Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir

  • rojane
  • 09:03 18 Tebax 2022
  • |
img

ÊLIH - Wekîlê Serokê Şaredariya Heskîfê Abdullah Tarhan ku ji ber îstihdama bêhiqûqî ji AKP'ê îstifa kir, lîsteya xizmên Şaredar Abdulvahap Kusen û Serokê AKP'ê yê Heskîfê Rustem Ayhan ên bi awayekî nelirê li şaredariyê hatine bicihkirin parve kir.

 
Wekîlê Serokê Şaredariya Heskîfê û Endamê Meclisa Şaredariyê Abdullah Tarhan ku bi hinceta Şaredarê Heskîfê Abdulvahap Kusen û Serokê AKP'ê yê Heskîfê Rustem Ayhan bi awayekî nelirê xizmên xwe hem li şaredariyê hem jî li saziyên din ên dewletê bi cih kirine ji AKP'ê îstifa kir. Tarhan destnîşan kir ku di 2 salan de 30 kes bi awayekî nelirê di karên cur bi cur de hatine bicihkirin.
 
Tarhan ê ku di 4'ê Tebaxê de ji AKP'ê îstifa kir, navê xizmên Kusen û Ayhan ên li şaredariyê û saziyên dewletê hatine bicihkirin parve kir. 
 
YEKO YEKO NAVÊN WAN GOT
 
Tarhan ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, navên kesên ku bi awayekî nelirê li deverên cuda yên şaredariyê û saziyên dewletê hatine bicihkirin parve kirin: “Pismamên Ayhan, Yaşar Ayhan û Hasan Ayhan û birayê wî Ahmet Ayhan li Şaredariya Heskîfê hatin wezîfedarkirin. Alî Ayhan (pismamê Rustem Ayhan) li Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajêr, Mahmût Ayhan (pismamê Rustem Ayhan) li PTTyê dixebitin. Salîh Kûtlû (kurê meta Rustem Ayhan) li Şaredariya Heskîfê dixebite, Şehmus Kûtlû (Xizmê Rûstem Ayhan) li Îdareya Taybet a Heskîfê ajovan e, Huseyîn Mete (kurê meta Rûstem Ayhan) li Şaredariya Heskîfê, Yilmaz Tekîne (xizmê Rustem Ayhan) li Şaredariya Heskîfê, REfîk Turkan (xizmên Ristem Ayhan) ) li Şaredariya Heskîfê, Yakûp Ayhan (xizmê Rustem Ayhan) li PTT'ê dixebite, Arif Ayhan (birayê Rustem Ayhan) li Midûriyeta Muzeyê, Serhat Kusen (biraziyê Şaredar Abdulvahap Kusen) Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê û Saît Can (biraziyê Abdulvahap Kusen) jî li PTT'ê dixebite."
 
‘DÊ HIN KESÊN DIN JÎ ÎSTIFA BIKIN'
 
Tarhan bi lêv kir ku her çend gelek caran vê îstihdama nelirê bi desteyên erkdar ên partiya xwe re parve kiriye jî, kesî mudaxile nekiriye û ev nelirêtî dewam kiriye. Tarhan anî ziman ku Şaredarê AKP'î Kusen û Serokê AKP'ê yê Navçeyê Ayhan dibêjin "Ev birayê min e, kurê mamê min e, ev biraziyê min e" û bi vî awayekî gelek kesên xwe dixin ser kar. Tarhan diyar kir ku ev yek AKP'a navçeyê jî nerihet kiriye û Muhîttîn Orhan ê ku ji sala 2007'an ve li Heskîfê serokatiya AKP'ê ya navçeyê, cîgirtiya serokatiyê û endamtita desteya rêvebir kiriye jî piştî wî îstifa kiriye. 
 
Tarhan destnîşan kir ku ku qeyûm û rêxistina AKP'ê ya navçeyê wekî karsaziya malbatê tevdigerin û xizmên xwe dixin kar û wan nêzî 30 kesî di kar de bi cih kirine. Tarhan anî ziman ku şertê mulaqatê ya ji bo karê li saziyên dewletê ji bo ev kes xizmên xwe têxin kar hatiye danîn û got: "Mulaqat tê çi wateyê, tê wateya bidestxistina tiştên ku hûn dixwazin."
 
Tarhan destnîşan kir ku gelek caran serî li rayedarên AKP'ê daye û wiha got: "Ev 3 serdem e ez Heskîfê bi wan didim qezenckirin. Lê bersiva tu peyamek min nedan û li min negeriyan. Hê jî peyamên min li vir in. Ji ber vê yekê min îstifa kir. Bi van tayînkirinan sûc tê kirin.”
 
‘DAWA LÊBORÎNÊ LI CIWANAN DIKIM'
 
Tarhan bilêv kir ku ew ê têkoşîna xwe bi awayekî bidomîne û got: “Ez ê di demên pêş de hin daxuyaniyên din bidim. Beriya ku ez îstifa bikim min xwest ez bi serokatiya bajêr re biaxivim. Lê gava bersiv nehat, min îstifa kir. Bi taybetî dawa lêborînê li ciwanan dikim, ji ber ku heya niha di vê partiyê de mame." 
 
‘BIHOSTEK AXA HESKÎFIYAN JÎ TUNE YE'
 
Tarhan anî ziman ku 35 salan li gelek şaredariyan Midûrê Nivîsgeha Taybet kiriye û ji sala 2007'an vir ve jî ji AKP'ê wekî endamê meclisa şaredariyê peywir girtiye. Tarhan ragihand ku bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) Heskîf di bin avê de maye û wiha got: “Li Yenî Heskîfê, bihostek axa heskîfiyan tune ye. 500 ciwanên me betal in, hemû jî mexdûr in. Hin şert û mercan didin ber ciwanan û xaniyan nadin wan."
 
MA / Fethî Balaman 

Sernavên din

20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin