Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!

  • rojane
  • 20:00 9 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş got: "Em ê wê qoltixa herî mezin a cîhanê radestî şîrîkantiya sûcan a faşîst nekin. Hûn çi dikin bikin, lê em ê wan di sindoqan de veşêrin."
 
Danişîna 13’an a Doza Kobanê ku 21 siyasetmedar jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar tên darizandin di roja 7’an de li hêwana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hat lidarxistin. 
 
Parlementerên HDP'ê jî di nav de gelek parêzer tevli danişînê bûn ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve tê lidarxistin. 
 
Piştî navberê cardin beyanên şahidan hatin guhdarkirin, belge hatin xwendin û siyasetmedar û parêzer axivîn. 
 
Ewilî siyasetmedar Zeynep Olbecî axivî. Olbecî anî ziman ku dozger di mutalaayê de îdia kiriye ku gava hewl daye bireve derveyî welêt hatiye zevtkirin û got: "Ez li orta Stenbolê hatim binçavkirin. Çawa wisa tê gotin? Ev yek bi xwe jî dijminatiya dozger û heyeta dadgehê ya li hemberî me nîşan dide. Divê ev tişt ji dosyeya min bê derxistin." 
 
Paşê Endamê Desteya Rêvebir a HDP'ê yê berê Nazmî Gur axivî. Gur di axaftina xwe de destnîşan kir ku bêhiqûqîtiyên di Doza Kobanê de li seranserê cîhanê tên şopnadin û got: "Tu delîlek tune ye ku bibêje HDP civînên dijqanûnî çêkirine. ger delîlek hebûna dê li serê îdianameyê bihatana bicihkirin. Bila kes ne bi me ne jî bi aqilê gelê me nelîze. Dozger an bila delîlên îdiayên wî piştrast dike bibîne yan jî bila van îdiayan ji dosyeyê derxîne." 
 
Piştî Gur, Berdevkê HDP'ê yê berê Gunay Kûbîlay axivî. Kûbîlay jî bertek nîşanî dema ji bo parastinê da û got: "Ev biryar piştî hat dayîn li her derî hat nîqaşkirin. Ne pêkan e ku mirov ji bo îdianameyeke ev qas nepixandî tenê rojekê parastinê bike. Hêvîdar im cardin li ser vê biryarê bê sekinandin." 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî got: "Gava mirov li mutalaaya dozger mêze dike, dibîne ku 20 meh in tu tişt neguheriye." Akat Ata bilêv kir ku dozger beyanên şahidan berovajî dike û li ser beyanên derî rastiyê disekine û got: "Ma me bi hev re li heman cihî guh li van şahidan nekir? Şahidên hatin guhdarkirin piraniya tiştên di vê mutalaayê de negotin." 
 
Akat Ata di berdewama axaftina xwe de ji bo îdiaya dozger a derbarê siyasetmedaran de ku gotiye "dibe bireve" jî got: "Em di vî warî de gelek caran hatin ceribandin. Tiştên me kirine û em dikin diyar in. Ez çar caran li heman cihî hatim binçavkirin û sê caran jî hatim girtin." 
 
'JINÊN KURD TIRSA DESTHILATÊ NE'
 
Her wiha Akat Ata di dawiya axaftina xwe de got: "Jinên kurd tirsa rêvebirên vî welatî ne. Kesên vî welatî bi rê ve dibin me baş nas dikin, ji lew re guh li me hemûyan kirine. 3 klasorên guhdarkirinê hene. Di kîjanê de tiştekî îllegal heye? Em sextekariyê û karê tiryakê nakin. Derdekî me hene, em ji bo aştiyê û azadiyê dixebitin, lê çend roj berê li Silopiya Şirnexê jienk ji aliyê Serokê Komeleya Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê ve hat qetilkirin. Navê van pergalan diguherin, li bajarekî din bi navekî din in, lê xebatên wan heman xebat in. Li tiştên di malpera SADAT'ê de nivîsandî mêze bikin. Gelo em di bin navê legalîteyê de xebatên îllegal dikin? Madem li pergalên îllegal digerin, aha ev perhal bêyî xwe veşêrin li bara raya giştî xwe eşkere dikin. Hêza jinên kurd heye ku maskeya her kesî bixîne. Em dikarin maskeya van şahidên veşarî jî bixînin, ji lew re tiştên emd ikin hemû zelal in. Em baş dizanin bê ka çi çi ye." 
 
Piştî Akat Atayê jî Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ya berê Ayşe Yagci axivî. Yagci têkildarî îfadeyên şahidên nepen de axivî û doza berdana xwe kir. 
 
XWEST AYSEL TÛGLÛK BÊ BERDAN
 
Siyasetmedar Aynûr Aşan jî diyar kir ku di rojên pêş de dê gelek şahidên veşarî û vekirî bên û got: "Ev şahid hema bibêje hemû jî îtirafkar in. Şahidên ku çend roj berê axivîn jî gotin dema ew di nava siyaseta legal de bûne wan nas kirine. Ên bên jî dê heman tiştî bibêjin. Rast dibêjin. Herî zêde me li HDP'ê, li KJA'yê an jî li Rozayê dîtine. Lê xebatên me jî wekî xebatên xwe yên îllgela dihesibînin û îllegalîze dikin. Ne wekî îtirafkar, wan wekî şiltaxan derdixin pêşiya me. Wer xuya ye dê dadgeh hê gelek şahidan bîne, ji lew re di dest we de tu delîleke berbiçav tune ye. Tu delîlek ku em pê 38 caran bi cezayê muebeda giran bên darizandin tune ye. Lewma hûn şahidên dozên deh sal berê tînin. Û bi ser de hûn mafê me yê parastinê bi rojekê sînrodar dikin. Ez dixwazim heye dest ji vê biryarê berde. Ez îfadeyên şahidan qethiyen qebûl nakim." 
 
Aşan di dawiya axaftina xwe de doza berdana siyasetmedar Aysel Tûglûk û hemû siyasetmedarên din kir. 
 
Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê ya berê Bîrcan Yorûlmaz jî got: "Dozger di mutalaaya xwe de gotiye şahidan gotiye 'ew kadro' ye. Kîjan şahidî gotiye? Gava şahid hatin guhdarkirin ez li vir bûm. Tu şahidekî tiştekî wiha negot. Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku bê mutalaa çi mutalaayeke bêcidî ye." 
 
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî. 
 
Demîrtaş destnîşan kir ku heya ji dest wan tê van bêhiqûqîtiyan tomar dikin û got: "Ez gazî dadgeha we dikim ku li gor qanûnê tev bigerin. Em tenê tomar dikin. Mutalaa bi xwe nîşan dide ku bê çawa sînorê bêhiqûqîtiyê hatiye derbaskirin. Çima hûn tiştekî wiha dikin? Raya giştî vê dozê dişopîne, lê herî zêde jîq esr. Di her civîna komê de Devlet Bahçelî teqez navê me bilêv dike û heqaretan dike. Ji bo neyê jibîrkirin. Tifaqa Cumhûrê şirîkê hemû sûcên li dijî gelê me ye. Ev darizandin bi xwe jî sûcdariyeke giran e."
 
Demîrtaş di axaftina xwe de behsa pêvajoya 7'ê Hezîrana 2015'an kir. 
 
‘GER HÛN TÊK BIŞIKÊN EM Ê CIH BIGUHERÎNIN'
 
Demîrtaş ku got "dê di 2023'yan de qoltixa herî girîng a cîhanê bê bijartin" û got: "Karbidestiya Bîden, Pûtîn an jî Serokkomarê Fransayê ne bi qasî ya Erdogan e. Beriya hilbijartineke ev qas girîng ev dadgeh bûye çi ku qanûnê pêk bîne? Li derve sûcine ew qas giran tên kirin ku ma li ber wan ev delîlên sixte yên dozger çi ne! Em behsa kevneşopiyeke ku ji bo desthilatê birayê xwe qetil kiriye dikin. Lê em ê wê qoltixa herî mezin a cîhanê radestî şîrîkantiya sûcan a faşîst nekin. Hûn çi dikin bikin em ê wan di sindoqan de veşêrin. Hûn çi biryarê didin bidin. Ji bo domandina sûcine ev qasî mezin ne hewce ye meriv sûcine din bike. Mutalaa 69 rûpel e, lê 41 rûpel der heqê min de ye. Nexwe ji xeynî min hemû hevalên din berdin. Ez ê bimînim. Em ê heya hilbijartinê bi hev re bidomînin. Hûn winda bikin em ê cih biguherînin." 
 
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de bang li muxalefetê jî kir û got: "An werin bêhiqûqîtiya li vir bibînin an jî heyetên xwe bişînin." 
 
Heyeta dadgehê bertek nîşanî vê bangawaziya Demîrtaş da. 
 
Piştî Demîrtaş parêzer Mehdî Zana Akkaya jî axivî û destnîşan kir ku ew naveroka mutalaayê qebûl nakin. Parêzer Mahsûnî Karaman jî têkildarî beyanên şahidan ên di mutalaayê de hatine bicihkirin got: "Ev ên di navbera 2010-2012'an de ne. Ev bêhiqûqîtî ye." 
 
Piştî beyanên parêzeran roja 7'an a danişîna 13'an jî bi dawî bû. Danişîn dê sibê saet di 10.00'an de ji cihê mayî bidome. 

Sernavên din

14/06/2022
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî