‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'

  • rojane
  • 09:10 10 Hezîran 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Hevserokê HDP'a Îzmîrê Çinar Altan diyar kir ku ji bo Meşa Gemlîkê amade ne û bang li her kesî kir ku ji bo demokratîkbûyîna vî welatî ne piştgir bibin kirdeya vê meşê. 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber didome. Her wiha zêdetirî saleke jî tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Parêzerên wî herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kiribûn û birayê wî Mehmet Ocalan jî di 25'ê adara 2021'ê de bi telefonê pê re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî yan tên redkirin an jî nayên bersivandin. Ji ber vê yekê fikarên gelê kurd zêde bûne. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixe. 
 
Bangawaziyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin. 
 
Ji milên girîng ên Meşa Gemlîkê yek jê jî Herêma Egeyê ye. Kesên tevli meşê bibin dê ji Îzmîrê bi rê bikevin. Meşvanên Gemlîkê ku parlementerên HDP'ê Mûrat Çepnî, Huda Kaya, Hasan Ozguneş, Ayşe Surucu û Mahmût Togrûl jî di nav wan de ne, roja yekşemê dê li navçeya Bayrakliyê bi awayekî girseyî daxuyaniyê bidin û piştî daxuyaniyê bi rê bikevin. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Çinar Altan li ser girîngiya meşê axivî.
 
Altan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan di serî de gelê kurd bandorê li tevahiya civakê kiriye û bi tecrîdê di krîza piralî de tê israrkirin. Altan, di berdewamê de wiha got: "Dewlet ji me re dibêje, 'Em ê ji niha û pê ve jî kodên dagirkeriyê yên di avakirina komarê de cih girtine bidomînin. Em ê vê jî bi fetisandina dengê Ocalan û şert û mercên wî yên fîzîkî pêk bînin.' Em jî li ber vê ferasetê radibin û qebûl nakin. Em ê bi meşeke xurt bersiva vê dagirkeriyê û înkarkirinê bidin." 
 
GAVA EWIL A DEMOKRATÎKBÛNÊ
 
Bi domdarî Altan ev tişt anî ziman: "Bi tecrîda li ser birêz Ocalan tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Lewma şikandina tecrîda Îmraliyê tê wateya şikandina tecrîd û dîlgirtina li ser tevahiya civakê. Ger em civak bi awayekî fiîlî li ber vê tecrîd û îşkenceyê dengê xwe bilind bikin, em ê karibin kodên dagirkeriyê û rejîma faşîst asteng bikin." 
 
Di berdewama axaftina xwe de Altan destnîşan kir ku şikandina tecrîdê tê wateya destpêka gava ewil a demokratîkbûyînê û ev tişt anî ziman: "Bi milyonan kes hene ku bi dengê Ocalan pozîsyonê xwe bigirin. Şikandina tecrîdê di warê siyasî de xwedî wateyeke girîng e. Di serî de Rojhilata Navîn li tevahiya Tirkiyeyê siyaseteke şer heye. Ev meş tê wateya berterefkirina vê siyaseta şer jî. Demokratîkbûyîn dê bi şikandina tecrîda li ser Ocalan dest pê bike. Lewma ev meş bi her awayê xwe girîng e." 
 
AZADIYA OCALAN AZADIYA GELAN E
 
Altan bilêv kir ku wate û girîngiya meşê pir mezin e û wiha pê de çû: "Nêzî du sal in parêzer nikarin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin, malbat nikare hevdîtinê pê re bike. Zêdetirî salekê ye em tu xeberê jê nagirin. Ji bo şikandina tecrîdê hemû hewldanên siyasî û hiqûqî bêencam man. Em ê doza rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan bikin. Em ê tevî azadiya fîzîkî ya Ocalan azadiya gelan jî destnîşan bikin. Em ê li dijî siyaseta şer a li hemberî gelê kurd bi awayekî herî xurt dengê xwe bilind bikin. Em ê cardin dubare bikin ku çareserkirina meseleya kurdî bi Ocalan pêkan e." 
 
EGE AMADE YE
 
Altan anî ziman ku ev meş ji bo Herêma Egeyê jî pir girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Fareseteke wekî tenê divê gelê kurd li ber tecrîda li ser Ocalan rabe heye. Lê divê rojavayê Trikiyeyê bi dengekî xurt bersiva vê ferasetê bide. Yekîtiya me ya çarenûsê heye. Divê em hatine cem hev a kedkarên li rojavayê Tirkiyeyê û gelê kurd zêdetir bikin. Ji bo pêkanîna yekitiya çarenûs divê em momentên berxwedanê yên bi vî rengî zêde bikin. Lewma ev meş dê ji bo rojavayê Tirkiyeyê jî meşeke girîng be.
 
Em herêma Egeyê ji bo meşê amade ne. Em li taxên Îzmîrê xebatên xwe didomînin. Em ê roja yekşemê li vira daxuyaniyeke girseyî bidin û bi otobêsan ber bi Gemlîkê ve biçin. Em ji niha ve dikarin bibêjin ku dê Meşa Gemlîkê bi awayekî girseyî bê lidarxistin. Banga me ji bo tevahiay gelên Tirkiyeyê ye; ji bo demokratîkbûyîna vî welatî tenê ne piştgir bibin kirdeya vê meşê. Ji bo pêşerojeke wekhev û azad, ji bo welatekî demokratîk her kes divê bibe kirdeya vê meşê." 
 
MA / Semra Tûran-Delal Akyuz
 
 

Sernavên din

14/06/2022
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî