gel xesp kirin. Bi saya operasyonên li dijî siyaseta demokratîk û kompasan jî pergala darbeyê mayînde kirin. Ji bo vê pergalê li ser pêyan bihêlin, hem li derve û hem jî li hundir bênavber dijminan diafirînin û şer derdixînin. Pirsgirêka kurd terorîze dikin û hewl didin bi girtin û qedexeyan çareser bikin. Lê hemû kesî dît ku tiştekî wiha pêkan nîne. Sedema van pêkanînan jî ew e ku pergala xwe ya nelirêtî, talan, rant û kedxwariyê li ser pêyan bigirin.” 
 
‘PERGALA ÇETETIYÊ LI HOLÊ YE’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan anî ziman ku li cihekî hiqûq, mafên mirovan û standartên demokrasiyê tên binpêkirin, îstîkrara aborî û siyasî jî nabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke hûn hiqûqê ji navê derxînin, ya ku di destê we de dimîne dê tenê pergala çeteyan be. Doza Kompasê ya Kobanê jî yek ji mînakên vê ne. Wekî ku hûn jî dizanin, navê serokê dadgehê yê berê bi koma çete ya ‘Atadedeler’ tê bîranîn. Ku hate binçavkirin û niha di hefsa malê de ye. Bi vê yekê re xuyaye bê ka daraza Tirkiyeyê teslîmî destên kê hatiye kirin. Di 14’ê nîsana 2009’an de operasyonên KCK’ê kirin. Wê demê jî bi heman kompasan bi hezaran siyasetmedar girtin. Ew operasyon jî AKP û hevaldostên wan daraza cemaetê bi hev re kirin. Niha jî li şûna cemaetê, komên çete bi cih bûne. Ji vê armanc ew e ku kompasa li dijî siyaseta demokratîk û muxalefeta civakî bidomînin.” 
 
OPERASYONÊN BINÇAVKIRINÊ
 
Pervîn Buldan, destnîşan kir ku li holê tu delîl û belge nînin û wiha berdewam kir: “Gelemperiya şahidan ji giliyên xwe lê ve bûn. Bi yek du şahidên vala hewl didin Doza Kompasê ya Kobanê bidomînin. Bi operasyona îro jî alîkariyên ji bo Kobanê hedef hatin girtin. Hevşaredarên me yên berê, endamên meclisê û rêveberiyên me yên partiyê yên berê jî di nav de derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Ji van 46 jê hatine binçavkirin. Bi operasyona îro re kesên di dema Kobanê de alîkariya mirovî kirine hedef hatin girtin. Doza Kompasê ya Kobanê têk diçû lewma hewl dan bi vê yekê pêşî lê bigirin. Lê ev kes li ser sûc hatine girtin. Pir aşkera ye ku zîhniyeta ku endamê koma çete kiriye serokê dadgehê, ev operasyon li ser navê DAIŞ’ê kiriye. Bi vê yekê re xwedî li komkujiyên DAIŞ’ê derdikevin. Ji ber ku Kobanê neket, nekarîn barizganiya xwe ya bi DAIŞ’ê re bidomînin. Lewma aciz in. Sedema din jî windakirina wan a di 7’ê Hezîranê de ye. Heke wê demê bikariyan bi ser kevin, dê vê pergala xwe ya rantê ya bi koma çete ya 5 kesan têxina meriyetê. Niha jî bi destê darazê tola xwe hiltînin. Lê çi dikin bila bikin dê ev doz têk biçe û dê AKP-MHP di bin xerabeyên wê de bimînin.”
 
RÊYA 3’YEMÎN RÊYA XELASIYÊ YE’
 
Bi domdarî Buldan qala serdegirtina avahiya HDP’a Cizîrê  kir û da zanîn ku bi mejiyê dijminatiyê êrişî partiyê hatiye kirin. Buldan, got ku tu ferqa dîmenên li Ûkraynayê ji yên Cizîrê cudatir nînin. Buldan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her ku winda dikin, bêhtir êriş dikin. Yek ji qadên ku ev pergala zordar herî zêde lê xuyanî dibe, girtîgeh in. Bi tecrîd, îşkence û binpêkirinên xwe girtîgeh veguherandine cihên mirinê. Lê dê ev pergala we ya şêlandin, îşkence û mirinê dê têk biçe û hûn dê di bin wê de bimînin. Dê têkoşîna birûmet a mirovên li dijî we serî natewînin bi ser keve. Divê hemû kes xwedî li Rêya 3’yemîn a HDP’ê derkeve ji ber ku rêya xelasiyê ye. Wer in em di vê rêyê de mil bidin milên hev, pêş bikevin û bi hev re xwe bigihînin demokrasiyê.” 
 

Sernavên din

15/04/2022
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
14:46 Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin
14:39 Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
14:06 Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir
13:33 Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn
13:22 Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
13:22 Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin
13:04 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
13:01 Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin
12:38 SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
12:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:31 Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn
11:39 Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn
11:20 Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike
11:19 20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê
17:36 Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin
17:22 Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê
17:07 Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne
16:56 Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn
16:37 Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin
16:33 Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin
16:20 Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
16:20 Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn