Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye

img
ENQERE - Dîroknas Tarik Ziya Ekîncî ku di Lijneya Şewrê ya HDP’ê de cih digire di peyama xwe ya ji bo kongreyê şand de wiha got: “Yekane rê ya ku Tirkiyeyê ji bêhiqûqiya aborî, siyasî, îdarî û hiqûqî ya ku ketiye nav, rizgar bike, HDP ye.”
 
Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Eywana Sporê ya Enqereyê li dar dixe, berdewam dike. Bal keşe ku di kongreya bi dirûşmeya “Çareserî em in” tê lidarxistin, herî zêde jin û ciwan beşdar bûn. Kesên nikaribûn bikevin eywanê, bi dika li derveyî eywanê hate danîn kongre temaşe kirin.  Peyamên li eywanê hatin dayîn hem li eywanê hem jî li derveyî eywanê bi baldarî hatin guhdarkirin. 
 
Li eywanê di dema axaftinan de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” , “HDP gel e gel li vir e” hatin berzkirin. 
 
YAPICI:  BI TENA SERÊ XWE XELASÎ NÎNE
 
Peyamên piştevaniyê yên ji kongreye re hatin şandin hatin xwendin. Peyama Mucella Yapıcı ku ji Doza Geziyê girtî ye hate xwendin. Yapici, wiha got: “Ez kongreya we bi hêviya bi hev re ji rojên tarî derkevin û ber bi rojê ve biçin silav dikim. Ez kongreya we bi hêviya derketina ji van rojên tarî ku hiş, fikir, keyf û hêviya me dîl girtî ne û herî zêde pêwîstiya me bi edalet, wekhevî û aştiyê heye silav dikim. Bi tena serê xwe xelasî nîne, yan bi hev re yan jî ji bo tu kesê nîne.”
 
TARIK ZIYA EKÎNCÎ: YEKANE RÊ HDP YE
 
 Dîroknas Tarik Ziya Ekîncî yê di Lijneya Şêwrê ya HDP’ê de cih digire jî ji kongreyê re peyamek şand. Ekîncî yê diyar kir ku ji ber tenduristiya xwe nikarî tev li bibe, di peyama xwe de cih da van gotinan: “Kongreya Mezin li demekî ku desthilat bi hemû amûrên tundiyê yên dewletê êrişî HDP’ê dike û doza girtinê tê dîtin de tê kirin. Li dijî vê xebatên kongreyê bi kelecaneke mezin hatine temamkirin û li ser dika siyaseta cîhanê de cihê xwe girtî ye. Yekane rêya ku Tirkiyeyê ji nelirêtiya aborî, siyasî, îdarî û hiqûqî ya ketiyê rizgar bike, rêgezên gelparêz û zanîst ên di 5’emîn Kongreya Mezin a HDP’ê de hatine wergirtinin. Ez birayên xwe yên fedakar ên 5’emîn Kongreya Mezin a HDP’ê amadekirine ji dil û can pîroz dikim.”
 
TJA: ÇARESERÎ JIN IN 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî ji kongreyê re peyam şand. TJA’yê di peyama xwe de wiha got: “Weke TJA em delegasyonê û hemû jinan bi ruhê tevgera jinê bi coş û baweriyeke mezin silav dikin. HDP 5’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî di serdemeke dîrokî de li dar dixe. Em weke TJA’yê îro bi hemû hêza xwe li salona kongreyê ne û em HDP’ê diparêzin. HDP îro destkeftiya jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî ye. HDP îro bûye sîwana têkoşîna jin û gelan. Ji ber vê jî çareseriya hemû êriş, şer û krîza aborî ya li Tirkiyeyê û Kurdistanê diqewime HDP ye. Çareserî jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Çareserî ciwan in, çareserî siyaseta demokratîk a bi gel re ye. Çareserî em in, serkeftin ya me ye. Jin jiyan azadî.”
 
Di kongreyê de silavên endamê Heyeta Îmraliyê yê li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin Îdrîs Balûken, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê yê berê Bekîr Kaya û akademîsyen Nesrîn Nas hatin ragihandin. 
 
PÊKHATEYÊN HDP’Ê BI DEH HEZARAN KES SILAV KIRIN
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, Berdevkên Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali û Sezgîn Kartal li gel Hevserokên Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûr bi deh hezaran kes silav kirin. Ji bo nûnerên pêkhateyan demekî dirêj bi dirûşmeyan bi çepikan dan.   
 
RAPORA XEBATÊ HATE RAGIHANDIN
 
Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Ozlem Gunduz Rapora Xebatê aşkere kir. Dû re Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî Rapora Xebatê ya Meclîsa Jinan xwend. 
 
Rapora Xebatê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî Arjîn Tuncel xwend.  Piştî xwendina raporên xebatê, Firat Keser jî Rapora Malî xwend. Raporên pişt re pêşkeşî dengdayînê hatin kirin, hatin qebûlkirin. 
 
 
 

Sernavên din

10/07/2022
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine