Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin

  • jin
  • 09:07 16 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Jinên li Baxçeyên Hewselê dixebitin, rojane 90 lîre qezenc dikin. Jinan diyar kir ku ji serê sibê heta êvarê pişta wan dişikê lê pereyê keda xwe hindik distînin û xwestin keda wan bê dîtin. 

Jin tenê ne bi tundiyê û kuştinê re rûbirû ne, her wiha jin bi xizanî û kedxwariyê re jî rûbirû ne. Jinên ku hem li malê hem jî li derve ked didin û dixebitin dixwazin keda wan bê dîtin. Jinên karê çandiniyê dikin di nava şert û mercên dijwar de dixebitin. Jin li nava zeviyan bi saetan dixebitin lê heqê keda xwe nastînin. Jinên ku bênavber bi kedek helal û paqij dixebitin dixwazin heqê keda xwe bistînin. 
 
Jinên ku li nav zeviyên Baxçeyên Hewselê yên Amedê dixebitin jî behsa keda xwe û zehmetiyên ew pê re rûbirû mane kirin. 
 
DEST JI DIBISTANÊ BERDA YE Û DIXEBITE 
 
Esma Albay (21) a ku li nav baxçeyê marola rojane 10 saet dixebite diyar kir ku li gel ewqas saet dixebite jî tenê rojane 90 lîre qezenc dike û ew ji serê sibehê heta êvarê tevrikê dike. Albay da zanîn ku wê ji ber sedemên aborî dest ji dibistanê berda ye û ji ber krîza aborî jî şert û mercên debarê zehmet bûne. Albay got tevî ku bavê wê nexweşe jî lê ji bo debarê ji neçarî dixebite û ji ber vê krîzê hemû ferdên malbatê neçarin ku bixebitin. Albay destnîşan kir ku bihayê marolê bûye 45 lîre lê ew hêj li zeviyan bi 100 lîreyî dixebitin û got: “Ev tişta tê kirin ne heq e. Em dixwazin heqê me çi be wê bidin me. Bi vî pereyê em distînin jî tiştek pê nayê kirîn.” 
 
BI VÎ PEREYÎ DEBARA 9 FERDAN DIKE 
 
Berfîn Ozsonmez (20) jî anî ziman ku ji ber tengasiyên aboriyê di pola dawî ya lîseyê de dest ji dibistanê berda ye û di nav 9 ferdên malbatê de ew bi tenê dixebite û ji bo debara malbatê dest ji dibistanê berda ye. Ozsonmez anî ziman ku tevî ku ew di di îsraheta nîvro de dixebitin jî dîsa jî keda heqê xwe nastînin. Ozsonmez da zanîn ku heqê keda ew didin divê bi ser 150 lîreyî re be û lê rojane ew 90 lîreyî distînin lê belê êdî tîşortek jî bûye 90 lîre û ji berk eda wan tê xwarin ew karek bi ewlekarî û mîsogerî dixwaze. 
 
JI SERÊ SIBÊ HETA ÊVARÊ PIŞTA WAN DIŞIKÊ 
 
Bêrîvan Oktay (20) a ku hem li nav zeviyean dixebite hem jî xwe ji bo zanîngehê amade dike jî destnîşan kir ku heqê keda wan tê xwarin û 7 roj bêyî roja bêhnvedanê dixebite. Oktay got ew ji neçarî di nava zeviyên çandiniyê de dixebite. Oktay anî ziman ku divê roja wan ne 90 lîre be û ew çi heq dikin wê bistînin yanî divê rojane 160-170 lîre bistînin û yê ku pişta wan dişkê û diwestin karker in lê yên ku qezenc dikin xwediyên kar in. Oktay da zanîn ku ji serê sibê heta êvarê pişta wan di ber wan de dişkê lê belê ji neçarî karê tevirkê dike. 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

21/04/2022
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be