Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn

NAVENDA NÛÇEYAN - Cerdevan li herêma Bestayê di 2 salan de 500 hezar ton dar birîn û bi destûra Midûriyeta Bajêr a Daristanê tonek dar bi hezar û 175 lîreyî difiroşin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz diyar kir ku ew ê doza daran bibin DMME’yê û got: “Ji ber ev talankirin li Şirnexê ye, çav kor in û guh kerr dibin.” 

 
Li deverên gundên Şirnexê yên di salên 1990'î de hatin şewitandin û valakirin, daristan tên talankirin. Daristanên vê herêmê bi salan ji ber şewata ku di kêliya operasyonên leşkerî de derdiket û kanên madene dihat tunekirin, lê çend salên dawî bi tevahî tê tunekirin û ji bo carek din koka daran şîn nebe, ji kokê ve tên birîn û talankirin. Li herêmê dar ango daristan bi hêceta “ewlehiyê” tên birîn. Gelek rêxistinên hawirdorê û ekolojîst li dijî vê talanê bêdengiya xwe diparêzin.
 
 
Me da pey şopa kengê qirkirina daran dest pê kiriye, ji aliyê kî ve tê kirin, birîna daran li kîjan qadan pêk tê, rê li ber rûxandinek çawa vekiriye, darên tên birîn li ku û çawa tên firotin. 
 
EWILÎ LI CÛDÎ QIRA DARAN ANÎN 
 
Li herêma Şirnexê cara ewil birîna daran di sala 2019’an de Çiyayê Cûdî dest pê kir. Li Cûdî bi hêceta “ewlehiyê” ji bo rêyên diçin qereqol û kalekolan bi sedan dar hatin birîn. Her wiha bi heman hêcetê ji bo birîna darên li kêleka rê cerdevan hatin wezîfedarkirin. Cerdevan tenê bi birîna darên derûdora rê re bisînor neman hema kîjan dar ket ber wan birîn. Li gundên Cifanê Gundikremo, Nêvava, Nerex, Gilindor û Bêşêrê yên li qûntara Çiyayê Cûdî bi hezaran dar hatin birîn. Darên li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî jî hatin birîn. Li herêmên ku dar lê tên birîn foto kapan hatin bicihkirin. 
 
LI CÛDÎ DÊ TALANKIRIN BÊ BERFIREHKIRIN 
 
Li herêmên navborî bi awayek eşkere û zelal çiqas dar hatine birîn, hê jî nediyar e. Lê belê tê gotin dê di dema pêşiya me de qirkirina daran li serê Çiyayê Cûdî li qada daristanê berdewam bê berfirehkirin û paşê jî dê li lûtkeyê kalekol û baregeha leşkerî were avakirin. 
 
 
HEDEFA NÛ: BESTA YE 
 
Piştî birîna daran a li Çiyayê Cûdî, vê carê jî birîna daran li herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de li cihek fireh hat destpêkirin. Ev dever ji salên 90’î ve het niha di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” qedexekirî ne û tevî ku eraziyên welatiyan bi tapû ne jî û mal û milkê wan e jî bi destûr diçin gundên xwe. Ewilî ji bo kalekol û baregehên leşkerî rêyên nû hatin vekirin. Piştre jî li deverên ku rêya kalekol û baregehên leşkerî têde derbas dibe birîna daran dest pê kir. Li gundên Cinîwer, Xerbigê, Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsor û qadên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girê Derîncê bi deh hezaran dar hatin birîn. Li hin deveran darek jî nehatiye hiştin û li hin deveran jî hê jî qirkirina daran didome. 
 
DU RÊYAN ANGO TEKLÎFAN DATÎNIN PÊŞIYA XWEDIYÊN ERAZIYAN 
 
Beriya qirkirina daran, cerdevan û leşker ji bo birîna daran diçin cih tespit dikin. Li ser destûr ango biryar dayînê li van cihên tespîtkirî tê diyarkirin ku aydê kî ye an jî aydê kî ne. Cerdevan xwe digihînin xwediyên eraziyan û du rêyan datînin pêşiya wan û dibêjin, ‘Ya hûnê darên xwe bibirin, an jî em ê bibirin’. Wexta ku cerdevan van daran dibirin, beramberî traktorek dar de 300-400 lîre pere teklîfî xwediyên eraziyan dikin. Welatiyên ku teklîfa ewilî qebûl dikin destûr wan tê dayîn ku biçin herêmê. Yên ku teklîfê qebûl nakin bêyî daxwaziya wan pere radizînin hesabên wan bankayê. Heta niha gelek kes li dijî van teklîfan derketine. 
 
BI TRAKTORAN VEDIGUHEZÎNIN 
 
Tevî ku xwediyên eraziyan dijî birîna daran derdikevin jî darên tên birîn ewilî bi traktroan vediguhezînin. Li her romorka traktorek nêzî 4 ton dar lê tên barkirin û tînin cihek nêzî navenda bajêr. Darên ku li ser rêya Sêrtê û Çiyayê Çilnimêja tên valakirin, nêzî 30-40 ton dar li kamyonan ango li TIR’an tên barkirin. 
 
500 HEZAR TON QIRKIRIN 
 
Di çavdêriya leşker û cerdevanan de rojane 100 traktor dixebitin û rojê sê seferan dikin. Rojane di navbera hezar û hezar û 200 ton dar tên veguheztin. Hin rojan ji ber çêkirina xebata rê ev hejmar hindik dibe û hin roj jî qirkirina daran li deverê zêdetir dibe. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên xwecihî girtin, tenê li herêma Bestayê di nava 2 salên dawî de 500 hezar ton dar hatine birîn. 
 
 
DAR HATINE ZEMKIRIN: TONEK DAR BI HEZAR Û 750 LÎREYÎ YE 
 
Piştî birîna daran bi kesên êzingan dikirin re pêvajoya bazariyê dest pê dike. Cerdevanan berê hemû mesref di nav de ku aydê wan e ji bo tonek dar hezar û 650 lîre dixwestin. Lê belê çend mehên firotina daran zem kirine û tonek dar bi hezar û 750 lîreyî difiroşin. Ev bihayê behsa wê tê kirin neqliyeya ji bo bajarên wek Riha, Dîlok û Mereşê di nav de ye. Heke neqliye aydê yê daran dikirin heqê tonek dar derdikeve hezar û 250 lîreyan. 
 
Cerdevanên ji qirkirina daran berpirsiyar in, xîzarvanên ku daran dibirin, operatorên kemçeyan kur ê vedikin, kesên şofêriya traktoran dikin û li kamyonan bar dikin, pere didin wan. Rojê nêzîkî 250 lîre pere didin xîzarvanan û kesên daran bar dikin û yên birînê dikin û operatör jî serê tonê pere digirin. 
 
MIDÛRIYETA DARISTANAN FÎŞAN DIBIRE 
 
“Mesrefê” cerdevanên ji birînê berpirsiyar in tenê bi vê ve ne sînorkirî ye. Midûriyeta Daristanan a Bajêr ji bo her wesayîtê di navbera 4 û 6 hezar lîre de fîşan ji cerdevanan re dibire. Bihayê fîşan li gorî giraniya li wesayîtan tê barkirin diguhere. 
 
 
CERDEVANAN JI BO QIRKIRINÊ WEZÎFEDAR KIRIN E 
 
Li herêma ku dar lê tên qirkirin nêzî 300-400 kes dixebitin. Nîvê van cerdevan in. Yên mayî jî xizmên cerdevan in. Yên cerdevan ji aliyê dewletê ve bi “wezîfedarkirinê” dişînin herêmê û rojane 100-200 lîre pere li meaşê cerdevanan tê zêdekirin. 
 
WEK ŞIRKETÊN KARGOYÊ DIXEBITIN 
 
Darên ku tên birîn bi piranî dişînin Riha, Dîlok û Mereşê. Daran difiroşin hin kesên li Mêrdîn û Amedê ku bazirganiya êzingan dikin. Li gorî çavdêriya me li cih kir, bi piraniya darên tên birîn difiroşin depoyên êzingan û sîteyên kerestevanan ên li Riha û Dîlokê. Me derbarê mijarê de bi esnafên Rihayê re hevdîtin kir û dibêjin di  nav du salên dawî de hema bêje hemû êzingan ji Şirnexê dikirin. Hin xwediyên firinên li Şirnexê û navçeyên wê jî van daran dikirin. Her wiha bi kamyonan daran dibin baregehên leşkerî yên li Şirnexê. 
 
KÎ QIRKIRINÊ ORGANÎZE DIKE?
 
Qirkirina darên hem li Cûdî hem jî li Bestayê di bin berpirsiyariya cerdevanên ji malbata Babat e ku ji binpêkirinên mafên mirovan ên di salên 90’î de li herêmê kirine de ye. Ev malbat ji Qilebanê ye. Serkêşê wan ango serdevanê wan Hazim Babat û ev kes di nava “Tîma Xencerê” de cih digire. Birîn û firotina daran ji aliyê Hazim Babat û malbata wî ve tê kirin. Tê diyarkirin ku xizmên Hazim Babat, M. Babat, C. Babat, Î. Babat, H. Babat, Ş. Babat, Î. Babat, B. Babat û E. Babat'ın ji birîn û firotinê berpirsiyar in. Kesên ku daran dibirin, li ser van kesên navborî bazariyê dikin û pere radizînin hesabên wan. Me bi kesên ku daran dibirin re hevdîtin kir û piştrast dikin ku kesên qirkirina daran pêk tînin xwediyê eraziyan û gundî qirkirinê organize dikin. Lê belê tê gotin li pişt kesên qirkirinê organize dikin hin kes hene. 
 
BERTEK ZÊDE DIBIN 
 
Li dijî qirkirinê îro jî gelek hewldan çêbûn. Di îlona sala 2020’an de bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê çalakiya rûniştinê dest pê kir û ev bû çalakiya ewil a li dijî qirkirinê. Piştî ku birîna daran berdewam kir, rêxistinên civaka sivîl ên bajar û baroyê jî bertek nîşan dan. Têkildarî mijarê baro û HDP’ê ji bo hevdîtina bi walîtî û rayedaran re serlêdan kirin lê ev serlêdanên wan nehatin bersivandin. Her çend ku rayedarên CHP’ê bi walîtiyê re hevdîtin kiribin jî encamek jê derneket. Li dijî vê qirkirinê, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê hate avakirin ku CHP, DEVA û Partiya Pêşerojê jî di nav de bûn. Çalakiyên platformê hêj niha jî didomin û hewldanên hiqûqî hene. Lê serlêdanên ji bo rêxistinên hawirparêz hatine kirin bêencam man. 
 
HINCETA NEŞOPANDINÊ: DELÎL NÎNIN!
 
Baroya Şirnexê du caran bi sedema ku “li dijî usûlê ye” têkildarî qirkirinê serlêdana sûc kir. Serlêdana ewil bi îdiaya “delîlên ji gumanan dûr, şênber û jêbawer nînin’ bi biryara neşopandinê biencam bû. Îtîraza li dijî vê biryarê hatiye kirin jî hate redkirin. Di serlêdana nû de delîlên nû hatibûn pêşkeşkirin û ev pêvajo hêj berdewam e. 
 
 
JI SEDÎ 8’Î DARISTANAN TUNE BÛN 
 
Têkildarî mijarê baroyê du caran rapor amade kir. Di raporan de hat tespîtkirin ku ji ber birîna daran a di navbera sibata 2021’an û îlona 2021’an de, ji sedî 8 a daristanên Şirnexê tune bûye. Baroyê di serlêdana xwe ya ji bo Midûriyeta Daristanan a Bajar de pirs kir bê ka heta niha ji bo birîna daran çend îhale hatine dayîn, ev îhale li gorî kîjan usûlan hatine kirin, kê îhale wergirtine û bi kîjan sedemê hatine dayîn. 
 
GREENPEACE: BER QADA ME YA PISPORIYÊ NAKEVE
 
Komîsyona Hawirdorê ya Baroyê di heman demê de serî li Greenpeace, Komeleya Xwezayê, Weqfa Parastin û Danasîna Hawirdor û Nirxên Çandî, Komeleya Parastina Tabîeta Tirkiyeyê, WWF-Turkiye (Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî) û Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî - UNEP’ê da û daxwaza piştevaniyê kir. Greenpeace'ê bersiv da û got: “Ev mijar nakeve ber qada me ya pisporiyê.” 
 
BANDORA BERTEKAN: BIRÎN KÊM BÛ
 
Piştî ewqas bertekan, birîna daran a li herêmê di rojên dawî de kêm bû. Li hinek herêman jî xwediyên erd serlêdan kirin û birîna daran hat sekinandin. Tê payîn ku li hinek herêman jî bi hinceta çêkirina rêyan dê dîsa dest bi qirkirina daran bikin. Heta niha kamyon û TIR’ên darbarkirî bi komî ji bajar derdiketin lê piştî bertekan êdî yek bi yek ji bajar derdikevin. 
 
MIDÛRIYET: XEBATA KEZAXTINÊ Û KÊMKIRINÊ YE 
 
Têkildarî qirkirina daran heta niha yek daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Midûriyeta Daristanan a Şirnexê di 6’ê hezîrana sala 2021’an de daxuyaniyek da û walîtiyê jî ev daxuyanî li ser malpera xwe ya fermî parve kir. Di daxuyaniyê de qirkirina daran wiha hat vegotin: “Ji bo rehabîlîtekirina qadên daristanê, kezaxtin û kêmkirina daristanê çendek xebat tên meşandin û ev xebat di çarçoveya planekê de tên kirin.” Her wiha midûriyetê îdia kir ku vê xebatê ji bo ku darên berûyê hîn xurtir şîn bibin, dikin. 
 
HINCET GUHERÎ: EM NIKARIN XWE TÊKIL BIKIN
 
Midûriyetê piştî serlêdanan, bi welatiyan re hevdîtin kir û got; “Me destûra birîna daran da. Ji ber ku herêma ewlehiyê ye, em nikarin xwe têkil bikin. Leşkeran xwest û me jî destûr da. Hêza me jî bi têrî tiştên hûn dixwazin nake.”
 
Em têkildarî çarçoveya hiqûqî ya birîna daran û pêvajoya veguhestina wan de bi Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û êzingvan Alî Karabacak ku darên dihatin birîn dikirî re axivîn. 
 
DÎLSÎZ: ÇAV KOR, GUH KERR BÛNE
 
Rojhat Dîlsîz qala hewldanên baroyê yên di nava van du salan de li dijî qirkirina xwezaya bajar hatine kirin, kir û wiha got: “Tu bersiv nedan van serlêdanên me. Me xwest bi nûnerên saziyên têkildar re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza me nebersivandin. Bêyî ku bi pêvajoya ‘qanûnî’ bikin, bi awayekî bêperwa dar qir kirin. Me têkildarî tespîtên xwe raporek amade kir. Li gorî Midûriyeta Giştî ya Daristanan, ji sedî 8 a daristanên bajêr kêm bûne. Em bi saziyên navneteweyî re ketin nava peywendiyan û pê re axivîn. Greenpeace’ê ji me re got; ‘ber qada me nakeve.’ Vê bersivê mirûzê me jî nexweş kir. Li dijî qirkirina daran a li deverên din ên welêt bertek zêde bûn lê dema li Şirnexê tên qirkirin hemû kes kor û kerr dibe.”
 
 
JI BO SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ SERLÊDAN KIRIN
 
Dîlsîz anî ziman ku heke qirkirina daran wiha bidome dê xwezayeke ku mirov bikarin jiyana xwe lê bidomînin nemîne û wiha pê de çû: “Lewma ji bo xwe, mirovên xwe û zarokên xwe em ê heta dawiyê têbikoşin. Piştî ku prosedurên qanûnî qediyan, em ê serî li saziyên navneteweyî bidin. Ji bo ku ev qirkirin bi dawî bibe em ê xebatên pêwîst bikin. Di dema xebatan de her tim astengiyan bo me derdixînin. Em dikarin heta astekê bişopînin. Ev qirkirin di bin navê ‘ewlehiyê’ de tê kirin lewma astengiyan derdixînin. Bi qasî ku em fêm dikin, qet li gorî prosedûra qanûnî ya Qanûna Daristanê tevnegeriyan e. Nedane îhaleyê. Hinek hêzên li wê herêmê qadekê bêdar dihêlin. Ji me re gotin; ‘rêya Şirnex-Wanê tê çêkirin lewma xebatên bêdarkirinê tên meşandin.’ Lewma rewşeke wiha nîne. Ji me re hat gotin ku li hinek deverên qet eleqeya wan bi vê rêyê tune jî dar tên birîn. Dema em vê hevpeyvînê dikin jî bi dehan kamyon daran vediguhêzin deverên diyar ên Tirkiyeyê.” 
 
BANG: DIVÊ HER KES BIBÊJE BES E!
 
Di berdewamê de Dîlsîz destnîşan kir ku bi kanên madenan û qirkirina xwezayê re hewl tê dayîn herêm ji mirovan xalî bibe û ev tişt anî ziman: “Qala Kendavika Bihûştê ya li Bodrumê tê kirin. Qala bêdarkirina Çiyayên Kazê tê kirin. Bêguman divê mirov li dijî qirkirina xwezaya wê derê xemsar tevnegere. Lê li Şirnexê ev demekî dirêje qirkirin tê kirin û di raya giştî de bertekeke pêwîst nayê nîşandan. Divê hemû kes li dijî vê texrîbatê bisekine. Em ji rayedaran re dibêjin werin em rûnin û biaxivin. Em dixwazin me agahdar bikin. Lê heta niha jî tiştek negotine û bêdeng in. Sedema vê bêdengiyê me ditirsîne. Xuyaye dê bidome jî. Darên tên birîn bi mebesta rantê tên firotin. Hewldanên me yên li dijî vê dê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bidomin. Em dixwazin ku xwediyên erd serî li me bidin û em amade ne ku piştgiriya hiqûqî bidin wan.” 
 
HEMÛ DARÊN RIHAYÊ JI ŞIRNEXÊ TÊN
 
Êzingvanê bi navê Alî Karabacak ku li Sîteya Hizarcilar û Kavakçilar a Rihayê ev 45 sal in dar û komirê difiroşe, diyar kir ku heta niha bi salan darên xwe ji bajarên weke Bursa û Çanakkaleyê dikirîn û wiha derbirî: “Lê belê di salên dawî de em ji Şirnexê tînin. Darên ji Şirnexê tên em erzantir dikirin. Şirnex nêz e lewma erzantir tên. Li sîteyê 65 esnaf hene û gelemperiya wan darên xwe ji Şirnexê tînin. Gelemperiya van daran jî em difiroşin firin û gundan. Li gorî rewşa firotinê em rojane derdora 10-15 tonan dikirin. Nêzî 20 kamyonên daran tên. Ev dar bi destûra dewletê tên birîn. Ji para van daran ji sedî 20 ya dewletê ye û ya din jî didin kesên wan daran  dibirin. Di her saetên rojê de kamyonên darbarkirî tên Rihayê. Midûriyeta Daristanê ji bo neqliyeyan li gorî giraniya bar fîş dibire. Piştre jî tînin vê derê. Serê her kesî rojê yek du kamyon dikevin.” 
 
 
Sibê: Bi wêneyên peykê qirkirina hatiye kirin û hewldanên xwediyên erdan. 
 
MA / Azad Altay - Ahmet Kanbal
 
 
 

Sernavên din

16/08/2022
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!