Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye

  • rojane
  • 16:07 9 Hezîran 2022
  • |
img
WAN - Adnan Bîlen ê li ser navê rojnamevanên li Wanê axivî, bertek nîşanî binçavkirina hempîşeyên xwe yên li Amedê da û bi lêv kir ku heta ku dengekî xurt neyê derxistin wê hemû rojnamevanên li welat di bin gefan de bin. 
 
21 kesên ku 20 jê rojnamevan bûn duh li Amedê hatibûn binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamevanan jî didomin. 
 
Rojnamevanên li Wanê li dijî binçavkirinan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniya ku gelek rojnamevan tev li bûyî de, metna çapemeniyê Adnan Bîlen xwend. 
 
KONSEPTEKE ŞER A NÛ YE  
 
Bîlen, diyar kir ku li dijî kedkarên çapemeniya azad ku bedelên mezin dane konsepteke şer a nû xistine dewrê û wiha got: “Duh yek ji van êrişên nû li Amedê xistin dewrê û 10 hevalên me hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya hevalên me yên du roj in di bin çavan de ne dîsa biryara ‘sînordarkirinê’ dan û hewl didin xebatên wan ên rojnamevaniyê krîmînalîze bikin. Bi ser mal û buroyên hevalên me yên ku dema ji bo îfadeyê gazî wan kiribûna dikaribûn biçin de girtin û hevalekî me qasî 10 saetan bi awayekî kelemçekirî dan sekinandin.”
 
Bîlen, bi lêv kir ku îdiayên berê hevalên wan jê dihatin sûcdarkirin û vala derketibûn îro dîsa hevalên wan jê tên sûcdarkirin û wiha berdewam kir: “Ev îdia derew in û hewldana balê bikişînin aliyekî din e. Heke were bîra we dema beriya salek û nîvan rojnamevanên têkildarî du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin de nûçe çêkiribûn jî de heman manîpulasyon hatibûn kirin. Hevalên me di encama darizandinê de beraet kirin heta Dadgeha Bilind jî biryara binpêkirinê da. Wê rojê jî dîsa medyaya alîgir û piştevanên wan serenavên ‘Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê’ avêtibûn û manîpulasyon avakiribûn. 
 
Bîlen, da zanîn ku yekane armanca van binçavkirinan ew e ku pêşî li agahdarkirina gel a têkildarî êrişên li hundir û derveyî sînor hatine destpêkirin bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em baş dizanin ku ev operasyon ji bo dengê kurdan û muxalîfan bên birîn e. Em dixwazin destnîşan bikin ku çapemeniya azad li dijî tu polîtîkayên şer, zext û tundiyê serî natewînin û ji bo hemû rastiyan ji gel re ragihînin wê têbikoşin û berdelê wê çibe bidin. Çapemeniya azad ku li dijî tu zextan bêdeng nebû, dê bi van operasyonên we yên manîpulasyonê ne têk biçe ne jî bêdeng bibe.”
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Bîlen, banga xwedî derketina li rojnamevanên kurd kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku mijar rojnamevanên kurd be kesên ku di quncikê xwe de xwe vedişêrin û weke ‘muxalîfan’ dijîn baş bizanin ku her operasyona li dijî rojnamevanên kurd tê kirin wê were we jî bibîne. Berî ku bibe dereng divê xwedî li çapemeniya kurd were derketin û deng were derxistin. Banga me li hemû gelên li welat, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rojnamevanan e; werin li dijî vê rewşa derexlaqî hûn jî dengê xwe derxînin. Em bang dikin ku hevalên me demildest werin berdan û dibêjin em ê her tim li cem wan bin. Bijî çapemeniya azad.”
 
TGC’Ê JÎ DAXUYANÎ DA
 
Cemîyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC) jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirinan da. TGC’ê diyar kir ku li welatekî ku çapemenî lê azad nebe mirov nikare behsa demokrasiyê bike û wiha got: “Em dixwazin rojnamevanên hatine girtin demildest bên berdan. Ev operasyon mînaka ku hewldanên afirandina yek tîp rojnamevan yek tîp nûçe çêkirinê ne. Divê mafê welatiyan ê agahdarkirinê neyê astengkirin.”
 
 
 
 

Sernavên din

14/06/2022
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî