Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin

img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku ew xwedî hêzeke wisa ne ku bikarin şerê heyî bidawî bikin û wiha got: “Em ê rê li ber planên kaosê bigirin, vê vînê bi vîna gelên Tirkiyeyê re bikin yek û vê desthilatdariyê têk bibin.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” mitîng li dar xist. Bi dehhezaran kes beşdarî mitîngê bûn. Bi hezaran kesên bi cil û bergên kurdî herikîn qada mitîngê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Ciwan fedaiyên Apo ne” berz kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitîngê de axivî. Sancar, bi tililî, çepik û dirûşman derket ser dikê. Sancar ji ewil girse silav kir û wiha got: “We dengê azadiyê, vîna aştiyê veguhest vê qadê. Tevî şertên zehmet û germa zêde jî we ev qad tije kir. Em ji bo azadî, aştî û edaletê li vê derê ne. Yên ku dibêjin qey dê HDP’ê bi dozên kompasê tune bikin, bila li vê qadê baş binêrin û vê îradeyê bibînin. Bila ji xwe şerm bikin, heke şerm nekin jî bila ji vê sekna bibiryar a gel bitirsin. Her ku hûn dimeşin em ê ji bo hemû pirgirêkan çareseriyê pêş bixin. Soza me heye, çareserî em in. 
 
DESTHILATDARÎ BI ŞER XWE SER PÊYAN DIGIRE
 
Ev desthilatdarî li rexekî vî welatî dişêlîne, li rexa din jî bi polîtîkayên talan û rantê pariyê nan ê gel dixwe û gel bêhtir xizan dike û terkî birçîtiyê dike. Vê pergala kedxwariyê bi polîtîkaya şer dike. Xwe bi polîtîkaya şer ser pêyan digire. Em jî li dijî şer, xwedî li xweha kedkarên vî welatî derdikevin û ji şer û kedxwariyê re dibêjin na. 
 
JI BO DESTÛRA ŞER DERÎ BI DERÎ DIGERIN
 
Her ku desthilatdarî ji hev dikeve, serî li polîtîkaya şer dide. Ji ber polîtîkaya şer, başûrê Kurdistanê veguherandin erdnîgariya şer. Niha jî planên êrişên li dijî Rojava çêdikin. Ji bo ku vîna gelê kurd a li wê derê têk bibin, derî bi derî digerin ku destûra şer bigirin. Lê belê bila baş bizanin ku bi milyonan kes hene ku rê li ber vî şerî bigirin. Em xwedî wê siyasetê ne ku van milyonan bînin ba hev. Planên şer ên vê desthilatdariyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bingeha xwe ji ewlehiya neteweyî nagirin. Sedema wê ew e ku desthilatdariya xwe bidomînin. 
 
BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ KIR
 
Ev desthilatdariye têk diçe. Em ê îradeya we û îradeya gelên Tirkiyeyê, ya bindest û kedkaran bikin yek û vê desthilatdariyê têk bibin. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasiyê ew e ku nebin parçeyeke planên şer. Ji bo valaderxistina van planan, wer in em bi hev re têbikoşin. Banga min ji bo partiyên din ên muxalefetê jî ev e; heke bi rastî jî em bi qasî misqalê jî demokrasiyê bixwazin, divê em di ferqa van planan de bin. Nexwe heke bi desthilatdariyê re bikevin pêşbirka nîjadperestiyê, wê demê ev welat dê ji vê krîzê xelas nebe. Tu partiyeke li dijî polîtîkaya şer a desthilatdariyê dernekeve dê nekare demkrasiyê bîne vî welatî. Em dibêjin wer in li dijî em bi hev re eniyeke mezin ava bikin û vê îradeyê nîşan bidin. Divê em vê pergala şer û kedxwariyê biguherînin. Lewma jî em tifaqa demokrasiyê mezin dikin. Diyariya herî mezin ku em bikarin bidin vî welatî, aştî ye. 
 
EM Ê SIYASETA DEMOKRATÎK LI SER PÊYAN BIGIRIN
 
Weke HDP’ê soza me ya aştiyê heye. Ji bo aştiyê jî gava herî girîng pêşîlêgirtina vê polîtîkaya şer e. Ji bo aştiyê em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Ji bo parastina aştiyê jî em ê heta dawiyê siyaseta demokratîk biparêzin. Polîtîkayên şer hiqûqê têk dibe. Polîtîkaya şer, stargehên desthilatdariyên tirsonek in. Aştî jî bi wêrektiya kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz pêkan e. Wêrektiya herî mezin jî têkoşîna ji bo aştî û azadiyê ye. 
 
JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ OCALAN BIKARE ROLA XWE BILÎZE
 
Em ê astengiyên li pêşiya aştiyê rakini. Dê ji bo vê têbikoşin. Ev 40 sal in li vî welatî şer heye. Ev 100 sal in ku pirsgirêka kurd heye.  Heta şer neyê bidawîkirin, çareserî pêş nakeve. Em ê vî şerî bi dawî bikin. Ocalan 3 sal berê li Îmraliyê ji parêzerên xwe re got; ‘ez dikarim vî şerî bidawî bikim.’ Armanca tecrîda ku ev 20 sal in didome ew e ku Ocalan nekare rola xwe ya ji bo bidawîkirina şer bilîze. Domandina tecrîdê, israra di polîtîkaya şer û neçareseriyê de ye. Ji bo aştî û çareseriyê divê ev tecrîd teqez were bidawîkirin û şert û mercên ku Ocalan bikare rola xwe bilîze bên amadekirin. Weke HDP’ê em ê ji bo vê rola xwe bilîzin.
 
EM XWEDÎ GOTIN Û HÊZÊ NE
 
Em xwedî gotin û hêza pêk anînê ne. Em xwedî tecrûbeyeke bi salan e. Em hewl didin layiqî bedelên gelê me dayîn, yên hevalên me dayîn û yê niha hevalên me li girtîgehan didin bin. Ji bilî vê tu armanc, derd û hesabên me tune ne. Bila em komareke demokratîk ava bikin bes e. Em xwedî wê hêzê ne ku vê yekê pêk bînin. Çareserî em in, çareserî bi me re ye. Heta em pêşî li şer negirin dê nekarin vê pergala kedxwariyê bi dawî bikin.”
 
Piştî axaftina Sancar jî hunermend Mûrat derket ser dikê û girseyê li ber stranên wî xelekên govendê gerandin û mitîng bi dawî bû.
 

Sernavên din

07/08/2022
17:22 Kesên Qada Kartalê bi devî re dagirtin: Çareserî HDP ye
17:06 HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike
15:11 PYD’ê bang li NY’ê kir: Qada hewayî li balafirên tirkan bigirin
14:13 OHD: Ji bo pêşerojeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir