Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin

  • rojane
  • 10:13 10 Hezîran 2022
  • |
img

AMED - Dayikên Aştiyê yên Amedê, derbarê meşa ku wê ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin de axivîn û bang li gel kirin ku ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di sala 1999'an de bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeye hat kirin, 23 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ji bo azadiya Ocalan wê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Alîkarî û PiştgiriyA Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) di 12'ê hezîranê de bi şîara "Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin" Meşa Gemlîkê li dar bixin. 
 
Dayikên Aştiyê yên Amedê, derbarê meşê de axivîn û ji bo tevlîbûnê bang kirin.
 
'BI RAWESTANDINA ŞER RE WÊ ARAMÎ BÊ'
 
Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey, diyar kir ku ew tecrîdê li ser tevahiya mirovahiyê dibînin û wiha got: "Serokê kurdan di bin tecrîdeke giran de ye. Heke tecrîd rabe wê ji bo tevahî mirovan xweş be. Ew dikare pêşiyê li vî şerî bigire û vê xwîne bide sekinandin. Lê ji ber ku berjevendiyên hinekan di vî şerî de hene nahelin ku deriyên Îmraliyê vebibin. Şer û xwînê dixwazin. Heke ev şer bisekinê aramî bê vî welatî. Nahelin ku parazêr û malbat hevdîtin bikin. Tecrîdeke pir giran heye û pêşî li her tiştî digire. Bila ev tecrîd rabe tu kes vê tecrîdê qebûl nake."
 
'WÊ ME BIBE BERSIV'
 
Bi domdarî Ozbey, bal kişand ser meşa ku wê bê lidarxistin û ji bo tevlîbûne ev bang kir: “Heke ev çalakî bê fêhmkirin û li ser nîqaş bên kirin girîngiya wê gelek e. Daxwaza me ew e ku herkes tev li vê çalakiyê bibe. Divê tevlîbûnek girseyî bibe ku em bigihîjin armanca xwe. Belkî wê demê tecrîd bê rakirin û kuştin û şer jî bi dawî bibe. Weke Dayikên Aştiyê em jî naxwazin ku şer hebe. Em dixwazin ku kes nemire û ew şer bi dawî bibe. Ji ber wÊ jî divê ev tecrîd bê rakirin. Ev meş tiştekî pir baş e, em hevî dikin ku pêk were û pirî tiştan re bibe bersiv. Ew meş meşa azadî, aştî û aramiyê ye."
 
'TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN'
 
Dayika Aştiyê Newriye Kaçan jî destnîşan kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û wiha got: "Abdûllah Ocalan Serokê kurdan e û aştiyê dixwaze. Divê reyedarên dewlete jî aştiyê bixwazin. Çima ser malan de digirin û agir ber didin malan? Çima şer dikin? Dibejin, 'ew terorist in' lê terorîst ew in ku malên gel dişewitînin. Em doza mafê xwe dikin. Divê li Îmraliye malbat û parazêr hevdîtin bikin. Çend sal in tecrîdeke giran heye. Ji bo ku aşti û azadî çê bibe divê ev tecrîd bê rakirin. Dilê me bi herkesî dişewite û em aştî û azadiyê dixwazin. Em dixwazin ku Serokê Kurdistanê bê berdan. Bila tirk jî li dijî vê yekê derkevin çiqas dijminê kurdan e ewqas jî dijminê tirkan e. Çiqas zarokên kurdan tên kuştin ewqas jî ên tirkan tên kuştin. Divê tirk jî tev li çalakiye bibin. Ev çalakî ji bo azadiyê ye. Ji ber wê divê herkes ji bo azadiyê tev li vê meşê bibe.”
 
'HETA TECRÎD NEYÊ ŞIKANDIN AZADÎ NAYÊ'
 
Dayika Aştiyê Nafiye Yîgît jî derbarê mijarê de bi lêv kir ku çend sal in tecrîdek giran li ser Ocalan heye û ev tişt gotin: "Heta ev tecrîd berdewam bike, aştî û azadî nayê. Ev şêr jî wê berdewam bike. Kesên ku ji xwe re dibêjin, 'Em mirov in û demokrat in' divê çavê xwe ji vê tecrîdê re negirin û deng derxin. Heta ev tecrîd neyê şikandin, aştî û azadî jî nayê. Tecrîd belavî hemû civakê bûye. Îro zarokên me jî di zindanan de di bin tecrîdê de ne. Tecrîd ne tenê li ser kesekî tê meşandin. Tecrîd li ser me hemûyan tê meşandin. Li ser gelê kurd jî gelê tirk jî tecrîd heye. Heta ev tecrîd bi dawî nebe tiştên xweş jî çênabin. Wezîrê Dadê dibejê ku ew edaletê diparêze. Weke dayik jê re dibêjim ku kesekî ku ji xwe re dibejê 'ez edaletê diparezim' çawa vê tecrîde didomîne?"
 
BANGA BEŞDARIYA MEŞÊ
 
Yîgît, di dawîya axaftina xwe de ji bo tevlîbûna meşê ev bang li gel kir: "Wê heta kîngê ev şer berdewam bike û cenaze werin? Ev hemû girêdayî tecrîdê ne. Yanî heta tecrîd neyê şikandin, ne zarokên me azad dibin ne jî aştî tê. Heta ev tecrîd neyê şikandin wê şer jî bidome. Ev meşa ku were lidarxistin jî ji bo şikandina tecrîd û aştiyê ye. Ez weke dayik bang li herkesî dikim ku ji bo tecrîd bê şikandin bila di vê çalakiyê de dengê xwe bilind bikin. Ji bo aştiyê û ji bo ku kes nemirê ev çalakî pîroz e. Divê herkes lê xwedî derkeve."
 

Sernavên din

14/06/2022
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye