Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin

  • rojane
  • 09:58 27 Gulan 2022
  • |

AMED - Parêzera OHD’î Halîse Dakali diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan veguheriye “tecrîdeke girankirî” û wiha got: “Mirov dikare tecrîda li ser Îmraliyê weke ev sed sal in tecrîdkirina gelê kurd a li Rojhilata Navîn jî binirxîne.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ocalan, ji roja hatiye radestkirin heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Her çend ku di vê pêvajoyê de car bi car ev tecrîd hatibe sivikkirin jî, bênavber domiya. Hikûmeta Tirkiyeyê di qada navneteweyî de tecrîd bi awayekî fermî nas nekir lê belê her tim daxwazên hevdîtinê yên aliyên sêyemîn, malbat û parêzeran bi hincetên weke “keştî xera bûye” û “rewşa hewa nebaş e” red kir. Di demên dawî de jî bi hinceta cezayên “disiplînê” ku li ser hev tên dayîn pêşî li ber van hevdîtinan digirin. 
 
Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Halîse Dakali têkildarî tecrîda li ser Ocalan ku bi navê “cezayên disiplînê” tê domandin û berbelavbûna tecrîdê ya li ser girtîgehên din ji ajansa me re axivî. 
'EM BI HIQÛQEKE FIÎLÎ RE RÛ BI RÛ NE’
 
Parêzer Halîse Dakali anî ziman ku bi peymanên navneteweyî re heta astekî pêşî li îzolekirina şexsan a ji civakê hatiye girtin û wiha got: “Bi tecrîda li Îmraliyê re ku roj bi roj girantir dibe re tê dîtin bê ka ev peyman çawa li hewa dimînin. Em dibînin bê ka ev peyman, hiqûqa navxweyî û navneteweyî çawa tune tê hesibandin. Hiqûqeke fiîlî ya li dijî şexsekî ketiye meriyetê. Sepana tecrîdê, binpêkirina qedexeya îşkence û nêzikatiya xerab e. Tu bingeheke wê ya hiqûqî nîne. Tekane wateyeke tecrîdê heye ku ew jî, sepaneke li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Dema li hiqûqa Tirkiyeyê tê nihêrtin, mirov li rastî xaleke ku rê li ber tecrîdê vedike nabîne.” 
 
'HIQÛQA LI GORÎ ŞEXSAN’ 
 
Dakali, diyar kir ku li gorî qanûnan, sepana tecrîdê nepêkan e û wiha domand: “Lê belê bi tecrîdkirina Ocalan re hiqûq, bi awayekî fiîlî li gorî şexs tê bikaranîn. Li gel sedemên polîtîk, neserbixwebûna darazê jî sedemek e. Darazê bêalîtiya xwe daye rexekê lewma ev sepan tê kirin. Tecrîda li Îmraliyê girantir kirin û li hemû girtîgehan berbelav bû. Polîtîkayên li ser girtîgehan jî êdî di rewşeke xeternak de ne. Ji bo astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan ên li Îmraliyê di demên berê de hincetên weke ‘muxalefeta hewa’ û ‘keştî xerabe ye’ nîşan didin. Niha jî hinceta ‘cezayên disiplînê’ nîşan didin. Lê belê cezayên disiplînê yên çawa? Ne şexs, ne girtî, ne parêzer û ne jî kesek dikare xwe bigihîne van cezayan û pêvajoyeke îtîrazê tune ye. Heke bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nebe, wê demê bingeheke van sedeman ê hiqûqî jî nîne.”
 
‘TECRÎD LI DIJÎ AŞTÎ Û MIROVAHIYÊ YE’
 
Bi domdarî Dakali got ku tecrîda li ser Ocalan êdî veguheriye tecrîdeke girankirî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tecrîdê re mafê ragihandinê, yê tenduristiyê, yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re û mafê parastina jiyana taybet tên binpêkirin. Bi tecrîda girankirî dixwazin îktîdara xwe ya daraz û siyasî bidomînin. Her îktîdarê têgehên qedexe û gunehê heta niha ji bo rewakirina desthilatdariya xwe bi kar anîn. Bi vê yekê re kesên ne ji xwe ceza kirin û bi derhiqûqiyê re rû bi rû hiştin. Bi pratîka li Girava Îmraliyê re ku li seranserî girtîgehên Tirkiyeyê berbelav bûye, di esasê xwe de hewl didin derhiqûqiya xwe binixûmînin. Tecrîda li ser Ocalan raste rast girêdayî rewşa kurdan a ev sed sal in tê de dijîn e. Lewma mirov dikare tecrîda li Îmraliyê weke tecrîdkirina gelê kurd a li Rojhilata Navîn ku ev sed sal e didome. Hema hema ev sed sal in gelê kurd ji hêla nasname, ziman, çand û fîzîkî tê tecrîdkirin. Divê tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din, ji sepanên tecrîdê yên li ser gelê kurd cudatir nebîne û weke tecrîdeke li dijî aştî û mirovahiyê binirxîne.” 
 
‘CPT DIBE QURBANA BERJEWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ’
 
Di berdewamê de Dakali qala berpirsyariya saziyên navdewletî kir û axaftina xwe wiha qedand: “Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) piştî lêkolînên li Girava Îmraliyê, ji hikûmeta tirk parastin xwest û ev tecrîd red kir. Li belê disiplîna xebatê ya CPT’yê bi qurbanî berjewendiyên navneteweyî tên kirin. Ne tenê CPT lê hemû saziyên din ên navneteweyî van tiştan dikin. Tevî van kêmasiyan jî em ê serlêdanên xwe yên hiqûqî yên ji bo sazî û dezgehên navneteyî bidomînin û berpirsyariya wan bi bîra wan bînin. Em li her platormê tînin ziman ku tecrîd, sepaneke li dijî mirovahiyê ye.”
 

Sernavên din

01/06/2022
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da