Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e

  • rojane
  • 12:31 22 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê di 23’yê Nîsana 2021’an de dan destpêkirin, piştî salekê bi hevkariya PDK’ê gavekê bi pêş ve çûn û got: “Xeta PDK’ê xeteke ku bi hevkariya bi dewletên mêtînger re ji bo parçekirina kurdan hatiye avakirin e.”

Tirkiyeyê di salvegera êrişên 23’yê Nîsana 2021’an li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dabû destpêkirin destpêkirin de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê êrişeke din da destpêkirin. Tirkiyeya ku beriya salekê bi hewayî, bejahî, her cure teknîk û hevkariya îstîxbarata PDK’ê de encam negirt, bi kîmyasalan jî êriş kir. Piştî ku Tirkiyeyê bi êrişan encama dixwest bi dest nexist, vê carê jî bi hevkariya PDK’ê ya rasterast di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn êrişeke nû da destpêkirin. 
 
Em bi rojnamevan Azîz Koyluoglû ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne re êrişên AKP’ê di 23’yê Nîsana 2021’an dabûn destpêkirin û êrişên nû ên bi hevkariya PDK’ê dane destpêkirin axivîn. 
 
ARMANCA ÊRIŞAN LI QADEKE BERFIREH BELAV BIBIN BÛ
 
Koyluoglû, li ser armanca êrişên Tirkiyeyê di Nîsana 2021’an dabûn destpêkirin de wiha got: “Armanca destpêkê ya êrişan ev bû; Dixwestin li qadeke berfireh belav bin û li qadê bi cih bin, li vir gerîla dorpêç bikin û darbeyê lêxin. Ne tenê herêmên Metîna, Zap, Avaşîn, Heftenîn û Xakurkê hedef digirtin, armanc dikirin ku kûrtir biçin. Lêgerîna wan a ewil ev bû. Dixwestin heta havînê gerîlayan bi temamî ji qadê derxînin, tasfiye bikin û pişt re belavê qadên Garê û Qendîlê bibin. Helbet ev jî têra wan nedikir û nedisekinîn. Êriş ku Şengalê jî têxe nava xwe hatibû berfirehkirin. Lê armanca wan pêk nehat. Heta dikarim bêjim ku Tirkiyeyê bi vê êrişê darbeyeke mezin xwar. Tevî hemû teknîk û êrişên hewayî jî encama ku dixwest bi dest nexist. Rewşeke berovajî derket holê. Tirkiye li dijî gerilayan ji sala 1989’an ve çekên kîmyewî bikartîne lê di sala 2021’an ev derxistin asta herî jor. Tirkiyeyê di dîroka xwe de evqas zêde kîmyasal bikarneanî bû.”
 
‘TAKTÎKÊN WAN ÊN LEŞKERÎ VALA DERKETIN’
 
Koyluoglû, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî dide nîşandan ku hemû taktîkên wan ên leşkerî vala derketine û wiha berdewam kir: “Berdin ku Tirkiye bigihe armanca xwe niha li Başûrê Kurdistanê ji gerilayan darbeyê dixwe. Niha di nava lêgerînên cuda de ne. Elbet em nikarin bibêjin ku tenê Tirkiye êrişan dike. Êrişên Tirkiyeyê di heman demê de êrişên NATO’yê ne. Ji ber ku Tirkiye ji bilî s-400’an hemû pergala xwe ya eskerî ji NATO’yê digire. Ji NATO’yê piştgiriyeke zêde digire. Ligel vê ji xwe PDK jî demekî dirêje li dijî PKK’ê bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye. Tirkiye tevî hevkariya NATO û PDK’ê jî nikare encamekê bi dest bixe.”
 
‘TIRKIYE HER REWŞÊ LI DIJÎ KURDAN BIKARTÎNE’
 
Koyluoglû, da zanîn ku Tirkiyeyê li gorî rewşa konjuktorel polîtîkayên xwe diyar dike û wiha pê de çû: “Her rewşa ku derdikeve holê dixwaze li dijî kurdan bikar bîne. Em dikarin pevçûnên Ûkrayna û Rûsyayê di vê çarçoveyê de binirxînin. Tirkiyeyê heta niha rêbazeke ku li dijî PKK’ê û gelê kurd neceribandiye nehiştiye. Hemû rêbaz ceribandin. Lê tu encam bidest nexistin. Tirkiye polîtîkayên îmha, înkar û pişaftinê li ser kurdan dimeşîne. Ev jî bi berxwedana kurdan re rûbirû dimîne. Xebatên ku ji bo derxistina PKK’ê ya ji nav lîsteya terorê tên bi rê ve birin û piştgiriya ji gelek deverên cîhanê têkildarî berxwedanê ne.”
 
‘AKP Û PDK DI NAVA HEVGIRTINEKE ÇARENÛSÎ DE NE’
 
Koyluoglû, bal kişand ser têkiliyên AKP’ê û PDK’ê yên aborî û siyasî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK’ê piştî referanduma 2017’an darbeyeke mezin xwar. PDK polîtîkayeke girêdayî desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê bi rê ve dibe. Elbet aliyê bîrdozî yê vê polîtîkayê jî heye. PDK xwe weke yek ji pêşengên tarikata Nakşîbendî dibîne û xwe wisa penase dike. Dîsa AKP jî xwe wisa penase dike. Têkiliyên malbata Barzanî û Erdogan ên aboriyê hevkariya şîrketan e. Her du malbat jî li Başûrê Kurdistanê bi milyonan dolaran qezenç dikin. Ev hevkarî di polîtîkayê de jî xwe dide nîşandan. Ev hevkarî jî vedigere êrişên siyasî û leşkerî. Heta cih girtina nav rêxistinên qedexe ya tevgera kurd ji Tirkiyeyê zêdetir roja PDK’ê heye. Dîsa PDK polîtîkayên îmha, înkar ên Tirkiye li dijî kurdan bi rê ve dibe rewa dike. Niha AKP û PDK di nava hevgirtineke çarenûsî de ne.”
 
 ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞ YEKITIYA NETEWEYÎ PDK YE
 
Koyluoglû, da zanîn ku kurd bûne yek, pirsgirêka wan a yekitiyê nîne û got: “Li gorî min kurd bûne yek. Xeteke PDK’ê ku naxwaze kurd bibin yek heye. Ev xet jî xeteke li dijî yekitiya kurdan e. Ev xet, xeteke ku bi hevkariya bi dewletên mêtînger re ji bo parçekirina kurdan hatiye avakirin e. Ev xet di demê xwe de bi pergala Îranê re bûye yek li dijî rêxistinên kurdan ên tasfiyeye di eniya pêş de cih girtiye. Dîsa PDK û xeta wê sedemê şerê ku li Başûrê Kurdistanê weke xwişk û birayan were penasekirine. Ev yek jî bi Saddam Huseyîn re kiriye. Saddam Huseyîn jî berpirsyarê qirqirina gelê kurd e. Li Bakûrê Kurdistanê jî bi Tirkiyeyê re dibe yek û ji bo tasfiyekirina tevgera kurd ji sala 1982’yan ve di nava xebatên zêde de ye. Dîsa bi taybetî li Rojava piştî sala 2012’an bi çeteyên selefi yên weke DAÎŞ, El Nûsra û Artêşa Sûriyeyê ya Azad re ketiye nava hevkariyê. Di bin navê ENKS’ê de ji bo destkeftiyên li Rojava yên gelê kurd ji holê rake kete nava êrişên cidî. Dema em van hemûyan bînin rex hev gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî pêk anîye. Astengiya mezin a li pêş yekitiya neteweyî xeta PDK’ê ye. Piştgiriya PDK’e ya ji bo êrişên Tirkiyeyê wê vê xetê kûrtir bike.”
 

Sernavên din

26/04/2022
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
10:19 Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin
09:57 Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin
09:45 Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran
09:16 Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye
09:14 Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN