Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!

  • rojane
  • 09:04 9 Hezîran 2022
  • |
MEREŞ - Parlementerê HDP'ê Mahmût Togrûl diyar kir ku li Mereşê "polîtîkaya xalîkirina ji mirovan" bi qirkirina xwezayê tê domandin û got: "Polîtîkayên xalîkirina ji mirovan ên dûr û dirêj bişavtina spî bi xwe ye. Bişavtina spî jî bi qasî êrişên fizîkî talûke ye." 
 
Li Mereşê ku bi zirara santralên termîk û hîdroelktrîkê, kanên keviran û fabrîkeyên çîmentoyê re rû bi rû ye, hema bibêje çandinî û sewalvanî nemaye. Ev yek li herêmê dibe sedema koçberiyê. Bi vî awayî polîtîkaya "xalîkirina ji mirovan" ku di sala 1978'an de bi Komkujiya Mereşê dest pê kiribû, niha bi talankirina xwezayê tê domandin. Tê gotin ku li derî Mereşê zêdetirî milyonek mereşî hene û tenê di 2 mehên dawî de ji navçeya Pazarcixê ya Mereşê 6 hezar ciwan berê xwe dane welatên xerîb.
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl ê ji Pazarcixa Mereşê diyar kir ku "polîtîkaya xalîkirina ji mirovan" li herêmê niha bi qirkirina xwezayê tê domandin û ev polîtîka bi qasî komkujiyên fîzîkî talûke ye. 
BI KOMKUJIYA MEREŞÊ DEST PÊ KIR
 
Togrûl bi lêv kir ku Mereş bi erdnîgariya xwe navendeke girîng e û herêm herêmeke pir zimanî, çandî û baweriyê ye. Togrûl destnîşan kir ku ji berê de li hemberî kurdên elewî yên herêmê cihêkariyek heye û got: "Kurdên elewî ji bo eziyetê bikişînin li Deşta Pazarcixê ku deştek vilçoqî bûye hatine bicihkirin. Lê paşê Deşta Pazarcixê hat ziwakirin û erdên li wir veguherîn erdên berdar. Ji ber ku ev der di destê kurdên elewî de bû dewletê tu carî ev yek hezm nekir. Bi destpêkirina tevgera siyasî ya kurd re û li Mereşê olanvedana wê û bi vê re rûdana jiyana bi hev re ya ziman, bawerî û çandên cuda, ev der veguherî qadeke girîng. Wê demê ji bo astengkirina tevgera siyasî ya kurd û fetisandina wê polîtîkayeke taybet hat destpêkirin. Di 1978'an de li Mereşê komkujiyek mezin hat kirin û gelek eks hatin qetilkirin. Ji bo van erdên berda ji kurdên elewî bên derxistin ji bo guherandina demografiyê gelek tişt hatin kirin." 
 
'DEŞTÊN BI BERDAR NEMANE'
 
Togrûl da zanîn ku li Mereşê neçareserkirina qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk û di 4 salên dawî de li ser hev di nava 6 bajarên hewaya wan herî qirêj de ye. Togrûl di berdewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû: "Xwestin çopên Mereşê li herêma di navbera Karahasanli û Çîliyê de depo bikin. Li ber vê deşta berdar du fabrîkeyên çîmentoyê yên mezin hatin çêkirin. Ji bo veşartina bermayiyên jehrî di bin erdê de depoyek hat çêkirin. Xwestin li gundê Çoçeliyê fabrîkeya biyokutleyê çêbikin. Ev deşta paqij û berdar bi fabrîkeyan û gazên jehrî hat jehrkirin. Li vê deştê gelek nexweşîn peyda bûn û berdariya wê ji sedî 40 kêm bû." 
 
POLÎTÎKAYÊN TAYBET
 
Togrûl destnîşan kir ku ji bo şêniyên Mereşê koç bikin polîtîkayên taybet hatine pêkanîn û wiha axivî: "Bi Komkujiya Mereşê re kurdên elewî ji navenda Mereşê hatin derxistin. Ên mayî jî ji bo erdên wan ji wan bistînin çûna derveyî welêt li ber dilê wan xweş kirin. Di salên 1990'an de li gelek deverên Tirkiyeyê pasaport nedihatin dayîn, lê kesên dixwestin biçin derveyî welêt dihatin li Pazarcixê pasaport derdixistin. Bi hêsanî dihat dayîn. Her wiha ji xeynî koçberiyê, erdnîgariyeke ku dewlet di bin navê 'ewlehiyê' de wê diçewisîne. Gava ev hemû tên cem hev, piştî demeke dûr û dirêj demografiyê xera dikin. Mereş di warê erdnîgarî de yek ji bajarên herî mezin e. Li Mereşê çi projeyên neyînî hebin, ev li Elbistan û Pazarcixê tên çêkirin ku piraniya şêniyên van deran kurdên elewî ne. Gava penaberên sûriyeyî hatin Mereşê, li vira kampa herî mezin a Tirkiyeyê çêkirin. Ev tenê ne kampa penaberan bû." 
 
'DIVÊ PÊŞÎ LI BER KOÇBERIYÊ BÊ GIRTIN'
 
Togrûl destnîşan kir ku "polîtîkaya xalîkirina ji mirovan" bi qasî qirkirina fîzîkî talûke ye û got: "Komkujiyên ji nişka ve dibin sedema birînên kûr. A rast polîtîkaya xalîkirina ji mirovan a dûr û dirêj bişavtina spî ye. Mudaxileya li ser ziman, çand û xwezaya gel bişavtin e. Ev, bi qasî êrişeke fîzîkî talûke te." 
 
Togrûl diyar kir ku nifûsa mereşiyên li derveyî Mereşê nêzî milyonekê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ger projeya welatîbûna wekhev pêk bê dê mirov li axa xw ebijîn. Divê mirov karibin mafên xwe yên xwezayî bi kar bînin. Beriya her tiştî mirovên li herêmê dijîn divê xwedî li axa xwe derkevin. Ev ax a me ye. Divê em nehêlin kes dest ji vê axê berde û biçe derveyî welêt. Divê veger li ber dilê mirovan bê xweşkirin. Her kes divê xwedî li vê axê derkeve û pêşeroja xwe li ser vê axê ava bike." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

14/06/2022
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî