Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin

  • rojane
  • 15:45 9 Hezîran 2022
  • |
img
WAN - Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, Şaxa OHD’a Wanê û Şaxa TUHAY-DER a Wanê têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Tîpên T û F ên Wanê û Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîd û îzolasyona li girtîgehan êdî hatiye mayîndekirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Tîpa T û F ên Wanê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê û Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê raporek amade kir. Rapor bi daxuyaniyekê hate parvekirin. Daxuyanî li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hate dayîn. Di daxuyaniyê de li gel hevserok û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî amade bûn. 
 
Rapor, ji hêla Rêvebera Şaxa OHD’a Wanê parêzer Ekîn Yeter ve hate xwendin. Yeter, anî ziman ku sepanên rejîmên dijdemokratîk ên ji bo girankirina mekanîzmaya zextê bi taybet jî bandorê li girtîgehan dikin û wiha domand: “Binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Bi hinceta pandemiyê di qanûna înfazê de guherîn çêkirin û şert û mercên girtiyan hîn girantir kirin. Bi giranbûna şert û mercên pandemiyê re ev binpêkirin hêj zêdetir bûn. Rewşa awarte ya li girtîgehan hêj veneguheriye rewşeke asayî û tecrîd û îzolasyon a li girtîgehan mayînde bûye.” 
 
13 GIRTIYÊN KU CEZAYÊ WAN XELAS BÛYÎ NEHATIN BERDAN 
 
Bi domdarî Yeter anî ziman ku şandeya wan di navbera 23-27’ê gulanê de çûn serdana girtîgehên navborî û ev agahî dan: “Binpêkirinên li girtîgehan di lûtkeyê de ne. Lijneya çavdêriyê bi hinceta pandemiyê li Girtîgehên Tîpên F û T ên Wanê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind berdana gelek girtiyên ku cezayên wan xelas bûye taloq kirin. Di hevdîtinan de ji girtiyan re pirsên weke ‘gelo tu poşmanî yan na, dema tu derketî dê çi bikî?’, ‘Tu X’ê weke rêxistineke terorê dibînî yan na?’ ji girtiyan dikin. Di halê hazir de 13 girtî li gel ku cezayê wan xelas bûye jî berdana wan ji bo 3,4 û 6 mehan hatiye taloqkirin.” 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Yeter, bi domdarî ev binpêkirin parve kirin: 
 
“*Gelek caran li ser hev bi komî li ser odeyan de digirin, lêgerînê dikin û bi hinceta lêgerînê jî dest danin ser pirtûk û lûnûskan û heta 4-5 mehan nadin. 
 
*Ji girtiyan re gotine ku dê çalakiyên civakî dest pê bikin lê belê tu çalakiyên civakî dest pê nekirine, xwarin nebaş in û kêm tên dayîn. 
 
*Bi sedema ku li dijî hejmartiya ser pêyan derketine, di 7’ê nîsana 2022’yan de li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê li girtiyên bi navên Bîlal Babahan, Ferît Kaşçi û Vedat Kalin hate xistin. 
 
*Li 120 girtiyên ku ji bo girtiyê bi navê Ramazan Turan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê jiyana xwe ji dest dayî ketibûn greva birçîbûnê ji bo mehekî cezayê qedeya çalakiyên civakî hate birîn. 
 
*Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dayîna avê hatiye bisînorkirin û ev av gelek caran besî paqijiyê jî nake. 
 
*Li Girtîgehên Tîpên T û F ên Wanê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê û li Girtîgeha Tîpa L a Panosê herî kêm 31 girtiyên nexweş hene lê tedawiya wan baş nayê kirin. 
 
*Di serdanan de hat zanîn ku gardiyan weke serdegirtinan li qawîşan lêgerînan dikin, hemû alavên girtiyan tên belavkirin, nayê zanîn bê ka çima ev lêgerîn tên kirin û demekî kin piştre heman tişt tê kirin. 
 
*Di mijara sewqên nexweşxaneyê de girtî rastî astengiyan tên, lê tê ferzkirin ku qayiş û saetên xwe derxînin, miayeneya bikelemçeyê li wan tê ferzkirin, di hatin û çûna nexweşxaneyê de rastî sepanên li dijî rûmeta mirovahiyê tên, bi rojan di qawîşan de di karantînayê de dimînin û nikarin bên sewqkirin. 
 
*Di nava 3 mehan de 45 girtî bêyî daxwaza wan ber bi cihên dûr ve hatin sirgûnkirin. 
 
* Her wiha kesên ji heman malbatê ji hev tên cudakirin, dişînin girtîgehên dûr, dema hevdîtinên vekirî saetek tenê ye û tenê bi kesekî re dikare hevdîtin bê kirin. Ev yek jî binpêkirina mafê ‘rêzgirtina jiyana malbatî’ ye. 
 
*Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û yên mîna wan nayên dayîn.”
 
Herî dawî jî Yeter bang li rayedaran kirin dawî li van sepanan bînin. 
 

Sernavên din

14/06/2022
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî