Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e

  • rojane
  • 15:24 21 Tebax 2022
  • |
MÊRDÎN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku Cengîz Holdîng bi salan e li Mêrdînê mirovan dikuje û wiha got: “Kujerê 21 kesan, Cengîz Holdîng a ku pişta xwe daye desthilatê ye.”
 
Li navçeya Dêrîk a Mêrdînê duh encama teqîna frena TIR’a ku ji Kargeha Etî Bakir a Cengîz Holdîngê bar dianî de qeza pêk hat û 21 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî qezayê şandeyeke ku Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay jî di nav de, derbasî navçeya Dêrîkê bû. Piştî qezayê Gunay, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz , Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Şaredara Dêrîkê ya bere û parlamentera HDP’ê ya bere Çaglar Demîrel, hevşaredar ên li navçeyê, tev li merasîma cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan bûn. 
 
Şandeya HDP’ê piştî veşartina cenazeyan têkildarî lêkolîn û îhmalên di qezayê de li pêş avahiya Rêxistina HDP’a Dêrîkê daxuyanî da. 
 
21 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bi lêv kir ku qezayeke biêş li Dêrîkê pêk hat û wiha got: “Heta niha 21 Dêrîkiyan jiyana xwe ji dest dane û rewşa 6 birîndaran jî giran e. Bi dehan birîndarên li ser piyan hatin dermankirin hene. Em weke HDP dema qeza pêk hat em hatin vê dere. Em heta nîvê şevê bi hevalên xwe re li pêş nexweşxaneyê li cem malbatên me yên li benda cenazeyên xwe bûn. Bi awayekî me şahidiniya temamê bûyerê kir. Em sersaxiyê ji Dêrîkiyan û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan dixwazin.
 
CENGÎZ HOLDÎNG DIKUJE
 
Mirov nikare vê êşê penase bike. Ji destpêkê gelek îhmal hene. Her kes baş dizane, hemû gelê Dêrîkê û Şemrexê baş dizane. Kargeha Etî Bakirê ya Cengîz Holdîngê dikuje. Bi qetilkirina xwezayê, bi TIR’ê ku dişîne dikuje.”
 
RÊ NEHATE GIRTIN
 
Gunay, diyar kir ku qeza komkujiyek e û wiha domand: “Esas sedemê qezayê, xebatên rê ku bi mehane nehatine qedandin in. Îro dema em ji cihê bûyerê re derbas bûn me dît, du qeza pêk tên lê rê nayê girtin. Îro ji serê sibê ve rê hatiye vekirin, şerîda ku qeza lê çêbûbû ji trafîkê re hatiye girtin, heke duh bergirî hatibûna girtin, rê ji trafîkê re hatibûya girtin ev komkujî pêk nedihat. Di navbera du qezayan de 20 deqîqe hene. Heke di demê xwe de bergirî hatibûna wergirtin, komkujiya duyemîn pêk nedihat. Heke barê TIR’an hatibûya kontrolkirin ev yek pêk nedihat. Cengîz Holdîng nikare bêje fîrmayên min ên taşeron in, berpirsyartiya muşteriyên min in û xwe ji berpirsyartiyê xelas bike.”
 
KUJER CENGÎZ HOLDÎNG E
 
Gunay, berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Cengîz Holdîngê pişta xwe daye desthilatê û her cure komkujiya xwezayê û windabûna canan ji xwe re weke mafekê dibine. Hûn berpirsyarên sereke ne. Kujerê 21 kesan, Cengîz Holdîng e. Tê gotin ku yek ji sedemên komkujiyê fosfata ku riştiye ser rê ye. Bi fosfata ku ji Etî Bakirê hatiye wergirtin pêk tê. Nikarin bêjin berpirsyartî ya muşteriyên me ye û xwe ji vê bûyerê xelas bikin. Kontrolên pêwîst nayên kirin, ewlehiya kar, ewlehiya rê jî tişteke wisa ye. Li pişt wan desthilat heye weke ku dixwazin dikarin mirovan qetil bikin. Herkes dizane ku faîl kî ye. Wê gel bersiva wan bide. Careke din serê gele Dêrîkê û Mêrdînê sax be. Êşa wan êşa me ye, heta ku hesab ji faîlên rast neyê pirsîn, em ê bi gelê xwe re têkoşînê bidomînin.”
 
GBT KIRIN Û CENAZE RAWESTANDIN
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan xwest û wiha got: “Dêrîk di şînê de ye, ji 7 salî heta 70’ê salî cenazeyên xwe vedişêrin. Me ji xwe pirsî; me got nirxekî jiyana kurdan jiyana Dêrikiyan ya mirovên li vê derê heye gelo? Kêmtir binirxin, kêmtir tên parastin. Ji ber ku em ji Amedê hatin, piştî sê rê rêya me birin. Me bi wan re axivîn me got em ê bigihin şînê û em bi şandeyê re diçin. Gotin ‘Em mecbûr in herkesê bi GBT’ê re derbas bikin’. Yek bi yek GBT’a herkese hate kirin. Dû re wesayîta cenaze hat, nizanim cenazeyê kê bû lê yek ji wan welatiyên me ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû bû. Me ev dît. Dixwazim hemû Tirkiye û cîhan vî wêneyî bibine. Wesayîta cenaze ji bo ku ferdên malbatê bigihinê li pêş sekinî, çima ji ber ku GBT’a ferdên malbatê hate kirin. GBT’a malbata ku biçe cenazeyê xwe veşêre tê kirin û cenaze di wê germê de di nava wesayîtê de tê rawestandin. Dema em dibêjin dewleta polîsan dixwazin ev dîmen ji aliyê herkesê ve were dîtin û zanîn. 
 
EWLEHIYA SULEYMAN SOYLÛ
 
Em dizanin ku Wezîrê Karên Hundir hatiye Dêrîkê, bi dahol û zirneyan hatin. Ji duh bi şev ve hemû medya qala wî dike. Herkes dikare sersaxiyê bide lê li wan welatiyan eziyet nayê kirin. Em çar parlamenter, bi hevşaredar û rêveberên xwe ve li navenda bajêr hatin rawestandin. Çiye Wezîrê Karên Hundir Soylû diçe şînê, em çi bikin! Diçe bila biçe bila weke welatiyekê biçe. Çima xwe ji van welatiyan diparêze. Hûn ê biçin şînekê hûn ê hemû bajarî bidin girtin. Polîs li vir in, hûn duh li ku bûn? Ez ji polîsên trafîkê re dibêjim heke duh derdora cihê qezayê wer girtibûya hatin û çûn qedexe kiribûna ew TIR nedihat û ew mirov ne diperiçandin. Dema gotubehs dibe ewlehiya wan jiyanê felc dikin lê dema gotibehs dibe jiyana mirovan zerre-i misqal girîngiyê nadinê.”
 
HIŞMENDIYA DI ROJA ŞÎNÊ DE GBT DIKE
 
Beştaş, bang li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kir û wiha got: “Em li vir in, dema em diçin cihekî yek kesê ku me diparêze nîne. Em tena serê xwe diçin. Em ji welatiyan natirsin. Bi heman awayî li Îzmîr, Yozgat û Trabzonê jî diğerin. Di navbera me û welatiyan de bariyerek nîne. Em vê qebûl nakin. Wê dêrîkî vî dîmenî ji bîr nekin. Hişmendiya desthilata ku di rojeke şînê de me disekinîne û GBT dike em ê bi hev re bişînin. Nikare were her derê bi polîsan dorpêç bike, rêyan bibire, GBT bike û bêje ez êşa welatiyan parve dikim. Ev jî bersiva min e ji wî re.”
 
AYDENÎZ: DI ENCAMA DIJMINATIYA KURDAN DE
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û wiha got: “Duh li Dêrîkê komkujîyek pêk hat. Di encama du qezayên pêk hatin de mirovên me yên hêja hatin qetilkirin. Em îro bi şandeya xwe re li vir in. Birêz Ebrû Gunay û Meral Daniş Beştaş îhmalên di qezayê de vegotin. Kesên ji bo rant xwezaya Kurdistanê talan dikin, nikarin gel biparêzin. Esas ji ber vê li Kurdistanê talana xwezayê heye. Ev dijminatiya kurdan e, encama dijminatiya xwezaya kurd e. Em weke DBP ji bo êşa gelê xwe parve bikin li vir in. Heta ku îhmala di van her du qezayan de derkeve holê, berpirsyar derkevin holê, em ê şopdarê wê bin.”
 
Şandeya DBP’ê û HDP’ê wê biçe serdana malbatan. 
 
 

Sernavên din

27/08/2022
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê