‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’

  • rojane
  • 11:43 16 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart ku piştî hatibû binçavkirin hate berdan, diyar kir ku tê xwestin ku partiya wan krîmînalîze bikin û wiha got: “Xwestin me hemûyan bigirin lê berxwedana gelê me ev kumpas  pûç kir. 
 
Polîdan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de di 11’ê Nîsanê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê û gelek malan de girtibûn. Di serdegirtinan de Hevserokê HDP’a Cizîrê jî di nav de 9 rêveberên HDP’ê hatibûn binçavkirin. Li dijî vê yekê welatiyên Cizîrî li pêş avahiya HDP’a Cizîrê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Bi hezaran kesan serdana çalakiya nobetê ku 3 rojan berdewam kir, kirin. Rêveberên HDP’ê yên li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê dihatin ragirtin di 13 û 14’ê Nîsanê de ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. 
 
Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart û Dayika Aştiyê Esmer Çikmaz tiştên ku serdegirtinên malan û di bin çavan de jiyan vegotin. 
 
Nart, diyar kir ku polîsên ku hatine mala wan berê çekan dane wan, qîr kirine û wiha got: “Li malê zarokên min ku yê herî biçûk 5 salî bû hebûn. Bi ketina malê ya polîsan a bi vî awayî gelek tirsiyan . Di lêgerîna malê ya bêhiquqî de dest danîn ser telefona min, a hevjîna min û zarokê min.”
 
‘DENGÊ BERXWEDANÊ HATE BIHÎSTIN’
 
Nart, bi bîr xist ku 3 rojan di bin çavan de maye û di bin çavan de hin materyalên dema serdegirtina partiya wan a di 11’ê Kanûna 2021’an de hatibûn desteserkirin ji wî pirsîne. Nart, da zanîn ku hin rojname û kovar ê bi destûra dewletê derdikevin hewldane weke weşanên îllegal bidin nîşandan û wiha berdewam kir: “Bi vê serdegirtina avahiya partiya me xwestin partiya me krîmînalîze bikin û hewl dan ji doza girtina partiya me re malzemeyan peyda bikin. Pişt re hat dîtin ku ev serdegirtin vala derket. Gelê me di vê pêvajoyê de bi berxwedaneke mezin bû bersiv. Dengê berxwedana gelê me ya li pêş avahiya partiya me daye destpêkirin, heta nezareta Miduriyeta Polîsan a Şirnexê ku em lê dihatin ragirtin hat. Me dît ku ji polîsan heta dozger ev deng hatiye her kesê. Amadekariyên kumpasekê hebûn hewl dan me hemûyan bigirin lê berxwedan û xwedî derketina gelê me ev kumpas pûç kir. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘HEQARET KIRIN’
 
Yek ji kesên di serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin jî endam Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêvebera HDP’a CizîrÊ Esmer Çikmaz bû. Çikmaz a ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê emeliyat bibû, di meşê de zehmetiyê dikişîne, diyar kir ku polîsan serê sibê saet 05.00’an de bi ser mala wan de girtine û wiha got: “Bi awayekî zalimî bi ser mala me de girtin. Hemû mal ser û bin kirin.”
 
Çıkmaz a di qedexeyên derketina kolanan a di sala 2016’an de li Cizîrê hatibûn îlankirin de zarokên xwe yên bi navê Yasemîn û Vahap Çikmaz winda kirin, bi lêv kir ku polîsan dema lêgerînê de li wêneyên zarokên wê yên bi dîwarî ve daliqandî nêrîne û heqaret li wan kirine. Çikmaz, ragihand ku ev tişta hate kirin zilm e û wiha berdewam kir: “Eleqeya vê tişta hatiye kirin bi mirovatiyê re nîne. Heqareta li mirovekî ku jiyana xwe ji dest daye tê kirin, derveyî mirovahiyê ye.”
 
‘BILA KES QALA EDALETÊ NEKE’
 
Çikmaz, destnîşan kir ku bi zextên li ser partiya wan dixwazin gel bitirsînin û got: “Bi van zextan hewl didin me bitirsînin lê her carê jî em bihêztir derdikevin. Em 30 sal in bi van zextan re têdikoşin. Beriya niha gundên me şewitandin û em bi darê zorê derxistin. Niha jî her tim zextan dikin û hewl didin me bitepisînin. Haydê we em binçavkirin we çima bi awayekî hovane bi ser partiyê de girt? Ev tişta hatiye kirin ne mirovatiye. Bila kes qala edaletê neke.”
 
MA / Omer Akin
 
 

Sernavên din

21/04/2022
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be