Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin

  • rojane
  • 09:06 10 Tebax 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê di serdemek wiha ku krîza aborî her ku diçe kûr dibe, heqê rêya nav bajêr kêm kir. Hevşaredar Adalet Fîdan diyar kir ku ew ê ji bo gel her derfeta şaredariyê seferber bikin û got: “Em hêza xwe ji gel distînin. Ji ber wê jî derfeteke şaredariyê hebe em ê ji gel re seferber bikin.”

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019’an de 3 jê bajarên mezin, 8 jê bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin. Lê belê 6 hevşaredar bi hinceta bi “Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK)” ji karê xwe hatine dûrxistin erka wan nehat dayîn. Dû re jî 53 şaredariyên HDP’ê bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin. Şaredariyên navçeya Çinar a Amedê, navçeya Silopiya ya Şirnexê, navçeya Panosa Agiriyê, navçeya Qereçoban a Erziromê, şaredariyên bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê û bajaroka Komir a Semsûrê di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de mane. HDP’ê Şaredariya Silopiyaye ku niha di destê wê de ye bi denggirtina ji sedî 73,1 bi dest xistibû û 133 milyon 453 lîre bi deyn dewr girtibû. Tevî deynên ku qeyûm ji şaredariyê re hiştin, Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î hewl dide ku li navçeyê li gorî daxwazên gel xizmetê bike. 
 
Li ser daxwaza gel şaredariyê ji sedî sed heqê rê kêm kir û daxist 50 qirûşî. Ji jin û xwendekar jî 25 qirûşî didin. Her wiha ji bo kesên astengdar û bi ser 65 salî re jî heqê rê belaş e. 
 
Hevşadara Silopiyayê Adalet Fîdan derbarê vê xizmeta şaredariyê li navçeyê pêk anî de axivî. Welatiyan jî ji ber daxistina bihayê hatin û çûna nava bajêr keyfxweşiya xwe anîn ziman û gotin şaredariyê daxwaza wan guhdar kir.
 
'JI BO KU BIBIN ALÎKAR ME EV BIRYARE DA'
 
Fîdan, diyar kir ku di pêvajoyeke wiha de pêdiviya gel bi xizmeteke wiha hebû û wiha got: “Divê rêveberiyên herêmî li gorî pêdiviyên gel plansaziyê bikin û li gorî wê projeyan çêbikin. Di roja ewil de ku me dest bi wezîfeyê kir, me soz dabû gel ku em ê bi hev re bi rê ve bibin. Dema me li taxan hevdîtin pêk anîn, gel daxwazeke wisa kir. Di çûn û hatinê de pirsgirêkên wan hebûn. Ji xeynî vê me civîna xwe ya meclîsê jî girt. Di vê civînê de hat gotin ku divê rêveberiyên herêmî li gorî daxwazên gel tevbigerin. Dibe ku me qet pere jî negirtibûya, lê ji ber ku mewzûat daxwaz dike pêwîst e. Dema ku me ev plan danî pêşiya xwe, me nîqaş kir ku herî kêm çiqasî dikarin bidin, biryar bi vî rengî derket, hem daxwaza gel bû, hem jî di nirxandinên ku me bi meclîsa xwe re kirin de ev encam derket holê. Ji bo me gel esas e, esas girtin û xizmetkirina gel prensîbên me yên herî serekeye. Dibe ku bi pereyê ku bide rê, ji xwe re tiştekî din bikirin û hewcedariyên xwe yên din pêk bînin.”
 
'DIVÊ JI BO GEL BÊN SEFERBERKIRIN'
 
Fîdan, anî ziman ku ew weke hişmendiya qeyûman şaredariyan bi rê ve nabin û wiha domand: “Cihê ku mirov lê tê hilbijartin pir girîng e. Dema mirovek di nav partiyên siyasî de tê hilbijartin, dizane zihniyeta partiyê çawa ye û li gorî wê jî xîzmet dike. Dema ku em nû hatin me dizanî ku nêzîkatiya gel çawa ye. Rêziknameya partiyê çi dibe bila bibe, divê bi gel re were parvekirin û bi gel re biryar bên dayîn. Divê hemû derfetên şaredariyê ji bo berjewendiyên gel bên seferberkirin. Dema me dest bi peywîrê kir, em bi vê ferasetê tevgeriyan. Şaredarî şaredariya gel e. Heger ne di berjewendiya gel de be xizmeta we bê wate ye. Dema qeyûm tê, gel nikare serdana şaredariyê bike û pirsgirêkên xwe bêje. Bi vî awayî deriyên şaredariyê ji gel re tên girtin.” 
 
'EM HÊZA XWE JI GEL DISTÎNIN'
 
Fîdan, diyar kir ku gelê ku ji navçeyên Şirnexê yên dîtir jî bi wan re dikevin têkiliyê û pirsgirêkên xwe ji wan re radigihînin û ev tişt got: “Ji Şirnex û navçeyên din jî gel bi me re dikeve têkiliyê. Dibêjin em diçin şaredariyê, lê kes tune ye ku bi me re mijûl bibe û pirsgirêkên me guhdar bike. Dibêjin ku deriyên şaredariyê li me girtine. Xuyaye ku qeyûm ji ber ku ji gelê li wir re xizmet nake, bi me re dikevin têkiliyê. Yên ku tên vir şaredariya me ziyaret dikin û me pîroz dikin hene. Rêbaza partiya me ev e. Divê şaredarî ji aliyê gel ve bê birêvebirin. Em hêza xwe ji gel digirin. Me her derfeta şaredariyê ji bo gel seferber kir. Em ê ji niha û pê ve jî seferber bikin. Ji ber ku ev milkê gel e.”
 
'LI CIZÎRÊ 4 LÎRE YE'
 
Ji welatiyan Firat Kocaman (21), diyar kir ku şaredariyê daxwaza wan guhdar kir û pêk anî û got: “Li kîjan şaredariya Tirkiyeyê heqê rê yek lîre ye? Dema hûn diçin Cizîrê jî lêçûna xizmetê herî kêm 4 lîre ye. Li cihên weke Silopiyayê ku 125 hezar kes lê dijîn ji her kesî lîreyek distînin. Îro lîreyek jî wek pere nayê jimartin. Şaredariya vir her tiştî ji bo xizmeta vî gelî dike.”
 
'CARNA EM PERE NADIN'
 
Ji welatiyan Hasan Tokay (60), got ku care yekeme ku li Sîlopiyayê heqê çûn û hatinê evqas erzan e û wiha axivî: “Em minetdarê şaredariyê ne. Divê mirov xwedî wijdan be û bi wijdanî biaxive. Ji ber ku  gel fikirîn biryarek wisa girtin. Ew her tiştê ku em daxwaz dikin pêk tînin. Dema tiştek ji me re lazim be em diçin şaredariyê û alîkariya me dikin. Carinan em heqê çûyîn û hatinê jî nadin, lê napirsin û nakin pirsgirêk. Mirov ku bixwaze jî dibin.”
 
 MA / Zeynep Dûrgût 
 
 

Sernavên din

16/08/2022
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!