‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'

  • rojane
  • 09:09 10 Hezîran 2022
  • |

ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê ne û gotin, girtiyên nexweş ên nayên dermankirin bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. 

 
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her diçin zêdetir dibin. Li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê Onûr Yilmaz, di 17'ê Gulanê de ragihandibû ku li dijî kiryarên xirab û îşkenceya midûrê girtîgehê Alî Haydar Ak dest bi rojiya mirinê kiriye. Li Girtîgeha Afyon a Jimare 1 a Tîpa T'yê jî girtî Rizgar Tûrhan, Cûmalî Yildirim, Mehmet Emîn Dal, Îsmaîl Çevîk, Cîhat Ograş, Firat Beyazer û Velat Kazanççi jî di 25'ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. 
 
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl tahde û çewisandinên li girtîgehan nirxandin. 
 
 
'BINPÊKIRIN LI DIJÎ RÛMETA MIROVAN E'
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgeha a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Ahmet Çîçek anî ziman ku li girtîgehan qanûna bingehîn û peymanên navneteweyî esas nayên girtin û bi taybetî jî piştî helwdana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li girtîgehan pêkanînên rêvebiriya awarte berbelav bûne. Çîçek, bi domdarî wiha got: "Qawîşên qelebalix hatin çêkirin. Di qawîşên 3 kesî de nêzî 30 kes dimînin. Ev dijî rûmeta mirovan e." 
 
SERLÊDAN ZÊDE BÛNE
 
Çîçek destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê ne û bi taybetî jî li girtîgehên herêma Egeyê binpêkirinên mafan pir zêde bûne û wiha pê de çû: "Tim ji ber binpêkirinên mafan serî li komeleyê tê dayîn. Hevdîtina bi malbatan re tê astengkirin. Girtî di warê peydakirina pirtûk, rojnameyan de zehmetiyê dikişînin. Weşanên bi kurdî jî hema bibêje qet tune ne. Girtî dixwazin van pêkanînan ragihînin raya giştî. Lê ji ber ku rêvebiriya girtîgehê jî xwe li bêdengiyê datîne girtî jî dest bi greva birçîbûnê yan jî rojiya mirinê dikin. Divê civak jî li ber van binpêkirinên mafan hesas be." 
 
‘BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATINE HIŞTIN'
 
Hevseroka Komeleya Xizmên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TÛHAYDER) Nîlay Guleser anî ziman ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq tê pêkanîn û ev tecrîd pêl bi pêl li girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Guleser bilêv kir ku bi tecrîdê re binpêkirinên mafan û zext zêde bûne û wiha berdewam kir: "Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Gelek girtiyên înfaza xwe temam kirine ji aliyê desteyên çavdêrî û îdareyê ve belesebeb înfaza wan tê şewitandin an jî tê taloqkirin. Ji ber vê li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine û li Girtîgeha Kiriklarê hin girtî dest bi rojiya mirinê kirine." 
 
Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Coşkûn Ustercî jî ragihand ku li girtîgehan bi taybetî di warê peydakirina av, xwarin û derfetên tenduristiyê de pirsgirêk hene û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku ev pirsgirêk bi salan e nayên çareserkirin bi taybetî rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Ev tê wateya binpêkirina qedexeya îşkence û kiryara xirab." 
 
‘GIRTÎ NAYÊN DERMANKIRIN'
 
Ustercî destnîşan kir ku li girtîgehan girtiyên nexweş di warê xwegihandina tenduristiyê de bi prisgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û got, di dema revîrê de, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de bi prisgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Ustercî bilêv kir ku li nexweşxaneyan muayeneya bi awayekî kelemçekirî li girtiyên enxweş tê ferzkirin û wiha derbirî: "Gelek girtî li ber vê radibin û bêyî muayene bibin cardin tên girtîgehê. Girtî muayene bibe jî dermanên tên nivîsandin dereng digihên wan. Gava divê emeliyat bibin jî, ev bi derengî tê kirin. Ev hemû ji ber pirsgirêkên pergalî ne."
 
REWŞ XIRAB E
 
Ustercî li ser raporên Saziya Tiba Edlî yên "dikare di girtîgehê de bimîne" jî sekinî û got, ji ber vê gelek girtiyên rewşa wan xirab an jî temenê wan mezin nikarin sûdê ji berdana bi kontrol bigirin. Ustercî, axaftina xwe wiha qedand: "Ev pêkanîn bi awayekî kêfî tên kirin. Wezareta Dadê di warê serwextkirina civakê de karê xwe baş nake. Di destpêka 2022'yan de bi qasî ku me tespît kiriye 22 girtî jiyana xwe ji dest dane. 12 jê ji ber tenduristiyê jiyana xwe ji dest dnae û 8 jê jî tê gotin xwe kuştine. Sedema mirina 2 kesan jî nehatiye ragihandin. Ev yek nîşan dide ku bê rewş çi qasî dijwar e." 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

14/06/2022
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye