Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya

  • rojane
  • 20:19 20 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin. Partiya Sor a Norwecê jî piştgiriya xwe ya ji bo Rêvebiriya Xweser ragihand û êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.
 
Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bi rêya hevdîtinên xwe yên dîplomatîk, geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û herêmên Rêvebiriya Xweser, bi welatên Ewropayê re parve bike û wan ji rewşê agahdar bike. Di vê dema dawîn de, Rêvebiriya Xweser çend hevdîtin bi nûnerên welatên Ewropayê re pêk anîn.
 
Roja înê (18 Tebax) şandeyeke Rêvebiriya Xweser li paytexta Norwecê Osloyê bi şandeyeke payebilind a Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya.
 
Şandeya Rêvebiriya Xweser ji Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêvebiriya Xweser ê welatên Skandînavyayê Şiyar Elî û nûnera Rêvebiriya Xweser ê Norwêcê Hindirîn Betî pêk hat.
 
Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa giştî ya Sûriyeyê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kir.
 
Ebdulkerîm Omer ji ANHA'yê axivî diyar kir ku şandeya Rêvebiriya Xweser, Wezareta Karên Derve ya Norwecê bi geşedanên dawîn û astengiyên ku Rêveberiya Xweser di warê aborî, alîkarî, mirovî û ewlehiyê de pê re rû bi rû ye, agahdar kir. Omer got: "Her wiha berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember terorê û rewşa çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin."
 
Ebdulkerîm Omer diyar kir ku şandeya Rêvebiriya Xweser, Wezareta Karên Derve ya Norwecê bi pêwîstiya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê, peydakirina çareseriyekê ji rewşa malbatên çeteyan ên li kampên Holê û Roj û pêwîstiya pêkanîna civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hember vê dosyayê, agahdar kiriye.
 
Têkildarî mijarê şandeyeke Rêvebiriya Xweser li avahiya parlamentoya Norwecê bi şandeyeke Partiya Sor a Norwecê re civiya. Şande ji endamê parlamantoya Norwecê Seher Aydar, berpirsê Têkiliyên Derve û Parastinê Eric Fold, berpirsê Komîteya Destûrê John Brooks û berpirsa kar û barên penaberan Melli Natalia Kelly pêk hat.
 
Şandeya Rêvebiriya Xweser di hevdîtinê de îşaret bi gefên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku şerê Rûsya-Ukraynayê ji bo careke din êrişî herêmên navborî nexasim Minbic û Til Rifet bike bi kar tîne.
 
Şandeya rêveberiyê her wiha Partiya Sor li ser bandora êrişên dewleta Tirk ku dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiya bi sed hezaran welatiyan û têkbirian aramî û îstiqrara li herêmê, agahdar kir.
 
Şandeyê ji Partiya Sor re tekez kir ku êrişên dewleta Tirk ên nû yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ê xizmeta DAIŞ û terorê bikin. Her wiha bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov ên biçek û got: "Bi balafirên bêmirov ên biçek şêniyên herêmê û fermandarên QSD`ê yên bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re li dijî DAIŞ`ê şer dikin, tên hedefgirtin.”
 
Omer her wiha destnîşan kir ku şandeya rêveberiyê krîza aborî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji ber ambargoyê ji şandeya Partiya Sor re şîrove kiriye û got: "Alîkariyên mirovî yên ji civata navnetweyî û Norwecê yên bi rêya rêxistinên navneteweyî di Şamê re tên ne li gorî tê xwestin digihê van herêman. Ev jî bandoreke neyînî li rewşa jiyanî ya welatiyan dike û DAIŞ vê yekê bi kar tîne da ku bikeve herêmên gelek ku salan di bin kontrola wê de maye, ji bo ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û êrişên nû yên terorê pêk bîne."
 
Ebdulkerîm Omer piştrast kir ku şandeya Partiya Sor piştgiriya xwe ji Rêvebiriya Xweser re aniye ziman û êrişên dewleta Tirk şermezar kirine.

Sernavên din

20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin