Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin

  • rojane
  • 10:20 20 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Rojbîn Denîz diyar kir ku êrişa li dijî Meclisa Gel a Sinûnê bi hevkariya PDK’ê pêk hatiye û got: “PDK bi piştevaniya Tirkiyeyê êrişî êzdiyan dike.” 
 
Piştî “Peymana Şengalê” ya di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Bexda û Hewlêrê de hat îmzekirin, êrişên sîstematîk ên li dijî êzdiyan berdewam dikin. Tirkiye bênavber ji hewayî ve êrişan pêk tîne û artêşa Iraqê jî Şengalê dorpêç dike. Her wiha PDK jî her tim Şengalê hedef nîşan dide. Herî dawî Tirkiyeyê bi balafira biçek a bêmirov (SÎHA) êrişî Meclisa Gel a Sinûnê kir û di encama bombebaranê de Selah Xidir Naso yê 12 salî û bapîrê xwe Xidir Naso jiyana xwe ji dest dan. 
 
Rojnamevan Rojbîn Denîz geşedan û êrişên li ser Şengalê nirxand. 
 
‘ÊZDIYAN TENÊBÛNÊ JI SER XWE AVÊT’ 
 
Rojnamevan Rojbîn Denîz diyar kir ku di her êrişa li dijî Şengalê de hevkariya PDK’ê heye û got: “Osmaniyên ku bendika çarenûsa êzdiyan girtibûn û piştre jî Komara Tirkiyeyê, li pey êzdiyan çûn Şengalê. PDK’ê di rêwîtiya qirkirinê de Osmaniyan bi tenê nehişt. Afirînerên qirkirinê Tirkiye û PDK'ê ku bi roleke sereke radibin di her firsendê de li dijî civaka êzdî û baweriya wan qirkirinek pêk anîn. Her jenosîd ji bo civaka êzdî êşa tenêbûnê ye û ew bi tenê û bindest hatin hiştin. Qirkirina ku di sala 2014’an de bi sere Şengalê de hat bi berberî û giranî bi qasî fermanên din bû. Civaka êzdî bi vê fermanê tenêtiya ku di fermanên din de mabû ji holê rakir. Şengal ku weke koka hevsengiyê tê zanîn, xwest bi 74 fermanan bi dawî bibe. Armanc ev bû, lê nikaribûn êzdiyan biqedînin. Civaka êzdî ya ku rastî qirkirinê hat û bi qirkirinê re rûbirû ma, di nava demê de dubarekirina xwe veguherand ezmûnek."
 
‘ÊZDÎ AZAD DIJÎN’ 
 
Denîz anî ziman ku bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê re êzdî bi awayekî azad jiyan kirin û wiha axivî: “Piştî fermanê Şengal zû xwe rizgar kir. Meclisên gel li ser pêwîstiyên nîzama giştî ya êzîdxanê hatin avakirin. Ji bo civaka êzidî ya li Iraqê her tim qanûn pûç bûn. Mafê jiyan û parastinê yên êzdiyan tunebû. Civaka êzdî ya ku li Iraqê bêhêz e û nikare desthilatekê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe yên civakî bibîne, qadên ku bikaribe xwe biparêze û çareseriya pirsgirêkên gel peyda bike ava kiriye. Dizanibûn ku ew nikarin xwe bippêrên PDK’ê û Iraqê. Meclisên gel û asayîşa giştî ya êzdiyan a li Şengalê hate avakirin, bi feraseteke hevpar li cem gel bûn. Piştî fermanê 8 sal in êzdî xwe bi xwe birêvedibin û diparêzin. Ji her kesî re nîşan dan ku bêyî ku girêdayî PDK û dewleta Iraqê bin, dikarin li êzidxanê bijîn.”
 
PDK TIRKIYEYÊ SOR DIKE 
 
Denîz destnîşan kir ku Iraq û PDK’ê nikarin sîstema demokratîk a li Şengalê hatiye avakirin tehamûl bikin û ji ber vê jî dest bi êrişên plankirî kirine û dewam kir: “Tirkiye û PDK’ê li dijî îrade û hebûna civaka êzdî ketin nava tevgerê. Di salên dawî de hedefgirtina pêşengên civaka êzdî û zarokên wan ji ber vê yekê ye. Di dema ku Mervan Bedel bû armanca êrişan, zarokên wî jî li gel wî bûn û di êrişa dawî de jî Meclisa Gel û qada sûkê ya li navenda Sinûnê bi zanebûn û biplankirî hatin hedefgirtin. Di vê êrişê de Salihê 12 salî û xebatkarên Meclisa Gel û 7 kes ku di nav de rojnamevanek jî heye birîndar bûn. Ya ku Meclisa Gel dike armanca êrişan PDK ye. PDK dixwaze Şengal vegere serdema beriya fermanê. Civaka êzdî dixwaze tiştên di fermanê de qewimîne ji bîr bike. Civaka êzdî nemaze jî jin, pêşmergeyên girêdayî Barzanî naxwazin û bi awayekî eşkere jî viya dibêjin. PDK dizane ku gel wê naxwaze. Ji ber vê yekê jî PDK dixwaze bi zext û êrişên Tirkiyeyê li êzdiyan, kurdan bixe. Bi tirsandinê serî li plana tepisandinê dide.” 
 
WÊNE DIJMINATIYA ÊZDIYAN NÎŞAN DIDE 
 
Denîz da zanîn ku PDK'ê bi rêya Haydar Şeşo hewl dide li Şengalê provokasyonê bike, lê ev rewş ji aliyê gel ve hat astengkirin û got: "Êrişên MÎT'ê û firoşkarên wê ne tenê li ser Şengalê her wiha li ser Rojava jî pêk tîne. Têkoşîna azadiyê ya ku îradeyê xurt dike û qadên ku îradeya gel lê pêk tê rasterast hedef tê girtin. Êrişa li ser navenda Sinûnê ya 15’ê hezîranê wêneyekî dijminatiya êzdiyan a PDK-Tirkiyeyê ye. Cenazeyê Saleh yê biçûk şewitîbû ji bo bijî di hembêza bavê xwe de têdikoşiya. Dîsa lênûsk, pênûs, pirtûk, jêbir û hemû pêdiviyên zarokan ên dibistanê ku li kirtasiyeyê şewitîbûn pîvanên hovîtiyê û dijminatiyê dide nişandan. Ew hêrs û êşa li wir xwe di objektîfa me de dida xuyakirin. Xeyalên zarokan ên xwendinê tevî hevalên wan Saleh ve şikestin. Digotin, 'Em ê ji niha û pê ve lênûsk û pênûsên xwe ji ku bi dest bixin?' PDK û Tirkiye di dîrokê de wekî dijminatiya zarokan û dijminatiya êzdiyan cihê xwe girtine. Tirkiye bi van êrişên hovane dixwaze xwe bigihîjne xeyal û sînorên xwe yên Misak-i Millî.” 
 

Sernavên din

20/06/2022
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin