HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin

  • rojane
  • 13:07 22 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û li dijî êrişên ser gelê kurd banga xwedî derketina parastina heqîqetê kir. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel ê ji Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsiyar e bi minasebeta 22’ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd peyamek pîrozbahiyê weşand. 
 
Peyama Temel a bi sernavê “Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz be: Em banga xwedîderketina li mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin” wiha ye:
 
“Rojnameya Kurdistanê ku yekemîn rojnameya kurdî ye, di 22’ê Nîsana 1898’an de li Paytexta Misrê Qahîreyê ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve dest bi weşanê kir. Ji ber vê yekê 22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin. 
 
124 sal berê Kurdistan bi beriyoda ji 15 rojan carekê dest bi weşanê kir û bi giştî 31 hejmar hatin weşandin. Rojnameya Kurdistanê ji ber zextên dewleta Osmanî li sirgûniyê dest bi weşanê kir. Bi weşana rojnameya Kurdistanê, bingeha rojnamegeriya kurd hat avêtin. Rojnameya Kurdistan lêgerîna heqîqetê ji bo xwe kir bingeh û bû destpêka kevneşopiya çapemeniya azad. 
 
Rewşenbîriya kurd li ser bingehê Rojnameya Kurdistanê pêş ket. Jiyana siyasî, entelektuel,  çand û hunerî ya rewşenbîrên kurd xwe bi teşe kir. Rêwîtiya ku 124 sal berê îro dest pê kir; her tim bû hedefa desthilatdarên ku bi polîtikayên înkar û îmhayê hebûna xwe berdewam dikin. Hem bû hedefa êrîşên giran, hem jî kirin hedefa êrîşan. Çapemeniya kurd û kevneşopiya çapemeniya azad, bi bedelên giran û di bin zext û êrîşên zêde de hebûna xwe parast û heta îro hat. Îro jî ji bo ronîkirina civakê û dengê civakê roleke jiyanî dilîze. 
 
Çapebeniya kurd bi taybetî di salên 90’î de li gel kuştin, îşkence û girtinê, berdêlên pir giran da. Îro jî bi heman êrîş, zext û astengiyan re rû bi rû dimîne. Lê kevneşopiya çapemeniya azad, li gel tundî, zext û astengiyan, bêyî tawîzan bide, rêça Mîqdat Mîdhed Bedirxan, Musa Anter û Gurbeteliyan û kevneşopiya wan a têkoşînê berdewam dike. 
 
Çapemeniya kurd îro di bin êrîş û gefên hîn mezintir de ye. Bi taybetî dixwazin bikin aliyê êrîşên îmhayê yên li dijî destkeftiyên gelê kurd. Dixwazin bikin amûrê ku xizmeta berjewendiyên desthilatdaran dikin. Medya kurd ji ber vê yekê bi gef û talûkeyên mezin re rû bi rû ye. Parastina mafê gelê kurd, esasgirtina azadiya gelê kurd, fermana mîrateya kevneşopiya ku Rojnameya Kurdistanê daye destpêkirin e. 
 
Bi vê wesîleyê em bang li derdorên eleqeder dikin ku li Rojnamegeriya kurd xwedî derkevin. Em bang dikin ku li dijî êrîşên li ser gelê kurd, li ser esasê weşangeriya parastina maf û azadiya gelê kurd, parastina heqîqetê bikin. Em careke din bi hurmet û minnetdarî kedkarên çapemeniyê û şehidên çapemeniya azad bibîr tînin. Em xebatkarên çapemeniya azad ku heqîqetê ji bo xwe esas digirin û Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz dikin.” 
 
 

Sernavên din

26/04/2022
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
10:19 Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin
09:57 Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin
09:45 Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran
09:16 Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye
09:14 Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN