Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike

  • jin
  • 11:04 10 Tebax 2022
  • |
AMED - Kesê bi navê Baran Kizil got; “Dewlet li pişt min e” û Îpek Gulşen xapand, derb kir û hewl da tecawiz bike. Li ser vê yekê Gulşen, giliyê Kizil kir û xwest ku were girtin. 
 
Jina bi navê Îpek Gulşen dema ji bo xwe li kar digeriya, di meha çileyê de zilamê bi navê Baran Kizil nas kir. Gulşen, ji ewil hate xapandin piştre hate tacîzkirin û rastî gefên destdirêjiyê yên Kizil hat. Gulşen têkildarî pêvajoya gefxwarinê bi ajansa me re axivî û banga piştevaniyê li jinan kir.
 
Îpek Gulşen da zanîn ku ji bo danezana kar a Kizil dabû, serlêdan kir û bi wê wesîleyê hevnas bûne. Bi domdarî Gulşen wiha qal kir: “Ez girtim kar û gotin dê kargeha wan di nava 15 rojan de dest bi xebatê bike. Lê bi se re du meh derbas bûn û li min venegeriyan. Lewma ez çûm di cihekê din de xebitîm. Baran Kizil 2 meh piştre li min geriya û got kar dest pê kiriye û dikarim dest bi kar bikim. Min jî hevaleke xwe şand wê derê. Lê Kizil vêcarê bi teklîfa kareke din xwe gihande min. Got ku kargeheke wî ya bi navê Unicorn Gîrîşîm heye û karekî baş tê de tê kirin. Ji bo ku qala vî karî bike, em hatin ba hev. Min jî jê re got ku naxwazim vî karî bikim. Piştre dîsa li min geriya. Rewşa min pirsiya, qala şert û mercên giran ên li navenda bangewaziyê vedigot û dixwest ji kar derkevim. Digot; ‘were ba min bi mûçeyeke baş bixebite, têkiliya min bi parlamenteran re baş e û ji bo saziyan karkeran digirin kar.’ Sertfîkaya min a Sekreteriya Tibbî hebû. Min jî bi hizra ku derdora wî berfireh e, qala wê kir.” 
SOZ DA KU DÊ LI WALÎTIYA MÊRDÎNÊ BIGIRE KAR
 
Bi domdarî Gulşen ev tişt anî ziman: “Bi soza ku dê li Walîtiya Mêrdînê bo min kar bibîne dîsa li min geriya. Rojekê li min geriya û got karê li Walîtiya Mêrdînê hatiye qebûlkirin. Got ku hewceye tevî ewraqên xwe em biçin Mêrdînê. Lê piştre betal bû. Dema ev kar pêş diket, hêj jî qala karê Unicorn’ê dikir. Dixwest ku ez krediyê bikşînim û digot ku faîza wê jî ew dê bide. Li ser vê yekê min jî 50 hezar TL kredî kişand û ji wî re şand. Li hêla din jî em li benda karê li Mêrdînê bûn. Demek piştre got ku faîzên krediyê zêde ne û 30 hezar lîreyên din jî xwest. Piştre li min geriya û got karê li Mêrdînê çêbûye û dê li wir di beşa kar û barên agahdarkirinê bixebitim.”
 
GEFA ‘LI PIŞT MIN DEWLET HEYE’
 
Di berdewamê de Gulşen da zanîn ku Kizil ji bo karê Walîtiya Mêrdînê ji wê pere standine û wiha pê de çû: “Piştî ku min ev pere şandin, ji bo çûna Mêrdînê dîsa li min geriya û got; ‘dikarî di 15’ê nîsanê de dest bi kar bikî.’ Dema em diçûn Mêrdînê, ez tacîz kirim. Got ku vîdeoyên min kişandine. Piştî ku dîsa ji min pere xwestin, min bûyer bi malbata xwe re parve kir. Dema min pere neşandî, bi kuştina min û malbata min gef xwar. Ez piştre dîsa bi wî re rûniştim û min jê re got ku karê Mêrdînê naxwazim û min pereyê xwe jê xwest. Lê di nava wesayîtê de li min xist û heqaret kir. Hewl da min ji wesayîtê biavêje. Ji min re got; ‘tu dibêjî qey dê bi min bikarî? Ez ewraqan didim jêbirin. Li pişt min dewlet heye.’ Min xwe ji wesayîtê avêt û xwe li pişt plazayekê veşart.” 
 
LÊXISTIN, TUNDÎ Û HEWLDANA TECAWIZÊ
 
Gulşen, anî ziman ku gefên Kizil berdewam kirin û di dema hevdîtinekê de dîsa hate derbkirin. Gulşen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Digotin ku dê malbata min tune bikin. Ez jî ji ber malbata xwe tirsiyam û dîsa pê re rûniştim. Di nava wesayîtê de li min xist û gef xwarin. Digot; ‘em ê te tune bikin.’ Ez jî tirsiyam û bêyî ku rapora derbkirinê bigirim, çûm malê. Gef dixwarin û digot di destê wî de vîdeo hene. Lewma min xwest xwe bikujim. 4 rojan di beşa lênihêrîna awarte de mam. Piştre vî kesî bi wesayîtê dîsa pêşiya min girt û êriş kir. Li wir nîqaşeke mezin çêbû û milet li dora me kom bû. Piştî ku min got; ‘ma te hewl neda ku destdirêjiyê li min bikî’, got; ‘dibe.’ Li ser vê yekê jinên li wê derê êrişî wî kirin. Polîs ketin navberê û em birin qereqolê.”
 
'NAXWAZIM BIMRIM’
 
Gulşen, got ku piştî van qewimînan, li Qereqola Polîsan a Huzur a Peyasê giliyê Kizil kiriye û wiha got: “Dema min giliyê wî dikir, 55 dosyayên wî hebûn. Dema hevalekî din ji bo gilî çûy, 61 dosyayên wî hebûn. Vî kesî digot; ‘li pişt min dewlet heye, MÎT heye.’ Çawa 55 dosyayên wî hene lê nakeve hefsê? Ev kes hemû kesan dixapîne. Ez naxwazim weke jinên din bêm kuştin. Naxwazim piştî kuştinê dengê min were bihîstin. Daxwaza min ew e ku mirov dengê min bibihîzin. Dixwazim niha li cem min bin û piştgiriyê bidin min. Ev kes dê sibe du sibe heman tiştan li jineke din jî bike. Ev çete ne. Ewqas kesan dixapînin lê tiştek pê nayê kirin. Dewlet çima tiştekî nake? Dewlet çima peywira xwe bi cih nayîne? Hatim derbkirin û min hewl da xwe bikujim. Lê derheqê wî de tiştek nehate kirin. Heke dema min giliyê wî kirî bihata girtin, dosyayên wî nedibûn 61. Heke dewlet tiştekî neke, wê demê xuyaye ku bi rastî jî li pişt wî dewlet heye. Got ku ev dosyayên wî yên sûc hatine jêbirin. Ji ber vê jî niha li derve ye. Ez dixwazim ku ev kes were girtin. Banga min li hemû jinan ew e ku piştgirî û piştevaniyê bidin min.” 
 
Li ser vê yekê me xwe gihand rayedarê kargeha behsa xeberê. Rayedarê kargehê got; “Baran Kizil ne karmend e. Serlêdanên kar jî li ser forumê tên kirin. Keseka bi navê Îpek Gulşen ji bo kar serî li kargeha me neda ye.”
 
MA / Eylem Akdag - Mujdat Can
 

Sernavên din

16/08/2022
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!