ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir

  • rojane
  • 17:10 19 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirina mafên jinan a sala 2021'an bi daxuyaniyekê aşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku sedema hemû pirsgirêkan, nêzikatiya dewletê ya “ewlehî û parastinê” ye û wiha got: “Ev nêzîkatî jî xetereyê li ser mafên mirovan çê dike.”

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinan ên li bajarên bakurê Kurdistanê yên di sala 2021'an de hatine kirin bi daxuyaniyekê aşkere kir. Daxuyanî ji hêla Seroka Komîsyona Jinan Ezgî Sila Demîr ve hate xwendin. Bîlançoya binpêkirina mafan jî ji hêla Endama Komîsyona Hiqûqê Derya Yildirim ve hatin xwendin. Di daxuyaniyê de gelek endamên komîsyonê jî amade bûn.

DARAZA HÊDÎ Û DIRÊJ

Ezgî Sila Demîr bi betalkirina Peymana Stenbolê re pêşî li binpêkirina mafan hatiye vekirin û wiha got: “Faîlên bûyeran gefan li jinan dixwin. Anku faîl dibêjin; ‘Êdî dewlet jî te naparêze û cihekî tu biçî tune ye.’ Li gor zagona bi hejmar 6284, ji bo parastina jinan hewcehî bi delîlên şênber nîne. Gotinên jinê esas tên girtin. Tevî vê yekê jî lêpirsîn bi rêk û pêk nayên kirin, pêvajoya darazê hêdî dimeşînin û gelek dirêj dibin.”

SERLÊDANÊN ÎHD'Ê ZÊDE BÛN

Demîr da zanîn ku li gorî salên bere, di sala 2021'an de hejmareke zêde ya jinan serî li alîkariya madî, hewandin, xwarin û hwd. dane. Demîr, diyar kir ku li gorî Rapora ÎSÎG’ê, di qada aboriyê de jin herî zêde hewceyî parastinê ne û wek vebijêrkekî duyemîn tên dîtin. Bi domdarî Demîr bal kişand ser polîtîkayên şer û wiha pê de çû: “Li seranserî cîhanê şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 6 caran hat qedexekirin, Emîne Şenyaşar hat derpkirin û derbarê wê de lêpirsîn hat vekirin. Li Sûriyeyê jin, zarok, endamên LGBT+ ê rastî cihêkariyê, revandin, îstîsmara cînsî û fihûşê tên.”

POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ

Di berdewamê de Demîr anî ziman ku hêzên ewlekariyê gelek jin kuştine lê bi necezakirinê tên xelatkirin û wiha pê de çû: “Aqûbeta Gulistan Doku nayê zanîn, kujerê Helîn Hasret Şen li ser karê xwe ye, Mûsa Orhan nehat girtin. Ev hemû jî encama necezakirinê ye.”

Demîr pêşniyarên Komîsyona Jinan jî wiha rêz kirin:

“* Divê hemû siyasetmedar bi berpirsyarî tevbigerin û ji bo pêşîlêgirtina tundiyê bergiriyan nîqaş bikin.

* Divê gotina kînê bi kesên ku têkoşîna mafên mirovan dimeşînin re bê nîqaşkirin û çareserkirin.

* Divê hemû cureyên neheqî û tundiyê yên li ser girtîgehan bi dawî bibin mafên girtiyan ên jiyan, tenduristî, paqijî û parastinê bên mîsogerkirin.

* Divê ji jin, penaber û yên rewşa wan nebaş re qada îstîhdamkirin bê vekirin û divê derfet bên amadekirin ku jin bikarin debara xwe bikin.”

Piştî Demîr, Endama Komîsyona Hiqûqê Derya Yildirim bîlançoya binpêkirina mafan parve kir. Daneyên binpêkirina mafan û hejmara kesên rastî binpêkirina mafan wiha ne:

“KUŞTINÊN BIGUMAN Û XWEKUŞTIN

* Ji şer (ji herdu alî) 38 mirin

* Xwekuştin: 21 mirin, 10 hewl dan

* Tundiya malê: 19 birîndar, 32 kuştin û 3 êrişên zayendî

* Di nava civakê de: 19 birîndar, 10 kuştin, 18 êrişên zayendî, 15 jin neçarî fihûşê kirin.

QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ

* Îşkenceya derveyî cihên binçavkirinê û muameleya xirab: 26

* Di girtîgehê de îşkence: 9

* Revandin û teklîfa sîxurtiyê: 5

* Kesên gef lê hatine xwarin: 2

* Binçavkirin: 141

* Girtin: 48

* Hefsa malê: 1

* Serdegirtina malan: 133

* Qedexeya mafê parastina zimanê zikmakî: 1

* Lêpirsînên ji ber parvekirina fikren xwe: Derheqê 29 kesan de 13 lêpirsîn hatin vekirin.

LI DIJÎ MAFÊ ÇALAKIYAN

Hejmara kesên ji ber fikra xwe parve kirine doz lê hatiye vekirin 24, hejmara dozên wan 9, hejmara kesên ji ber ku fikra xwe parve kirine 32 dosyayên ku li wan hatine vekirin 31, 2 partî û komeleyek rastî serdagirtin û êrişan hat, 6 çalakî rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatin, 15 çalakî hatin taloqkirin/qedexekirin.

LI GIRTÎGEHÊ

6 girtî hatin sewqkirin, carekî mafê tenduristiyê hate binpêkirin, 29 lêpirsîn hatin vekirin, 9 cezayên disiplînê hatin dayîn û 9 binpêkirina din ên mafan hatin kirin.

ABORÎ

* 6 kes ji kar hat derxistin û 5 kes jî hatin îxrackirin.

* Mafê kesekê yê mulkiyetê hat binpêkirin.

* Bi giştî 863 binpêkirina mafan pêk hatin.”

Sernavên din

24/04/2022
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat