Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin

  • rojane
  • 09:08 9 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Li kêleka Girtîgeha Saray Kapiyê ya Sûrê 2 îskelet û gelek hestiyên mirovan hatine dîtin. Karkerên li wir xebitîne ragihandin ku hestî li qamyonên hafriyatê hatine barkirin û ew birine. 
 
Li navçeya dîrokî Sûrê ya Amedê piştî qedexeya derketina derve ya di 2'yê Kanûna 2015'an de hatibû ragihandin, gelek deverên navçeya dîrokî hatibûn xerakirin. Di çarçoveya vê rûxandinê de li kêleka Girtîgeha Saray Kapiyê gelek îskelet û hestiyên aydê mirovan hatine dîtin. 
 
Li gor karkerên ku di xebata "restorekirinê" de ya Şîrketa Anonîm a Înşeatê ya YSO'yê de li Taxa Cevatpaşayê xebitîne, hestî hatine dîtin û ji wan re hatiye gotin ku "hestiyên heywanan" û li qamyonên hafriyatê hatine barkirin. Lê piştî demekê vê carê îskeletên aydê mirovan hatine dîtin û hatiye famkirin ku hestiyên berê hatine dîtin jî yên mirovan bûne. Karkeran bi lêv kir ku hestî li qamyonan hatine barkirin, lê nizanin bê ka ew birine ku derê. 
 
Ahmet Kayar ku demekê di bin banê Şîrketa Anonîm a Înşeatê ya YSO'yê de xebitiye, tiştên bi çavên xwe dîtine ji ajansa me re gotin. 
 
Kayar diyar kir ku di meha sibatê de li Taxa Cevatpaşayê li bircên ku şîrketê ew wekî jimarên 75-76 diyar kirine xebitiye. Kayar da zanîn ku li herêmê kolandin û hilweşandin bi makîneyên kar hatiye kirin û di dema xebatê de hestî hatine dîtin. Kayar wiha got: "Tim hestî derdiketin. Ji me re digotin wan bavêjin çopê. Lê wijdanê me qebûl nekir û me îtiraz kir. Piştî ku ji me re gotin 'hestiyên heywanan e' me jî ew avêtin çopê." 
 
'ÎSKELETÊ MIROVAN HAT DÎTIN'
 
Kayar ragihand ku dema bi qasî 2 metreyan dûrî Girtîgeha Saray Kapiyê li cihekî dest bi kolandinê kirine tim rastî îskelet û hestiyên mirovan hatine û wiha axivî: "Vê carê hîn bêtir hestî derdiketin. Me texmîn nedikir ku ev ên mirovan e. Ji me re digotin, 'Ger li vir avahî an jî cesed derkevin dê karê me bi derengî bikeve.' Paşê em li vir rastî du îskeletan hatin." Kayar anî ziman ku îskeletên dîtine nîşanî arkeologên li wir dane û wiha domand: "Arkeologan got, ev ên mirovan (mêr) e. Di bin îskeletan de jî hestî derketin. Her wiha arî jî derdiket. Me pirsî bê ka ev hestî û îsklet ên kê ne, lê tiştek ji me re negotin." 
 
GOT 'BIŞIKÎNIN'
 
Kayar destnîşan kir ku di dema kolandinê de makîneyên kar zirar dane tevna dîrokî ya navçeyê jî û wiha got: "Gava makîneyên kar ketin navçeyê dîrokek winda bû. Mesela kemerên avê yên berê hebûn. Sirf ji bo karê şantiyeyê bi derengî nekeve zirar didan berhemên bi vî rengî. Ji me re digotin, 'Bişikînin, yan na em nikarin bixebitin.' Ji bo em karibin van tiştan bişikînin diviyabû em belgeyê bistînin.' Her wiha me hewzekî dîrokî jî dît. Ji bo hewz neyê dîtin me ser wî girt. Li ser hewzê îskele hat çêkirin. Ser wê digirtin û zirarek mezin didan tevna dîrokî. Mesela kemerên avê yên bi qasî 100 metreyî dirêj derdiketin holê. Serikê wê 70 metre bû. Me li cihekî din jî kemerên avê dîtibûn. Bi qasî 60 metreyan dirêj bû. Lê xebatkaran ev yek şikand. Di bin kontrola rayedaran de hat şikandin. Gava karker diçûn xwarinê 2 karker dihatin bijartin û wan zirar dida van kemerên avê." 
 
'HESTIYAN LI QAMYONÊN HARFIYATÊ BIRIN'
 
Kayar destnîşan kir ku hestiyên hatine dîtin bi bêran xistine erebokên destan û wan birine qada harfiyatê û li vir jî bi makîneyan li qamyonan hatine barkirin. 
 
MA / Mujdat Can 
 
 
 

Sernavên din

14/06/2022
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî