Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?

  • rojane
  • 09:08 14 Tîrmeh 2022
  • |

AYDIN - Li Girtîgeha Aydin a Tîpa E'yê hatibû derpêşkirin ku girtî Yilmaz Ekîncî xwe kuştiye. Lê belê dîmenên ku dema gardiyan bi çepilên Ekîncî girtine û wî dibin odeya muşahadeyê derketin holê. Ji xeynî vê girtiyan jî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku îşkence li Ekîncî hatiye kirin. Her wiha îdareya girtîgehê dîmenên kameraya ku li qawîşê mêze dike jî nedaye malbatê. 

 
Hatibû îddîakirin ku Yilmaz Ekîncî (28) ê ji navçeya Hîzanê ya Bedlîsê ku di Tîrmeha sala borî de bi îdiaya "birîndarkirinê" hatibû girtin û li Girtîgeha Aydin a Tîpa E'yê de bû, di 13'ê Çileyê de xwe kuştiye. Rêveberiya girtîgehê îdia kiribû ku Ekîncî yê qama wî metre û 70 santîm e xwe bi hesinê metre û 48 santîman ji erdê bilind ê deriyê qawîşê ve daliqandiye. Her wiha rêveberiya girtîgehê ji malbatê re gotibû derûniya Ekîncî nebaş bûye. 
 
Lê belê malbata Ekîncî îdîayên girtîgehê red dike. Malbat bal dikişîne ser nedayîna dîmenên kameraya li qawîşa Ekîncî mêze dike û agahiyên binakok ên derbarê daliqandinê de. 
 
Dîmenên kamerayê yên me bi rêya malbatê ew bi dest xistine û îfadeyên şahidan gumanbariyekê li îdiaya xwekuştinê bar dike. Di dîmenan de tê dîtin ku beriya mirinê gardiyan bi çepilên Ekîncî digirin û wî dibin odeya muşhadeyê. Her wiha îfadeyên girtiyan ku dibêjin gardiyanan li Ekîncî xistiye jî rapora rêvebiriya girtîgehê pûç dike.
ZABITNAMEYA GIRTÎGEHÊ
 
Piştî mirina gumanbar Serdozgeriya Komarê ya Aydinê lêpirsîn daye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji 27 girtiyên li qawîşa Ekîncî ya C-6, îfadeya 9 girtiyan, karmendekî tenduristiyê û 2 nobedarên çavdêriyê hatine girtin. Midûriyeta Saziya Ceza ya Tîpa E ya Aydinê jî têkildarî bûyerê rapora bûyerê amade kiriye. Di raporê de hatiye îddîakirin ku Ekîncî li odeya ku gardiyanan ew biriyê xwe bi doxîna eşofmanê xwe daliqandiye. 
 
Di raporê de der barê bûyerê de ev agahî hatine dayîn: “Yilmaz Ekîncî di 13.01.2022’an saet di 11.50’an de ji odeya 11'an muşhadeya 1’ê hatiye derxistin û ew birine qawîşa C/6. Dema ku saet li dor 12.05'an bûtona qawîşê pê ketiye û gardiyan çûne qawîşê hatiye dîtin ku Yilmaz Ekîncî mase şewitandine, hizûra qawîşê xera kiriye, xeber ji her kesî re gotine û bi ser yên di qawîşlê de qîriyaye. Ji ber vê cardin ji qawîşa C-6 hatiye derixstin û ew birine odeya 11’an a muşhadeya 1'ê. Saet li dor 13.30'an gava ji bo belavkirina nên peywirdar çûne odeya 11'an a muşhadeya 1'ê hatiye dîtin ku Yilmaz Ekinci li erdê rûniştiye. Piştî bê peywirdar gazî wî dikin lê deng ji xwe neaniye. Bi vê re karmendên din deriyê odeyê vekirine û dîtine ku Yilmaz xwe bi doxîna eşofmanê xwe daliqandiye. Di cî de haya Serwîsa Lezgîn 112 pê hatiye xistin. Peywirdarên Serwîsa Lezgîn a 112'an ew muayene kirine lê di muayeneyê de hatiye fêmkirin ku hikumxwar miriye." 
 
ÎFADE ÎDIAYAN PÛÇ DIKIN
 
Lê belê îfadeyên girtiyan ku bi dest me ketin, îdiaya rêvebiriya girtîgeyê ya "Ekîncî mase şewitandine, hizûra qawîşê xera kiriye" pûç dikin. Girtiyan di îfadeyên xwe de diyar kiriye ku derûniya Ekîncî ne xirab bûye û tim bi awayekî rêk û pêk spor dikir û kêfa wî li cî bûye. 
 
GIRTÎ: TAHDE LÊ HAT KIRIN
 
Ji îfadeyên ku rapora îdareya girtîgehê li derewê diqelibînin hin jê bi vî awayî ne: 
 
"*Ez bi Yilmaz Ekinci re di heman qawîşê de dimam. Di 12.01.2022'an de bûtonek çêkir ji ber ku qawîşa me qelebalix bû  me qelebalix bû û nedixwest li vê qawîşê bimîne. Piştre gardiyanê bi navê Serkan hat. Yilmaz, ji Serkan alîkarî xwest ji bo ji vê qawîşê derkeve. Piştî di navbera xwe de axivîn gardiyanên peywirdar Yilmaz ji qawîşê derxistin. Yilmaz di 13.01.2022’yan de saet di 12.00’an de dîsa vegeriya qawîşê. Lê tiliyên wî şikestî û werimîbûn. Kêlea rastê ya rûyê wî mor bû. Ser zikê wî û pişta wî jî mor bû. Got, 'Gardiyanan li min xist.' Lê belê navê wan negot. Paşê dîsa got, 'Min ji vir derxin, ez naxwazim li vê qawîşê bimînim.' Ji bo vê cardin bûton çêkir. Memûrên nobedar dîsa Yilmaz birin û ji qawîşê derketin. Di 12.01.2022 û 13.01.2022'yan de li qawîşa C-6'an tu bûyereke bibe cihê lêpirsîna îdarî û edlî çênebûye. Yilmaz Ekinci li vê qawîşê pir bi coş bû, spora xwe dikir. Min tu tiştekî wî yê xirab û neyînî nedîtiye. Qawîşa me hê jî ew qasî qelebalix e.
 
DERÛNIYA WÎ BAŞ BÛ
 
*Yilmaz di 13.01.2022’yan de, saet li derdora 11.30-12.00’an de hat qawîşê. Dema ku hat qawîşê tiliya wî û rûyê wî werimandîbû. Li stû, mil û pişta wî şopên lêdanê hebûn. Got, nêzî 10 gardiyanên ku wê şevê nobedar bûne lê xistine. Got, ev pir li zora wî çûye û ji ber vê naxwaze li qawîşê bimîne. Cardin bûton hat çêkirin. Di navbera 12.01.2022 û 13.01.2022’yan de li qawîşa C-6'an tu bûyereke bibe cihê lêpirsîna îdarî û edlî çênebûye. Derûniya Yilmaz baş bû. Mirovekî şên bû, tew di warê derûnî de aliyê min dikir. 
 
*Dema bûyer qewimî min li baxçeyê qawîşê xwarin dixwarim. Ji qawîşê dengê dolabê an jî komîdînê hat. Ez û Yilmaz Ekîncî ji nêz ve heval bûn. Tu sedemeke wî ay ku xwe daliqîne tune bû. Derûniya wî baş bû. Li qawîşê navbera wî û her kesî baş bû. 
 
NAVÊ GARDIYANAN GOT
 
*Yilmaz ne ew kes bû xwe bikuje. Derûniya wî baş bû. Li qawîşê her kesî hez jê dikir. Kesekî kêrhatî bû. Roja bûyerê li qawîşê tiştekî ku bibe cihê lêpirsîna îdarî û edlî çênebûye. Ev bûyer bandorek mezin li me kiriye. Doza ewlehiyê dikim. Yilmaz, got gardiyanê bi navê Serkan Î. û gardiyan Ertûgrûl ê paşnavê wî nizane lêxistine. 
 
DENGÊ COPAN DIHAT
 
*Wê rojê ez di muşhadeyê de bûm. Roja bûyerê serê sibehê min di mazgalê de dît ku 5-6 gardiyan danê sibehê ji şer hildikişin jor. Ji mazgalê tenê ji navê berjêr xuya dikirin. Ji jor deng hat, wekî diketin qirika hev. Bi vê re dengê lêdanê jî hat. Ez ne şaş bim dengê copan bû.
 
*Yilmaz di 13.01.2022'yan de danê nîvro hat qawîşê. Serê wî şikestî bû, paşstuyê wî sor bû, tiliya wî werimandîbû, nava wî û milên wî sor bûn. Hat ba min û got, '10 gardiyanan li min xist. Serkan ev tişt daye kirin. Ez naxwazim di vê qawîşê de bimînim.' Û bûton çêkir. Cardin hatin Yilmaz birin. Piştî vê bi saetekê xebera mirina wî gihaşt me." 
 
ÎDIAYÊN GARDIYANAN
 
Di rapora gardiyanan de jî, gardiyanên ku Ekîncî birine odeya muşhadeyê, hatiye îdiakirin ku Ekîncî "hereketên agresîf dikir." Di raporê de hatiye gotin: "Di dema sehîkirinê de ya ji bo amûrên xetere ku ji bo mehkûmê navborî zirarê nede xwe û hawirdora xwe, mehkûm li ber gardiyanan rabûye. Mehkûmçê navborî cardin hereketên agresîf kiriye û gotiye, 'Hûn kî ne? Ez ê hesabê vê bipirsim.' Piştî sehîkirinê mehkûm hatiye hişyarkirin û ji bo tevdîrgirtinê ew li odeya muşhadeyê hatiye bicihkirin. 
 
Gardiyenekî din ê nobedar di îfadeya xwe de negotiye bê kar Ekîncî di dema sehîkirinê de li ber xwe daye yan na. Gardiyan li xwe mikur hatiye ku bi darê zorê bi ser Ekîncî de çûne. Îfadeya gardiyan bi vî awayî ye: “Yilmaz Ekinci duh êvarî (12.01.2022) dema ku em ne li ser kar bûn, ji qawîşê hatiye derxistine û li odeya 11'an a qawîşa muşhadeyê hatiye bicihkirin. Ez nizanim ji bo çi li wir hatiye bicihkirin. Serê sibehê gava mind est bi kar kir di qawîşa muşhadeyê de bû. Saet li dora 1211.45'an ji koma mudaxileyê 4-5 kes hatin û me tevî wan kesê mirî ji ji qaw,îşa muşhadeyê derxist da em bibin qawîşeke din. Li dor 12.00-12.15'an yanî nêzî nîv saetî ji koma mudaxileyê hin hevalan bi darê zorê heman kes anîn. Cardin wî xistin heman cihî. Beriya wî têxinê nizanim ser wî hat sehîkirin an na. Gava me ew derxistibû me eşyayên wî yên li emanetê cardin dabûnê. Lê nizanim bê ka newqa wî hatiye sehîkirin an na yan jî nav tiştek di nava cilên xwe yên bin de veşartiye yan ne. Gava em derketin me eşyayên wî yên li emanetê dabûnê. Lê piştî çû û cardin hat benik xistiye qawîşê yan na nizanim. Me qeytanên solê wî derxistibûn û ser wî sehî kiribû. Tu benik menik pê re tune bû. Piştî wî xistin heman qawîşê bi saetekê min xwarin belav kir. Gava ez hatim min dît di nava derî de rûniştiye. Lê min ferq nekir ku xwe daliqandiye. Min gazî wî kir, lê deng jê nehat. PIştî vê min haya tendurustkaran pêxist. Bi mifteyê deriyê wî vekirin. Gava derî vebû me ferq kir ku benik di stuyê wî de ye û daliqandiye. A rast gava derî vekirin ez ne li wir bûm, min xwarin bealv dikir. Ez nizanim bê bi çi awayî ew daxistine." 
 
BI NAMEYEKÊ BEHSA BÛYERÊ KIR
 
Girtiyekî li cem Ekncî piştî bûyerê bi demekê nameyek ji xwişka Ekîncî Fîlîz Ekîncî re şandiye. Nameya girtî bi vî awayî ye: “Di 13’ê Çileya 2022’yan de saet di 16.30’an de sergardiyan Aydin Baş û koma mudaxileyê min ji qawîşa E-3'yan anîn qawîşa min C-6'an. Û ji bo ez cezayê hucreyê yê li min hatibû birîn bikişînim saet di 17.00'an de ez ê biçûma. Dema hevalan bi hev re sohbet dikir, ez jî bi Yilmaz û hevaline din re diaxivîm. Piştre ez çûm odeya razanê ya qawîşê. Paşê ez hîn bûm ku wê rojê ew Bariş Ordekçiogluyê li qawîşê ketine qirika hev. Min got, hewce nake meriv dirêj bike. Paşê ji bo ku ez cezayê xwe yê hucreyê bikişînim gazî min kirin. Û ez çûm muşhadeyê. Tam nayê bîra min, lê bi texmîna min saet di navbera 11:00-12.00'an de bû. Gardiyanan bi lêdanê Yilmaz Ekinci anîn muşhadeyê. Paşê jî hevalên min ên bi navê Ahmet Emûl û Mert Katan ku di hucreya 1-2'yan de bûn, gotin 'Wisa nekin, heqekî we yê wisa tune ye.' Piştî vê Yilmaz Ekîncî birin qata 11 an jî 12'an.
 
EZ DIKARIM KESÊN TAHDE LÊ KIRINE TEŞXÎS BIKIM
 
Serê sibê, ji ber sedemek ku ez sedema nizanim, ew ji muşhadeyê derxistin. Di 13.01.2022'an de piştî vegera ji dadgehê, saet li dor 12:00-13:00'an koma mudaxileyê cardin ew anîn muşhadeyê. Gava min jê pirsî 'Yilmaz tu çawa yî?' got, 'Pir bi ser min de tên.' Piştî vê komek karmendên ku navê wan nizanim û paşê jî 5-6 karmendên din li Yilmaz xistin. Ez navê wan karmendên ku tahde lê kirin nizanim, lê ez dikarim karmendê ku îşaret da  in ez bêdeng bim teşxîs bikim. 
 
STUYÊ WÎ ŞIKEST, XWÎN JI DEVA HAT
 
Pişt re li Yilmaz Ekinci dehf dan û ew danîn wir. Di vê navê de wer xuyaye Yilmaz ketiye ku stuyê wî şikestiye û xwîn ji devê wî hatiye. Paşê mehkûmê li qawîşa karkeran peywirdar û karmendek hatin. Gotin dema ew çûne jor dîtine ku Yilmaz Ekinci ji ser hişê xwe çûye û li erdê bûye û xwîn ji devî wî hatiye. Girtiyê li gel karmend gazî Yilmaz kir. Lê belê piştî ku bersiv negirt, kesê çavşîn ê li revîrê peywirdar ku ez dikarim wî teşxîs bikim ji gardiyanê peywirdar got, 'ma nabe tu masajê li qelbê wî bikî?' Û revîrvanê peywirdar got, 'Yilmaz miriye.' Karmend û gardiyanên lig irtîgehê hemû hatin. Gotin li cihê bûyerê benikek hatiye dîtin. Gotin ev benik ê mehkûmê ku berê di vir de bûye. Ez dizanim kî ev tişt kiriye. 
 
Gava îfadeya min bê girtin teqez dê rêvebiriya girtîgehê û gardiyan bi ser min de bên û ji ber vê dê birayê min jî tahdeyê bibîne. Lewma ji bo ewlehiyê ez ê doza sewqa xw ebikim. Tiştên ez derheqê bûyerê de dizanim û yên bûne sedema mirian Yilmaz Ekîncî min hemû li vir nivîsandine. Ger ji ber ewraqa ku min di 16.01.2022'yan de nivîsandiye tiştek bê serê min û birayê min berpirs rêvebirî ye. Min heman tişt ji girtiyên di qawîşa C-6'an re jî nivîsiye. Ger tiştek bibe ew dê tişta hewce ye bikin." 
 
HELWESTA GARDIYANAN
 
Dîmenên ku têkildarî bûyerê yên ku dozgeriyê dane malbatê, ew tahdeya ku di îfadeya şahidan de cih digire piştrast dikin. Dîmen îdiaya gardiyanan ku gotibûn "Ekîncî hereketên agresîf kiriye" li derewê diqulibîne. Her wiha hal û hereketên agresîf ên gardiyanan ên di dîmenan de xuya dikin jî balê dikişînin. 
 
HIN DÎMEN NEHATINE DAYÎN
 
Di dîmenan de Ekîncî gelekî aram xuya dike, lê helwêstên êrîşkar û agresîf ên gardiyanan jî balê dikişînin. Di dîmenê ku maltayê dibîne de tê dîtin ku piştî 3 deqeyan gardiyan ji nişka ve mudaxeleyî Ekîncî dikin. Gardiyan, serê Ekîncî xwar dikin û wî dibin cihekî kamera lê tune ye. Di vê navberê de gardiyanekî ku li hêla cihê ku Ekincî ber bi wê ev tê birin ve mêze dike û bi lez û bez ber bi wî alî ve diçe. Lê belê ji ber ku dîmenên li wê hêlê dinerin nedane malbatê nayê zanîn bê ka li wê derê çi bûye.
 
Bir süre sonra gardiyanlar, Ekinci'yi yaka paça müşahede koğuşuna kadar götürüyor. Müşahedenin üst katına çıkarılan Ekinci'nin, merdivenlerden çıkarılması 1 buçuk dakika sürüyor. Görüntülerde üst kata çıkan gardiyanlardan biri, ilk olarak diğer koğuşların mazgallarını kapatıyor ve Ekinci'nin koyulduğu koğuşun kapısını kamera görüşünü kapatacak şekilde açıyor. Gardiyanlar, Ekinci'yi koğuşa soktuktan yaklaşık 4 dakika sonra koğuştan ayrılıyor. 
 
Piştî demekê gardiyan Ekîncî dibin odeya muşahadeyê. Gardiyan wî di deqe û nîvê de dibin qata jor a muşahde lê ye. Di dîmenan de xuya dike ku ji gardiyanên hilkişyane qata jor yek jê mazgalên qawîşên din digire û deriyê odeya ku dê Ekîncê têxinê bi qasî ku pêşiya kamerauê bigire vedike. Gardiyan piştî Ekîncî dixin qawîşê bi qasî 4 deqeyan ji qawîşê dertên. 
 
13 Ocak tarihli kamera kayıtlarına göre ise, Ekinci saat 11.45'de müşahede koğuşundan alınarak, saat 12.00 sıralarında tekrar C-6 koğuşuna götürülüyor. Ekinci'nin tekrardan butona basması sonrası saat 12.10'da 5 gardiyan tarafından tekrardan koğuşundan alınıyor. Saat 12.13'de müşahedeye getirilen Ekinci, arama işlemlerinin ardından 11 Nolu müşahede koğuşuna konuluyor. Görüntülerde bu sırada Ekinci'nin ayakkabı bağcıklarını ve saç tokasını çıkarıp, masaya bıraktığı görülüyor. 
 
Li gorî qeydên kamerayê yên 13'ê Çileyê Ekîncî saet di 11.45'an de ji odeya muşahadeyê tê derxistin û saet li dor 12.00'an gardiyan cardin wî dibin qawîşa C-6'an. Ekîncî piştî ku careke din pêl bûtonê dike saet di 12.10’an de 5 gardiyan cardin wî ji qawîşê derdixin. Gardiyan saet di 12.13'an de Ekîncî tînin muşahadeyê û piştî ser wî sehî dikin wî dixin odeya 11'an a muşahadeyê. Di dîmenan de tê dîtin ku Ekîncî qeytanên sola xwe derdixe û toqa xwe ya por datîne ser maseyê.
 
Lê belê dîmenên dema kêliya mirinê û dîmenên tiştên li ber odeya muşahadeyê qewimîne nedane malbatê. 
 
XWIŞK EKÎNCÎ: TU DERDEKÎ WÎ TUNE BÛ
 
Xwişk Fîlîz Ekîncî têkildarî mirina birayê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ekîncî ragihand ku her kefte roja pêncşemê bi telefonê bi birayê xwe re diaxivî û beriya bûyerê bi 3 hefteyan jî çûye girtîgehê cem birayê xwe. Xwişk Ekîncî got: "Ji me re got tu pirsgirêkek wî tune û baş e. Piştî hevdîtina vekirî, me her hefte telefon dikir. Wî roja pêncşemê, hefteyek berî mirina wî, telefon kir. Got "Xweha min qey tu bi koronayê ketiyî?' Min got, 'Na, ez tenê ji xwe çûm.' Got, 'Haya we ji dêya min hebe, bila tiştek pê neyê.' Em li ser tiştên cuda axivîn, henek kirin û gelek keniyan. Got, 'Xwişkê rojbûna min e, ji min re parfumê bikire, vî tiştî, wî tiştî bikire.' Kesekî ec qasî hez ji xwe dikir, kesekî ev qasî şên dê çawa xwe bikuje?" 
 
Ekîncî da zanîn ku girtîgehê ji wan re negotiye ku birayê wê miriye û got, ew bi rêya parêzeran pê hesiyane ku birayê wê miriye. Ekîncî got: "Dema ez çûm girtîgehê ewilî nehiştin ez têkevim hundir. Piştî bi ser wan de çûm, hiştin. Ez çûm cem midûrê girtîgehê. Li wir gelek gardiyan hebûn. Midûr ji min re got, 'Ma haya te jê hebû? Derûniya birayê te nebaş bû. Xwe bi kincên xwe daliqandiye.' Min xwest cihê ku gotin xwe lê kuştiye bibînim. Lê nehiştin." 
 
Ekîncî bilêv kir ku birayê wî birayê bûka wan di heman girtîgehê de bûne û beriya mirina birayê wê hevdu dîtine û got: "Birayê bûka me gava di wir derbas dibe birayê min dibîne. Tu tiştek wî tune bûye, keniyaye. Lê çi bûye di navbera 12.00-14.00'an de bûye. Û ji ber ku birayê bûka me li ber vê bûyerê rabûye ew sirgûn kirine."
 
Ekîncî îşaret bi dîmenan û îfadeyên girtiyan kir û wiha got: "Herî dawî gava me bi telefonê bi hev re xeber da baş bû. Di hefteyekê de çi guherî? Dîmen, delîl û îfadeyên me gelek tiştan dibêjin. Heger birayê min şaş be jî, lê 20 gardiyan li ser sera bûne. Di dîmenan de birayê min gelekî aram e. Lê gardiyan hemû bi derbekê êrişê dibin ser û li serê wî dixin." 
 
Ekîncî anî ziman ku piştî hevdîtina bi midûrê girtîgehê re bi dozger re axivîne û vê carê jî ji wan re hatiye gotin ku birayê wê "bi qeytanên solan xwe daliqandiye." Ekîncî got: "Tiştekî wiha tune. Min rûyê birayê xwe dît. Şahidên ku piştî mirina wî rûyê wî dîtine jî hene. Stûyê hatibû jêkirin, devê wî û pozê wî di nava xwînê de bû. Birayê min kesekî qelew bû nikare di hucreyê de bi darve bike. Qeytan çawa dikarin mirovekî wiha hilgirin? Tenê aliyekî stûyê wî jêkirîbû û xwîn jê dihat. Kesekî xwe darve bike çima dê stuyê wî jêkirî be û di nava xwînê de be? Du rojan îşkence lê kirine. Midûr ji min re got derûniya birayê te xirab bûye. Ger xera bûbe jî sedem ew in. Madem derûniya wî xirab bû, çima ew bi tenê hiştin? Çima ew ber bi mirinê ve şandin? Çima ew qas gardiyan êrişê dibin ser birayê min? Ez doza bersiva van pirsan dikim." 
 
Ekîncî xwest gardiyanên tiliya wan di vê bûyerê de hemû têkevin ber lêpirsînê û bên darizandin. 
 
MA / Semra Tûran - Tolga Guney
 

Sernavên din

22/07/2022
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da