Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike

  • rojane
  • 13:24 27 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê têkildarî êrişa li ser Bamernê daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK bi êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bamerneyê re hewl dide bi provokasyonan bingeha şer amade bike û wiha got: “PDK ketiya nava tirsa sûcdariyê û divê dev ji vê helwesta xwe ya xelet berde.” 

  
Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê şevê din êrişî gundê Ziweser ê Bamernê ya Amediye ya Herêma Federal a Kurdistanê kir. Di êrişê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina sivîlan, çapemeniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi dezenformasyonê kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Navenda Parastina Gel (HPG-BÎM) têkildarî êrişa Tirkiyeyê û nûçeyên medyaya PDK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Li gorî daxuyaniyê ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hatiye weşandin, HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî dan:
 
“Dewleta tirk di 26'ê gulanê de li derdora nehiyeya Bamernê ya Amediyê, êrişî xelkê me yê başûrê Kurdistanê kir ku hatibûn geştê. Di êrişê de 2 jê zarok bi giştî 3 welatiyên me hatin şehîdkirin. Ji malbata her sê şehîdên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê hêvî dikin. Encamên neyînî yên têkiliya PDK'ê ya bi dewleta tirk a dagirker re û polîtîkayên şaş, bi komkujiya li Bamernê re careke din aşkera bû.
 
PDK JI BER TIRSA BERTEKA GEL EM SÛCDAR KIRIN
 
Hin rayedarên PDK'ê û medyaya PDK'ê bi fikara sûcdariyê hewl dan bûyerê bixin stuyê hêzên me yên gerîla. Ev hewldan wan, encama tirsa ji nerazîbûna mafdar a gelê me ye. Lê belê gelê me ji ber ku bi xwe rastî dîtiye û pê di zane, guh neda van sûcdariyan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo parastina rûmeta gelê me û parastina başûrê Kurdistanê berdêlên giran didin û bi rengekî fedaî şer dikin. Di rewşeke wiha de, PDK a ku komkujiyên dagirkeran ên li ser gelê me timî rewa nîşan dide, divê êdî dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde.
 
PDK BI PROVOKASYONAN BINGEHA ŞER AMADE BIKE
 
Hêzên gerîla derbên kuştinê li artêşa tirk dixin. Ji bo pêşî li têkçûna dîrokî ya artêşa tirk bigirin, hewl tê dayin ku bi destê hin hêzên li nava PDK'ê provokasyon bêne kirin û bi vî rengî zemîn ji şerekî nava kurdan re bê afirandin. Beriya niha di çapemeniyê de hatibû weşandin ku PDK ji bo hincetekê ji xwe re biafirîne ku li gel dewleta tirk tev li şer bûye, dikare hin planên qirêj pêk bîne. Di 24'ê gulana 2022'yan de hin hêzên PDK'ê li herêma Goşinê ya Sîdekanê bi ser noqteyeke me ya gerîla ve çûn, xwestin şer biqewime û bi vî rengî provokasyon kirin. Lê belê bi nêzîkatiya berpirsyarane ya yekîneya me ya gerîla, ev provokasyon hate têkbirin. Artêşa tirk di 25'ê gulanê de li ser qadên PDK'ê derbas bû û ji bejahî û hewayî ve êrişî Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê kir.
 
Di 26'ê gulanê de artêşa tirk a li qada Girê Şehîd Agir ê li Girê Ortê yê Metînayê, bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin. Agahiyên ku dibêjin 'hêzên me yên gerîla êrişî hêzên PDK'ê kirine' rast nîne.
 
BANGA JI BO PDK’Ê
 
Di demekî ku artêşa tirk tengav bûye û li ber têkçûnê ye de liv û tevgera bi vî rengî ya hêzên PDK'ê û weşandina nûçeyên şaş derewîn ên çapemeniya PDK'ê, xuyaye bê ka tên çi wateyê. Şerekî navxweyî yê kurdan tenê dê bi kêrî dewleta tirk a mêtinger were. Aşkera ye ku felaketeke bi vî rengî dê li Kurdistanê bibe sedema kaos, nearamî û hilweşîneke mezin. Em bang li PDK'ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde ku zerarê dide gelê Kurdistanê bi taybet jî başûrê Kurdistanê."
 

Sernavên din

27/05/2022
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê
23:41 Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê
21:34 Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin
20:24 Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
19:47 Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin
19:32 Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin
16:32 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan
15:56 Xizmên girtiyan: Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar e
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye
09:01 Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat
09:00 Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye!
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN
08:54 Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin
08:25 Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime
25/05/2022
23:03 Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin
21:35 Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî
21:14 Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan
20:44 Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Cûdî û Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome
19:16 Heftanîn tê topbarankirin
19:08 Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin
17:51 Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir
16:34 Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn
16:03 OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:26 Li Zapê 12 leşker hatin kuştin
15:26 Kampanya hashtaga #YeniYasam4Yasinda
15:20 Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû
15:10 Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in
14:14 Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin
14:14 Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne
13:55 Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin
13:52 ‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’
13:50 Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin
13:21 Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin!
13:20 Dozger ji du hunermendan re ceza xwest
12:53 Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e
12:42 Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin
12:25 Gelek konteynirên AFAD’ê sewqî xeta sînor hatin kirin
12:24 Danişîna doza OHD’iyan hate dîtin
12:21 Tirkiye qadên çandiniyê dişewitîne
11:48 AYM'ê Tûglûk mafdar dît
11:47 Parêzer Şakar: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê qedexeya ser PKK’ê rabe
11:42 Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye
11:41 Ji Çelê Herêma Kurdistanê hate bombebarankirin
11:23 Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye
11:02 Li Wanê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat nîşandan
10:53 Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike
10:38 Navê Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek Cizîrê kirin
10:23 Demîrtepe: Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin
09:27 Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe
09:23 Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye!
09:22 Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê
09:20 Rojnamevan Bêcan: PDK bi zext û çewisandinan li ser pêya ye