Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn

  • rojane
  • 11:11 27 Gulan 2022
  • |
img

RIHA - Zarokê bi navê Muharrem Aksem li qadeke nêzî guleberdana polîsên tevgera taybet hatibû kuştin. Walîtiya Rihayê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û îdia kiribû ku ev qad ji sala 2005’an ve bi awayekî fermî weke cihê guleberdan û perwerdeyê tê bikaranîn. Lê derket holê ku ev agahî rast nîne û ev dever ji hêla polîsan ve bi awayekî derqanûnî hatiye bikaranîn. 

 
Zarokê bi navê Muharrem Aksem, di 24’ê adara îsal de li Taxa Micit a Navçeya Eyyûbiye ya Rihayê li devera guleberdanê ya polîsên tevgera taybet hatibû kuştin. Walîtiya Rihayê têkildarî mirina Aksem daxuyaniyeke nivîskî dabû û derheqê qada ku tu tabela û bergiriyên ewlehiyê lê tunebûn wiha gotibû: “Ji sala 2005’an heta niha bi awayekî fermî weke qada guleberdan û perwerdeyê tê bikaranîn.” Lê derhî bû ku ev parsela bi hejmar 315, di 17’ê sibatê de ji hêla Komîsyona Îmarê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve ji emniyetê re hatiye dayîn lê belê hêj biryar teqez nebûbû ku keya û şêniyên taxê îtîraz kiribûn û biryar dîsa ji meclisê re hatiye şandin. 
 
Şêniyên taxê piştî kuştina Aksem bi ajansa me re axivîn û gotin ku beriya qebûlkirina biryarê, polîs ji sala 2019’an heta niha vê deverê weke qada guleberdanê bi kar tînin. Ji sala 2019’an heta roja kuştina Aksem, keyayê taxê û welatiyan bi dehan caran daxwazname dan şaredarî û emniyetê ku ev dever weke qada guleberdanê neyê bikaranîn. Lê belê tu carî bersivek ji daxwaznameyên wan re nehat dayîn. Di 17’ê sibatê de meclisa şaredariyê biryar da ku ev qad ji emniyetê re bê veqetandin lê belê hêj biryar teqez nebûbû ku keyayê taxê îtîraz kir. Keyayê taxê rojek piştî kuştina Aksem jî anku di 24’ê adarê de daxwazname da şaredariyê ku ev qad ji emniyetê re bê qedexekirin. Dema Aksem hatiye kuştin, ev biryar hêjta nehatibû teqezkirin. 
 
ÎTÎRAZ PIŞTRE NIRXANDIN
 
Komîsyona Îmarê ya Şaredariyê piştî kuştina Aksem ev daxwazname nirxand. Komîsyonê ev îtîraz xist nava rojevên rûniştina meha nîsanê û pêşnûme amade kir. Di pêşnûmeyê de hat bibîrxistin ku komîsyonê di 17’ê sibatê de di bin navê “Plana Îmarê ya Nazim” de biryara hejmar 125 a “Qada fermî ya saziyê (qada xizmetê ya emniyetê)” da ye. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo nirxandina îtîrazê ku di 13’ê nîsanê de li meclisê hatibû kirin bikeve rojeva meclisê, di gulanê de rûniştek bê lidarxistin. Îtîrazên heyî di meha gulanê de ji hêla meclisê ve hate nirxandin û piştre dan ber dengdayînê. 
 
ENDAMÊ AKP’Î: EM BIDIN EMNIYETÊ
 
Endamê Meclisê yê AKP’î Cîhan Canbeylî derheqê pêşnûmeyê de mafê axaftinê girt û wiha got: “Em dixwazin ev dever bibe qada emniyetê. Mebesta me ya ji vê daxwazê ew e ku emniyetê veguhêzin vê derê. Ji ber ku ev qad ji emniyetê re nehatiye veqetandin, emniyet nikare derdora wê bigire. Li gorî agahiyan, hêzên ewlekariyê vê derê ji xwe weke qada guleberdanê bi kar tînin. Jixwe dikin. Em bidin emniyetê ku derdora wê bê girtin.” 
 
PLAN HATE BETALKIRIN 
 
Endamên meclisa şaredariyê îtîrazên heyî di cih de dît û bi piraniya dengan biryara betalkirinê dan. Di dengdayînê de tenê endamê meclisê Cîhan Canbeylî dengê bêmeyl da. 
 
WALÎTIYÊ AGAHIYÊN ŞAŞ DAN
 
Piştî kuştina Aksem, Walîtiya Rihayê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî dabû wiha gotibû: “Ev qad, ji sala 2005’an heta niha bi awayekî fermî weke cihê guleberdan û perwerdeyê tê bikaranîn.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

01/06/2022
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da