Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne

img

ENQERE - Meclisa Partiyê ya HDP'ê, ji bo êrişa ku li dijî Başûrê Kurdistanê hat destpêkirin got ku yek ji êrişên 40 sal in berdewam dikin û neçareseriyê kûrtir dikine û ev daxuyanî da: "Ev şer ne ji bo selametiya welat ji bo selametiya AKP-MHP'ê ye."

Encamnameya, Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 17'ê nîsanê de di bin serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de li hev civiyabû, hat aşkerakirin. Encamname bi sernavê "Dema mezinkirina HDP'ê û hêviya me ye" hat weşandin. Hat diyarkirin ku civîna PM'ê li avahiya HDP'ê ya Balgatê hatiye lidarxistin. 
 
Encamnameya civîna PM'a HDP'ê de bi kurtayî wiha ye:
 
"Di pêvajoya ku şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike de Tirkiyeyê êrişên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Êrişa ku niha li Herêma Kurdistanê didome yek ji êrişên ku 40 sal in berdewam dikin û neçareseriyê kûrtir dikine. Desthilat, vê êrişê ji bo ser krîz, xizanî û birçîbûnê bigire bi kar tîne. Divê raya giştî û hêzên demokrasiyê vê bi awayekî zelal bibînin. Ev şer ne ji bo selametiya welat ji bo selametiya tifaqa AKP-MHP'ê ye. Welat û Rojhilata Navîn, bi aştiyeke li ser bingeha wekheviya gelan wê bigihîjin aramiyê. 
 
ABORÎ
 
Li Tirkiyeyê 30 milyon kes bi xetereya birçîbûnê re têdikoşin. 9 milyon kes bêkar jiyana xwe didomînin. Birçîbûn li gel tê ferzkirin. Ev pergal pergala kedxwarî û rantê ye û xwedîkirina diz û alîgiran e. Em ê li dijî vê têkçûnê piştevaniyê civakî bikin; têkoşînê bi hemû xizan, kedkar û karkerên welat mezintir bikin.
 
TECRÎD
 
Li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya civakî û demokratîkbûnê tecrîd e. Tecrîda mûtlaq ku li Îmraliyê li dijî birêz Ocalan tê meşandin, di 8'ê Adarê û Newrozê de li qadan bi xwedîderketina vînî ya jin û di serî de gelê kurd gelên Tirkiyeyê hat teşhîrkirin. Di vê çarçoveyê de em bang dikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û ji bo ku pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin û Pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin şertên pêwîst bên avakirin. Di vê mijarê de bila gelê me ku di Newrozê de bi awayekî girseyî peyama xwe da bizanibe ku wê HDP bi hemû hêza xwe ji bo tecrîda mûtlaq û çareseriyê xebatên xwe bidomîne. 
 
ÊRIŞÊN GIRTÎGEHAN
 
Di hedefa zext û êrişên ku tifaqa AKP-MHP'ê li ser tevahiya civakê dimeşînin de girtîgeh hene. Ji bo girtiyên nexweş girtîgehan veguherandine malê mirinê. Hemû mafên girtiyan tên desteserkirin. Weke HDP em ê têkoşîna xwe ya li dijî zextên li girtîgehan bilind bikin. 
 
DOZÊN LI DIJÎ HDP'Ê
 
Hewldanên kompasê û girtina partiya me ji aliyê tifaqa AKP-MHP'ê ve bi lez û bez didome. Ji bo ku Doza Kompasê ya Kobanê ku ji gelek aliyan ve hatiye têkbirin û kevn bûye ji nû ve zindî bikin gelek rêhevalên me hatin binçavkirin. Paradîgmaya HDP'ê ya demokrasî, wekhevî, azadî, edalet, aştî, biratiyê ji aliyê gel ve tê qebûlkirin. Di 8'ê Adarê û Newrozê de gelan, jinan, ciwanan û hêzên demokrasiyê bersiva herî baş dan êrişên li ser HDP'ê. Îro parastina HDP'ê parastina siyaseta demokratîk û pêkve jiyanê ye. Em ê heta dawiyê HDP'ê û fikriyata wê biparêzin. 
 
1'Ê GULANÊ
 
Em amadekarî dikin ku agirê Newrozê veguhezînin 1'ê Gulanê. Di pêvajoya ku birçîbûn û xizanî kûr bûye de bi piştevaniya hemû karker, kedkar, xizanan em ê 1'ê Gulanê li gorî ruhê 1'ê Gulanê pîroz bikin. Em ê daxwazên nan û aştiyê biqîrin. 
 
KONFERANS Û KONGREYA MEZIN
 
Meclisa Partiya me, di encam şêwrên mezin û bihêz de biryara starta konferans û kongreya me ya mezin da. Partiya me bibiryar e ku sazîbûna faşîzmê asteng bike û hemû derfet û amûrên siyaseta demokratîk bi kar bîne. Aqûbeta ku desthilatên borî yên fikirîn siyaseta demokratîk tasfiye bikin pê re rû bi rû man, li benda desthilata ku bi heman ferasetê tevdigereye. 
 
Li Tirkiyeyê, ji bo avakirina tifaqa demokratîk ku nîşaneya şênber a siyaseta xeta sêyemîn e, dem dema rêxistinbûna mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax e. Em ê li atolye, kargeh û li hemû qadên em li dilberînin vê xebatê bikin."
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/04/2022
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir