Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin

  • rojane
  • 10:28 27 Gulan 2022
  • |
img

WAN - Cenazeyê siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî ku di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin, li Wanê hate veşartin. 

Cenazeyê siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî ku di êrişeke çekdarî de di 17’ê Gulanê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin, ber bi serê sibê ve anîn Wanê û di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. Polîsan hemû ketin û derketinên Goristana Selîmbey ku cenaze lê hate veşartin ji êvarî ve hate dorpêçkirin. Polîsan cenazeyê ku anîn, di ketina bajêr de sekinandin û tevî 15 ferdên malbatê bir goristanê. 
 
GIRSE NEBIRIN GORISTANÊ
 
Rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Mehmet Siddik Taş, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li bajêr, ferdên malbata Çelebî û gelek kes ji bo tev li merasima cenaze bibin hatin gelhev. Polîsan kesên ku xwestin tev li merasima cenaze bibin asteng kirin. Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî helwesta polîsan dan. 
 
‘HÛN HEVKARÊ CÎNAYETÊ NE’
 
Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç ê bi awayekî tund bertek nîşanî polîsan dan wiha got: “Hûn li vir hem min hem jî gel asteng dikin. Veşartina cenaze mafekî herî xwezayî ye. Tişteke wisa di kîjan olî de derbas dibe. Ji xwe ji aliyê hiqûqî hûn sûc dikin, niha jî ji aliyê olî ve hûn sûc dikin. Hûn gelê kurd dikujin, pişt re zilmê li miriyê wan jî dikin. Em vê zilmê qet qebûl nakin, em ê vê kiryara w eli navenda sûkê bi girseyeke mezin şermezar bikin. Elbet ji ber hûn hevkarên vê cînayetê ne. Li welatê di cîhanê de herî faşîst jî ev pêkanîn nîne. Hûn li vir zilmê li gelê kurd dikin.”
 
‘HÛN ÎTÎRAF DIKIN KU WE KUŞTÎ YE’
 
Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan jî bertekeke tund nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Li vir eşkiyatî tê kirin. Hûn ewlehiya çi digirin. Heke SADAT, JÎTEM û MÎT’ê ev cinayet ne kiribe wê demê hûn ê destûr bidin em tev li merasîma cenaze bibin. Hûn bi vê pêkanîna xwe îtîraf dikin ku we Çelebî kuştiye. Hûn sûc dikin. Qet mirovahî û wijdana we tune ye.” Parlamenterê HDP’ê Mehmet Siddik Taş jî xwest ku hinceta qedexekirina merasîmê nîşanî wan bidin û got: “Hûn nikarin sedema qedexeya liv ir jî nîşan bidin. Ev yek li dijî makeqanûnê ye. Kî bikuje ew asteng dike.”
 
MUDAXILEYÎ GIRSEYÊ KIRIN
 
Piştî niqaşan di nava welatiyên ku xwestin bikevin goristanê û polîsan de gengeşî derket. Polîsên ku deriyê goristanê girtin mudaxileyî girseyê kirin. Welatiyan, mudaxileya polîsan bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” şermezar kirin. 
 
MALBATA ÇELEBÎ BERTEK NÎŞAN DAN
 
Malbata ku di bin dorpêça polîsan de cenazeyê Çelebî veşart, hat li qada ku girse lê disekinî û daxuyanî da. Kekê Çelebî, Fevzî Çelebî axivî û wiha got: “Birayê min 13 sal bûn li sirgunê dijiya. Me xwest bînin ser axa ku jê dayik bûyî, lê destûr nedan ku em cenazeyê wî jî veşêrin. Ev ne zilm e çi ye? Polîs tê cem min û dibêje ‘devê xwe neveke’. Ev ji zilmê zêdetir tiştekî din nîne, em vê rewşê qebûl nakin. Divê dewlet dev ji vê hişmendiya xwe berde. Şûna ku dewlet kujeran bibîne tê êrişî cenazeyê me dike. Em weke malbata wî li dijî vê bêhiqûqiyê ne. Ez spasiyên xwe pêşkeşî herkesê ku hatine vir dikim. Mehmet Zekî Çelebî ne tenê şehîdê me ye şehîdê hemû kurd û Kurdistanê ye.”
 
Polîsan êrişî girseya ku bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre îxanet” meşiyan, kirin. Tevî êrişê jî girseyê demekî dirêj bi dirûşm û çepikan astengkirina polîsan şermezar kirin. 
 

Sernavên din

01/06/2022
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da