Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze

  • rojane
  • 09:04 10 Hezîran 2022
  • |
STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku li navçeyan amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin û wiha got: "Çareseriya bê Ocalan ne pêkan e. Lewma ev meş ji bo xwegihandina çavkaniya çareseriyê pir girîng e." 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber didome. Her wiha zêdetirî saleke jî tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Parêzerên wî herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kiribûn û birayê wî Mehmet Ocalan jî di 25'ê adara 2021'ê de bi telefonê pê re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî yan tên redkirin an jî nayên bersivandin. Ji ber vê yekê fikarên gelê kurd zêde bûne. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixe. 
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol li ser amadekariyên ji bo meşê û girîngiya meşê axivî. 
 
TECRÎD AWAYEKÎ RÊVEBIRIYÊ YE
 
Bîrol bilêv kir ku meseleya kurdî îro ro bûye meseleyeke navneteweyî û bandorên wê yên li Rojhilata Navîn êdî bi awayekî berbiçav tên dîtin. Bîrol anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahiya welêt berbelav bûye ji ber meseleya kurdî ye û got, bi vê polîtîkaya derî aqil û wijdanê re peyamek tê dayîn ji bo kurdan û hêzên demokratîk. Bîrol destnîşan kir ku dewlet gava dixwaze peyamekê bide kurdan ewilî tecrîda li Îmraliyê zêde dike û wiha got: "Tecrîd, rejîmeke îzolasyonê ye. Îro ro ev rejîm piştî li Îmraliyê hat pêkanîn li tevahiya welêt berbelav bû. Tenê ne li girtîgehan, li tevahiya civajê belav bûye. Dixwazin zemîneke antî-hiqûqê çêbikin." 
 
ÇAVKANIYA ÇARESERIYÊ OCALAN E
 
Bîrol destnîşan kir ku meşa ku dê partiyên siyasî û sazî û rêxistinên demokratîk di 12'ê Hezîranê de li dar bixin ne gaveke hêsan e û got, ji ber ku çavkaniya tevahiya meseleyan Îmralî ye, ev meş jî ji ber vê hindê hatiye plankirin. Bîrol têkildarî vê tespîta xwe ev tişt anî ziman: "Ev gav, ne gaveke ku em bêjin 'hat aqilê me û me got em bikin.' Ev meş, ji bo em balê bikişînin ser meseleyên li welêt tê lidarxistin. Ji bo li welêt atmosfereke demokratîk rû bide tê lidarxistin. Ev gel êdî ji xizanî, mirin û înkarkirinê bêzar bûye. Ev, pratîka 'êdî bes e' ye. Ev peyamek e. Em tenê behsa kurdan nakin. Em behsa jiyaneke civakî ay demokratîk a welatekî dikin. Lewma divê atmosfera ku êdî kes nikare tê de bêhnê bistîne bê guherandin." 
 
XEBATÊN LI STENBOLÊ
 
Bîrol bilêv kir ku ev meşa ku bi temamî çalakiyeke demokratîk e, daxwaza piraniya civakê ye û nêrîna partiya wan a têkildarî vê polîtîkaya tecrîdê tê zanîn. Bîrol anî ziman ku li navçeyên Stenbolê xebatên wan ên ji bo meşê bênavber didomin û di çarçoveya van xebatan de heya niha belavok belav kirine û bi gel û rêxistinên civaka sivîl re civiyane. Bîrol, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kes dibêje ku ev meş pêdiviyeke mezin e û gaveke derengmayî ye. Wisa difikirin ku çareseriya meseleya kurdî bê Ocalan ne pêkan e û divê tecrîd bê şikandin. Bi rastî jî gava van titşan gotin pir jidil bûn. Gel dixwaze ji vê hesta xirabiyê ya li seranserê civakê belav bûye xelas bibe û bi awayekî azad jiyana xwe bidomîne. Ji bo vê jî baş tê zanîn ku hemû gavên Ocalan ên di vî warî de gavên çareseriyê ne. Ev di navbera 2013-2015'an de hatibû testkirin." 
 
VEXWENDIN
 
Bîrol anî ziman ku dê bi vê meşê re ku armanca wê jiholêrakirina pergala der exlaqî, wijdanî û hiqûqî ye, bi awayekî demokratîk zorê bidin desthilatê û bang li her kesî kir ku di vî warî de çi dikeve ser milê wan bike û rola xwe bilîze. Bîrol, axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo xwegihandina çavkaniya çareseriyê ev meş, meşeke pir girîng e. Em hemû kesên divê di vî warî de xwedîg otin bûn û tevahiya gelê xwe bı coşeke mezın vedixwînin meşê." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

14/06/2022
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye