Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe

  • rojane
  • 09:07 10 Hezîran 2022
  • |
RIHA - Endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Salîh Mevalî ku tev li Meşa Gemlîkê ya ewil bûbû anî ziman ku dê bi hestên 17 sal berê cardin tev li Meşa Gemlîkê bibe û wiha got: "Divê her kes berê xwe bide Îmraliyê. Em deriyên girava Îmraliyê bişikînin." 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Zêdetirî salekê ye xeber ji Ocalan nayê girtin û hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî tê astengkirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê Hezîranê de li dijî tecrîdê ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixe. 
Meşa Gemlîk ku ya ewil di sala 2005'an de hatibû lidarxistin, dê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî di 12'ê Hezîranê de cardin bê lidarxistin. Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîh Mevalî ku di 2005'an de tevlî Meşa Gemlîkê ya ewil bûye bibîr xist ku li hemberî hemû astengîyan jî bi hezaran kes berê xwe dan Girava Îmraliyê û got, wê di 12'ê hezîranê de dîsa bi heman hestiyariyê tev li Meşa Gemlîkê bibe. 
 
‘BIRÎNEKE KÛR'
 
Mevalî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan ku 23 sal in berdewam dike û wiha got: "Girtîna birêz Ocalan di serî de ji bo gelê kurd û bi tevahî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn birînek kûr e. Birêz Ocalan bi komploya 9'ê Cotmeha 1998'an dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di sala 1996'an de li Şamê xwestin  bi teqemenîyê sûîqastekê bikin, lê bi ser neketin. Piştî êrîş bi ser neket, vê carê komployek çêkirin. Wê demê projeyeke demdirêj dan destpêkirin."
 
Bi domdarî Mevalî anî ziman ku gel bi xwedîderketinê komploya li hemberî Ocalan pûç kiriye û wiha domand: "Pêşî ji bo birêz Ocalan digotin Rêberê PKK'ê, bi dû re gotin Serokê Gelê Kurd lê niha tê gotin Serokê Gelan. Pirtûkên birêz Ocalan li zanîngehên Ewropayê ji bo perwerdehiyê tên bikaranîn. Gelê kurd û hogirên wan her wextî xwedî li birêz Ocalan derketin. Ji bo azadîya birêz Ocalan her wextî di nava tevgerê de bûn. Gelek keç û xortên vî gelî gotin 'hûn nikarin Roja me tarî bikin' û laşê xwe dan ber êgir."
 
'GEL BERÊ XWE DA ÎMRALIYÊ' 
 
Di berdewamê de Mevalî bibîr xist ku çalakiya Meşa Gemlîkê a yekemîn di 4'ê Îlon a 2005'an de hatiye lidarxistin û wê demê deng vedabû. Mevalî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xwestin asteng bikin lê dîsa bi hezaran kes tevli meşê bûn. Wê demê ez di baskê ciwanan a DTP'de bûm. Em bi kêfxweşî ji Rihayê tevlêbûn. Gelek astengî hebûn, lê  dîsa jî gel berê xwe da Îmraliyê. Dema em vegeriyan li navçeya Bîlecik Bozuyukê em bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû man. Ji ber ku gelek kes tevlî meşê bûn, hêz nekirin. Li hemberî êrîşa nîjadperest li hemû derê welêt xwedî derketinek mezin çêbû. Dema em gihîştin Amedê bi hezaran kesî em pêşwazî kirin. Gel bi wê meşê got, 'birêz Ocalan îradeya min e.'"
 
'GEL BÊRÛMETIYÊ QEBÛL NAKE' 
 
Mevalî destnîşan kir ku li seranserê cîhanê mînakeke wekî tecrîda li Îmraliyê tune ye û wiha pê de çû: "Li Îmraliyê wahşetêke mezin heye. Dewlet zagonên xwe binpê dike. Malbat, parêzer û heyet nikarin birêz Ocalan bibînin. Tecrîd, ev 23 sal in berdewam dike. Ev nayê qebûlkirin. Tiliya saziyên navneteweyî û yên neteweyî di vê bê hiqûqiyê de heye. Tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser birêz Ocalan, li ser tevahiya gelê kurd tê pêkanîn. Gelê kurd li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Di hemû hêlan de êrîşî gelê kurd dikin, lê gelê kurd gavekî paş ve navêje. Gel tecrîdê qebûl nake. Gundên vî gelî hatin şewitandin, keç û xortên wan hatin kuştin, hatin koçberkirin lê tu carî bêrûmetiyê qebûl nakin. Wê gel li îradeya xwe xwedî derkeve."
 
'BI HEMAN HESTIYARIYÊ...' 
 
Mevalî ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 12'ê Hezîranê de bê lidarxistin bang kir û di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Bila hemû kes 12'ê mehê berê xwe bide Îmraliyê. Em deriyê giravê bişikînin. Em tenê doza rakirina tecrîdê nakin, em doza azadiya birêz Ocalan jî dikin. Êdî diêv birêz Ocalan rizgar bibe û di nava gel de be. Ew sîstema ku birêz Ocalan tecrîd dike bi xwe hat tecrîdkirin. Niha qeyran di her hêlê de zêde dibin. Divê rojek berî rojekê saziyên navneteweyî herin Îmraliyê. Ez ê dîsa bi wê hestiyariya 17 sal berê berê xwe bidim Îmraliyê. Agirek heye û yê ku avekê li wî agirî bike birêz Ocalan e."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

14/06/2022
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye